
Li Amedê meşa ziman: Bê zimanê dayikê jiyan nabe
- 15:33 22 Sibat 2025
- Çand û Huner
AMED - Saziyên ziman û partiyên siyasî ji bo 21'ê Sibatê meş li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevî ku di bin şert û mercên dijwar de ye jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne û got: “Tecrîdkirina Abdullah Ocalan di heman demê de tecrîda li ser zimanê Kurdî û hemû zimanên din ên bêstatu û bêperwerde ne.”
Bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, bi pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Amed û rêxistinên Partiya Heremên Demokratîk (DPB) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Amedê bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdeya Bi Kurdî” meş hat lidarxistin. Beriya meşê girse li ber avahiya DBP'a Amedê ya li Oryilê kom bû û paşê meş li dar xist. Meşê heta Birdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê berdewam kir.
Parlamenteren DEM Partî yên Amedê Serhat Eren, Ceylan Akça, nûnerên rêxistinên sivîl, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê û bi sedan welatî di meşê de cih girtin. Meş li pişt pankarta "Statuya Kurdî, Perwerdehiya Bi Kurdî" ku bi Kurmancî û Kirmanckî hatibû nivîsandin pêk hat. Di meşê de Koma Erbeneyê ya Komelaya Çand û Hunerê ya Dîcle li erbenayan dan û stran gotin. Bê navber dirûşmên li ser zimanê Kurdî hatin berzkirin û dovîzên dilsoziya bi Kurdî re hatin hildan.
Meş li ber Birdariya Mafên Mirovan qediya û daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi Kurmancî û Kirmanckî hat dayîn. Daxuyaniya Kurmancî Hevseroka DBP'a Amedê Sultan Yaray xwend û daxuyaniya Kirmanckî jî rêveberê MED-DERê Silêman Yilmaz xwend.
Parastina zimanê kurdî
Hevseroka DBPa Amedê Sultan Yaray diyar kir ku hemû Kurdên azadîxwaz bi salan e bi armanca parastin û azadiya zimanê Kurdî her roj di nava têkoşîneke domdar de ne û got: “Neteweya kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye, zimanê kurdî jî zimanekî herî qedîm û binirx ê mirovahiyê ye. Lê sed heyf û mixabin kurd jî, kurdî jî hê ne xwedî statuyekê ne. Perwerdeya bi kurdî hê jî pêk nehatiye. Berovajî, zimanê kurdî hê jî ji gelek aliyan ve tê qedexekirin, rastî zext û êrişan tê, di dorpêça pişaftin û tunekirinê de ye. Dîsa zimanê kurdî li meclîsê û saziyên fermî nayê qebûlkirin, her cureyê zextan li ser kurdî tên meşandin, li her derê Kurdistanê saziyên dewletê wek aşê pişaftina kurdî dixebitin; ku ev kurdîkujî ye û sûcekî mezin ê mirovahiyê ye.Herçiqas di encama têkoşîna gelê kurd a dîrokî de ev polîtîka û kiryar bi ser neketibin û têk çûbin jî ji gelek aliyan ve bi rê û rêbazên nûjenkirî berdewam dikin.”
Tunehesibandina zimanê kurdî
Sultan Yaray da zanîn ku bi milyonan zarokên kurd hê jî bi pişaftineke xedar re rû bi rû ne û ji zimanê xwe hatine dûrxistin û nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û wiha got: “Bêguman netewdewleta Tirk a ku xwe li ser tirkperestiyê saz kiriye, bi riya helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî; dixwaze kurdan ji hemû mafê wan ên neteweyî bêpar bihêle ku kurd nikaribin bi nirxên xwe wek neteweyekê bi nasname û nirxên xwe yên xwebûnî bijîn. Komara Tirk a çand û zimanê tirkî li ser tunehesibandin, tecrîd û tunekirina zimanên din û li ser tunehesibandina netewe, gel û komên din ava kiriye û hê jî di vê rewşa xwe de israr dike. Hê jî pergala xwe ya nîjadperest a ku li gor netewedewleta tirkîtiyê anku li gor yek ziman, yek netewe û yek çandê ava kiriye dispêre gelê kurd û hemû gelên din. Hemû nêzîkatiyên xwe li gor vê diyar dike.”
'Nirxên kurdan hatiye dorpêçkirin'
Sultan Yaray bi lêvkir ku nêzîkatiya desthilatdariya Dewleta Tirk a niha ya ji bo zimanê kurdî rasterast bi nêzîkatiya hemû nirxên kurdan re têkildar e û hemû dorpêçkirin, zext û tecrîdên li her qadê girêdayî hev in û got: “Mînaka vê ya herî şênber tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan e; ku rêzdar Abdullah Ocalan ji destpêkê heta niha bi paradîgmaya xwe ya dîrokî, civakî, azadîxwaz û demokratîk serbestî û azadiya hemû ziman, çand û nasnameyan dixwaze. ji bo wê têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Derbarê zimanê dayikê, bi taybetî derbarê zimanê kurdî de gelek nirxandin kirine û bi caran bangên dîrokî yên xwedîlêderketina zimanê kurdî û hemû zimanên din kirine. Rêzdar Ocalan di bin tecrîdeke giran de, di bin şert û mercên dijwar de, hê jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne. Bi taybetî jî hewl dide ku ji bo pergaleke demokratik ku zimanê kurdî û hemû zimanên din bibin xwedî statu û zimanê perwerdehiyê. Ji ber vê yekê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan di heman demê de tecrîda li ser zimanê kurdî û hemû zimanên din ên bêstatû û bêperwerde ne. Bêguman têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêzdar Ocalan di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya kurdî û hemû zimanên din e.”
Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî
Sultan Yaray diyar kir ku li Rojava zimanê kurdî û hemû zimanên din xwedî statu ne û perwedehiya bi zimanê kurdî û hemû zimanên din heye rastî êrişên mezin tê û wiha axivî: “Parastina şoreşa Rojava di heman demê de parastina zimanê kurdî û hemû zimanên din e. Li ser bingeha vê rastiyê, ji bo azadî û aştiyeke birûmet a hemû gelan û hemû zimanan, em her dem û li her derê têkoşîna xwe ya azadiya fizîkî ya Rêzdar Abdullah Ocalan û parastina şoreşa Rojava berdewam bikin, xurtir bikin. Em gelek zelal dibêjin ku; daxwaza me ya statuya neteweya kurd û zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî xeta me ya sor û jêveneger e.”
Sultan Yaray bang li dewletê kir û got: “Hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin, bila di hemû qadên jiyanê de, hemû qadên civakî, giştî û fermî de kurdî serbest be, kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanekî fermî, hemû mafên kurdî di zagona bingehîn de bên mîsogerkirin,ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi kurdî perwerde bê dîtin.”
Daxwaza perwerdeya bi kurdî
Sultan Yaray bang li gelê Kurd ki û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bîr û bawerî û siyaseta kê çi dibe bila bibe, em hemû kurd bi bîr, bawerî û hişmendiya ku zimanê kurdî ji bo me kurdan hebûn, xwebûn, nasname û nirxê bingehîn ê neteweyî ye, xîm û sîwana jiyana me ye. Ji bo me, ji nan û avê wêdetir e. Em her dem, li her derê û di hemû qadên jiyanê de, bi axaftin, nivîsandin, xwendin, hînbûn û hînkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin. Her derê bikin mal, dibistan û zanîngehên kurdî. Li dijî her cureyê pişaftinê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û statuya zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî bilind bikin. Em her tim bibin têkoşerên ziman, çand û nirxên xwe yên neteweyî, civakî û dîrokî.”
'Helwest li dij aştiyê ye'
Pişt re parlamenter Serhat Eren axivî û destpêkê kesên di têkoşîna zimanê Kurdî û zimanên din ên cîhanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Serhat Eren di axaftina xwe de wiha got: “Ziman ji bo miletekî hebûn û sedema jiyanê ye. Ev sed salin ji jo ku kurdî tunebikin her cure polîtîkayên qirêj meşandin, lê bi tu awayî nikarin kurdî tunebikin. Gelê kurd heta niha ji bo zimanê xwe têkoşiyaye yê îro jî tê bikoşe. Ji bo ku aşitî û azadî were vî welatî birêz Ocalan bi salan e bi awayekî bê hempa tê dikoşe. Lê hûn li vir tahamilî navê birêz ocalan nakin. Ev helwesta we li dij aşitiyê ye, daxwaze şer e.”
Ber ku Serhat Eren behsa Abdullah Ocalan kir, polîsan hişyarî da girseyê û gefa êrişê xwar. Serhat Temel nerazîbûn nîşanî polîsan da û got ku ev hişyarî ango anons sûc e.
Piştî daxuyaniyê girseyê li ber stran û erbaneyan govend gerand.