Li Swîsreyê danasîna pirtûka Gurbetellî Ersoz hat kirin
- 15:48 30 Îlon 2023
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka rojnameger Gurbetellî Ersoz a bi navê “Min dilê xwe li çiyayan neqişand” wergera wê ya fransî hatibû kirin, li Swîsreyê danasîna pirtûkê hat kirin.
Pirtûka gerînendeya yekemîn a jin li Tirkiyeyê, Gurbetellî Ersoz a di navbera salên 1995-1997’an de hatibû nivîsandin û bi navê “Min dilê xwe li çiyayan neqişand” hatibû çapkirin, ji aliyê Les Éditions d’en Bas ve li zimanê Fransî hat wergerandin.
Ji bo danasîna pirtûkê li bajarê Lozan ê Swîsreyê Vidy Théâtre, Salle de la Pavillon, hat hilbijartin. Axaftina vebûnê, dîrektorê Vidy Théâtre, Vincent Baudriller, diyar kir ku piştî pirtûkê xwendiye ji serpêhatiya Gurbetellî Ersoz bi bandor bûye.
Nûnerê weşanxaneyê Jean Richard, behsa pêvajoya wergera pirtûkê li zimanê Fransî kir. Jean, got ku wî gelek tevgerên şoreşger lêkolîn kirine û diyar kir ku yek ji wan jî tevgera kurd e. Richard, diyar kir ku di her rûpela pirtûkê de ew rastî rojnameger, rewşenbîr, helbestvan, wejevan û serpêhatiya bi bandor a jineke milîtan hatiye.
Di çalakiya danasînê de Paskal Kottîn ji wergera Fransî, xwişka Gurbetellî Ersoz Zubeyde Ersoz jî ji ya Tirkî çend beş xwendin.