Surfest bi bernameyan didome

  • 09:07 4 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
AMED - Mîhrîcana Amed Surfest a ku KADES pêk tîne didome. Yek ji damezrînera KASED’ê Serap Ergîn axivî û got ji roja ewil a mîhrîcanê de bernameyên wan eleqeyek mezin dibînin û banga tevlibûna bernameyan li welatiyan kir.
 
Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) li navçeya Sûrê ya Amedê navbgera 29’ê Îlon û 5’ê Cotmehê de Mîhrîcana Amed Surfest pêk tîne. Di mîhrîcanê de jin bi bernameyên çand û hunerê tên gel  hev û ji bo jin û zarokan bername didomin. Welatî eleqeyek mezin nîşanê bernameyan didin. 
 
Starta konserê di 29’ê Îlonê de bi konsera Mizgîn Turan û hunermenda Ermenî Maral Ayvaz li Dêra Surp Gîragos hat dayîn. Di roja duyemîn de li Sûrê bi zarokan re atolyeya çîrokan pêk hat. Di roja sêyemîn de li ÇAND MA’yê ji bo zarokan atolyeya lîskên kolanê pêk anî. 
 
Di 3’yê cotmehê de jî panela ‘Bandora hunerê ya li ser ciwanên penaber’ bi tevlibûna Meltem Avcil pêk hat. Piştre bi tevlibûna  nivîskar, etnomuzîkolog ED Emery panela ‘Muzîka kurdî ya di esasa muzîka penaberan’ pêk hat. Di roja dawî ya mîhrîcanê de yanî 5’ê Cotmehê de li Sûrê wê li Konaxa Cemîl Paşa cil û bergên gelerî bên nasîn û wê koma JINMA û Erbaneyê derkeve ser dîkê.
 
Damezerînera KASED’ê Serap Ergîn derbarê mîhrîcanê de axivî.
 
Serapê diyar kir ku eleqeya ji bo bernameyên pêk tê gelek zêde ye û wiha got: “Tevlibûnê em pir kêfxweş kirin. Jin, zarok, malbat bi awayekî xurt tevli dibin. Ev me kêfxweş dike. KASED komeleyek 5 salî ye. 5 sale em aktîf dixebitin. Panel, qurs û atolye pêk tên. Me biryar da em mîhrîcanê li Sûrê pêk bînin. Li Sûrê polîtîkayên şerê taybet gelek bi bandor in û hedef digirin. Ji ber vê me ev der tercîh kir. Bikaranîna hişbirê heta temenê 8-10’an ketiye. Ji ber vê em hewl didin zarokan bi awayekî aktîf tevli brenameyan bikin.”
 
Piştî mîhrîcanê jî wê bername bidome
 
Serapê diyar kir ku piştî mîhrîcanê wê xebatên bernameyên panel, atolyeyan bimeşînin û got: “Em ê hevîtinên xwe bidomînin. Bi vê mîhrîcanê hevdîtina jinan gelek girîng e. Em ê ji vir şûnde hîn bêtir bixebitin. Em ê ji ser mîhrîcan, panel û atolyeyan biçin. Em ê destkeftiyek mezin jî bidest bixin.”