Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 12:10 17 Îlon 2023
- Çand û Huner
STENBOL - Hejara 29'an a vê hefteyê ya Kovara Jinê bi berga "Gotinên jinên berxwedêr di 'Jin jiyan azadî' de tên gel hev" derket.
Hejmara 29'an a vê hefteyê ya Kovara Jinê ku her roja yekşemê derdikeve, bi berga "Gotina jinên berxwedêr 'Jin jiyan azadî' ye" derket . Di hejmara vê hefteyê ya kovarê de, nivîsa Lijneya Edîtoran a Kovara Jineolojiyê ya bi sernavê "Sala 1'emîn a tevgera 'Jin jiyan azadî' " balê dikişîne ser şoreşa ku li Rojhilat bingeha xwe ji "Jin jiyan azadî" digire û Rojîn Mukriyan jî di gotara xwe ya ku hatiye wergerkirin de balê dikişîne ser bandora "Jin. jiyan azadi” ya kurevî .
Yuksel Mutlu jî di nivîsa xwe ya bi sernavê "Jin di 12'ê Îlonê de" balê dikişîne ser zehmetî û têkoşîna jinan a 12'ê Îlon, nivîsa Esma Kaya Ceylan jî ya vê hefteyê bi sernavê : "Jinên li edaleta xwe digerin hat weşandin, herwiha di gotara "Ji Reyhaneyê heta Nevînê" î bal hat kişandin ser sîstema xweparastinê û edaletê ya jinan li dijî edaleta mêr hatiye avakirin.
Hemû sernavên di vê hejarê de wiha ne:
* Sala 1'emîn a tevgera “Jin jiyan azadî”/ Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê
*Bandora kurevî ya”Jin jiyan azadî”/ Rojin Mukriyan
*Jinên 12'ê Îlonê / Yuksel Mutlu
*Jinên li Edaleta xwe digerin ; ji Reyhanehê heta Nevînê / Esma Kaya Ceylan