‘Em ê rêxistinbûna xwe mezin bikin’

  • 21:04 5 Mart 2026
  • Rojane
SEMSÛR – TJA’yê çarçoveya 8’ê Adarê de li Besniyê bernameya fitarê pêk anîn û banga mezinkirina rêxistibûnê hat kirin. Di bernameyê piştevaniya jinan derket pêş.
 
 Tevgera Jinên Azad (TJA), çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Besnî ya Semsûrê bernameya firatê pêk anî. Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, aktîvîstên TJA’yê Nesrîn Akgul û Harîka Peker, gelek jin tevli bûn.
 
Parlamenter Newroz Uysal Aslan da zanîn ku jin di her qada jiyanê de têdikoşin û li dijî qirkirina berxwe didin. Newroz Uysal Aslan şoreşa li Rojava ya bi pêşengiya jinan pêk hatiye jî mînak da û balkişand ser rola jinan di pêvajoya ‘Aştî û Civaka demokratîk’ de.
 
Bername bi dirûşmşeyên ‘jin jiyan azadî’ û govendê bi dawî bû.