
Di dosya Rojîn Kabaîş de ji bo yurd û zanîngehê lêpirsîn
- 17:58 23 Ekim 2025
- Rojane
WAN – Baroya Wanê da zanîn ku der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de serlêdanên sûc yên der barê yurd û zanîngehê de ji dosya sereke veqetiyane û di çarçoveya lêpirsîneke serbixwe de wê bên lêkolînkirin.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, der barê dosya Rojîn Kabaîş de li ser hesabê çapemeniya civakî de daxuyaniyek da. Sînan Ozaraz di daxuyaniya da de da zanîn ku giliyên der barê rêveberiya yurd û zanîngehê de j idi soya heyî hatiye veqatandin.
Sînan Ozaraz wiha got: “Der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de serlêdanên sûc yên der barê yurd û zanîngehê de ji dosya sereke veqetiyane û di çarçoveya lêpirsîneke serbixwe de wê bên lêkolînkirin. Em ê şopdarên pêvajoyê bin.”