
Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
- 10:54 16 Sibat 2025
- Çand û Huner
AMED - Şaredariya Mezin a Amedê, studyoya tomarkirina dengê ku nêzî heşt salan bû neçalak bû, nû kir û Projeya Pirtûkxaneya Dengî ku dê ji bo kesên bi astengiya dîtinê were bikaranîn, ji nû ve da destpêkirin.
Serokatiya Xizmetên Astengdar û Pîran, bi armanca pêşkêşkirina gihîştina materyalên nivîskî ji bo kesên bi astengiya dîtinê, piştî heşt salan Projeya Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve da destpêkirin. Pirtûkxaneya Dengî dê ji bo kesên bi astengiya dîtinê gihîştina materyalên nivîskî pêk bîne.
Di studyoya dengî ya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi motoya "Jiyana Hevpar a Gihîştbar" hatiye avakirin de, xebat dê bi rêya tora dilxwazan were meşandin. Di çarçoveya projeyê de, ji bo hemwelatiyên bi astengiya dîtinê materyalên xwendinê yên wek pirtûkên dersê, çîrok, helbest û roman dê werin bidengkirin. Berhemên ku hatine bidengkirin dê werin arşîvkirin.
Dengên ku hatine arşîvkirin dê li ser malpera Şaredariya Mezin (www.diyarbakir.bel.tr) û li Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê ji bo xizmeta hemwelatiyan werin pêşkêşkirin.
Serokê Daireya Xizmetên Astengdar û Pîran Îsmaîl Degirmencî, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hemû curbecuriya li bajêr û tekez kir ku ew xebatên xwe bi armanca jiyana hevpar û bi hev re didomînin. Degirmencî wiha axivî: "Dema me Pirtûkxaneya Dengî da destpêkirin, me gihîştbarî û domdarî xist pêş. Me piştî 8 salan bi motoya 'Jiyana Hevpar a Gihîştbar' Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve da destpêkirin. Di vê wateyê de, em li benda hemû xwendevanên xwe yên dilxwaz in ku di nav hefteyê de her roj werin Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ji bo xwendinên di nav çarçoveyeke berfireh de ji asta akademîk heya klasîkên cîhanê."