Xwest bêyî cenderme muayene bibe, 13 roj cezayê hucreyê lê hat birîn

  • 10:14 3 Cotmeh 2024
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Xizma girtiya nexweş Tenzîle Acar Rojhat Acar diyar kir ku ji ber ku Tenzîle di muayeneyê de nexwest jenderme li gel wê hebe 13 roj cezayê hucreya yek kesî û mehek jî qedexeya hevdîtinê lê hatiye birîn.
 
Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerabtir dibe. Yek ji girtiyên nexweş Tenzîle Acar e. Tenzîle di 2'yê Sibata 1995'an de li navçeya Hezexa Şirnexê ji dayik bû. Malbata ku xwest navê zaroka xwe bikin “Rewşen” ji ber “qedexeya zimanê kurdî” navê Tenzîle lê kirin. Ew neheqiyên ku di jiyanê de rû bi rû ma qebûl nekir û di 15 saliya xwe de tevlî xebatên partiyê bû. Tenzîle ku di sala 2017'an de li Stenbolê hat girtin, 7 sal in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin. Tenzîle ya ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire bi nexweşiya zerika kronîk û nexweşiya werem pê re heye. 
 
Rewşa Tenzîle ya ku ji ber muayeneya kelepçekirî di sewqên nexweşxaneyê de red kir û neçû nexweşxaneyê, her diçe giran dibe. Xizma Tenzîleyê Rojhat Acar derbarê rewşa wê de agahî da.
 
Rojhat, anî ziman ku Tenzîle kesek bi hêvî ye û bi heyecan e û got ku dema Tenzîle hat girtin nexweşiya Hepatît B hebû lê di girtîgehê de nexweşiya wê pêş ket. Rojhat wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şert û mercên girtîgehê ji nexweşiya wî re ne guncaw in. Nexweşiya Hepatît B ber bi tuberkulozê ango weremê ve çû. Ji ber nexweşiya xwe bi rêkûpêk dermanan bikar tîne. Carinan ne heman derman lê dermanek mîna wî didin wê ku dibe sedema bandorên neyînî."
 
Tenzîle 7 sal in girtî ye
 
Rojhat, diyar kir ku Tenzîle 7 sal in girtiyê û got: "Ez dixwazim edalet pêk were û mafên mirovan bên bicihanîn. Tenzîle 7 sal in di girtîgehê de ye. Dema ku ew kuxiya, xwîn ji devê wî hat 47 rojan di hucreyekê de ma, heta ku teşhîsa nexweşiya weremê lê hat kirin. Dema ku ez çûm girtîgehê di roja 20'an a cezayê hiceyê de bû. Min bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kir û min jê re got ku wan sûcê mirovahiyê kiriye. Midûr jî diyar kir ku derxistine cihê behn vedanê lê belê gardiyanan jî da zanîn ku dernexistine cihê behn vedanê. Piştî pirsîna min Tenzîleyê derxistine cihê behndvedanê." 
 
13 roj cezayên hucreyê li girtiyan hat birîn
 
Rojhat, daxuyad ku dema dibin nexweşxaneyê jî ji aliyê bijîşkan ve nayê muayenekirin û wiha bi lêv kir: "Tenzîle li korîdorê li bendê dimîne, cendirme diçe li bijîşkê re rewşa wê vedibêje û piştre ew dibin girtîgehê. Bi gotineke din, Tenzîle bi xwe bijîşk nabîne. Derbarê rewşa niha ya nexweşiyê de tu agahî tune. Dema wê dibin cem bijîşkan an kelepçe li destê wê dixin an jî cendirme li cihê kontrolê dernakeve. Ji ber vê yekê naxweze ku muayene bibe. Dema ez çûm hevditînê, ez hîn bûm ku ji ber nîqaşa ku nexwest cendirme li cem wê be di dema muayeneyê de 13 roj cezayê hucreyê û mehekê jî qedexeya hevdîtinê lê hat birîn. Her wiha ji ber ku li qawîşê govend gerandine û stran gotine jî 13 roj cezayê hucreyê li wan hatiyê birîn. Di sala 2023’yan de ji ber gerandina govendê dîsa ceza li wan hatibû birîn. Her kesên li qawîşê 13 roj cezayê hucreyê lê hat birîn û bi rêzê birin hucreyê. Bi vî awayî ew hewl didin ku wan paşde gav bavêjin."
 
'Em azadiya girtiyên xwe dixwazin'
 
Rojhat, anî ziman ku jinên girtî yên li Girtîgeha Bakirkoyê nayên bendan û got: “Girtiyên ku 4 sal in berdana wan tê astengkirin hene. Rêveberiya girtîgehê li gorî xwe tevdigere. Girtîgeh bi awayê xwe edaletê pêk tîne. Di girtîgehan de bi hezaran girtî hene. Divê gel parastina girtiyan û nirxên wan bike. Em ê li pey girtiyên xwe bin, em ê wan bi tenê nehêlin. Em dixwazin girtiyên me azad bibin"