Mînaka jiyanek komunal: Adarok
- 09:09 15 Gulan 2026
- Çand û Huner
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Şahiya Adarok a bi sedsalan e li Gundikê Melê tê pîrozkirin, wek mînaka jiyana komunal îro tê jiyîn. Ev kevneşopî, li Gundikê Melê her sal tê pîrozkirin.
Adaro kevneşopiyeke 350 salî ya li bajaroka Gundikê Melê ya li Şirnexê ye. Bi hatina biharê re bi şahiyan tê pîrozkirin. Bernameya di nava xwezayê de pêk tê, di beroşên mezin de bi awayekî komunal xwarin tên çêkirin. Lîstikên gelerî tên lîstin, govend tên gerandin û stran tên gotin.
Jinên tevli şahiya Adarokê dibin der barê vê kevneşopiyê de axivîn.
Bernameyeke mînaka jiyana komunal
Hevşaredara Gundikê Melê Gulsum Akak wiha got: “Ev kevneşopî bi salan e didome. Ji bav û kalên me tê. Ji ber vê divê neyê jibîrkirin. Divê em çanda xwe zindî bihêlin. Berê li gundan dihat kirin. Berê tenê mêr tevli dibûn. Di rewşa normal de di meha Adarê de dihat kirin. Lê ji ber şiliyê em niha dikin. Di salên dawî de jin jî tevli dibin. Em di nava xwezayê de li qada gund tên gel hev. Di beroşan de xwarinê çêdikin. Ev mînaka jiyaneke komunal e.”
‘Em bi hev re rojek xwe derbas dikin’
Vecîha Fîdan jî got Adarok her sal tê pîrozkirin û wiha domand: “Xwarin tên çêkirin, zarok lîstikan dilîzn. Em tevli dibin. Her kes bi malbata xwe re tevli dibe. Em xwarinan çêdikin.”
Hacer Fîdan jî diyar kir ku şahiya Adarokê ji bo wan hatina biharê temsîl dike û got: “Ev şahî ji dapîr û bapîrên me maye. Berê ev şahî li gund dihat kirin lê niha ji ber qerebalixe li xwezayê tê kirin. Jin û mêr tevli dibin. Xwarin tên çêkirin. Dengbêj stranan dibêjin. Govend tê gerandin. Divê ev kevneşopî winda nebe, nifşên piştî me jî bidomînin.”







