'Em ê wêje, çand û zianê xwe bi cîhanê bidin anskirin'

  • 09:05 23 Tebax 2026
  • Çand û Huner
Buşra Turan
 
BEDLÎS - Nivîskar Herdem Merwanî, derbarê rêwîtiya xwe ya wêjeyê ku li girtîgehê dest pê kiribû û berhemên xwe de axivî. Herdem Merwanî diyar kir ku tevî zext û zordariyan jî wêjeya kurdî bîra kolektîf zindî dihêle û da zanîn ku wê hemû berhemên xwe diyarî girtiyên azadiyê kirine.
 
Tevî hemû astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî, çand û wêjeya li Kurdistanê, hilberîna wêjeya kurdî li her derê, ji girtîgehan bigire heta kolanan, berdewam dike. Li herêmeke ku nivîsandina bi zimanê zikmakî û parastina bîra wêjeyî xwedî berdêleke giran e girtina pênûsê ya nivîskarên ku li girtîgehê dest bi nivîsandinê kirine û bi rêya wêjeyê li ber xwe dane, xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
 
Nivîskar û Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd, Herdem Merwanî, ji bo ajansa me behsa pêvajoya xwe ya nivîsandinê ku li girtîgehê dest pê kiribû berhemên xwe yên ku di wê pêvajoyê de winda kiribûn û rêwîtiya wêjeyî ya ku gihîştibû pirtûka wê ya dawî, "Hunera Dil" kir.
 
‘Min di girtîgehê de dest bi nivîsandina helbestan kir’
 
Herdem Merwanî, bi gotina ku wê di temenekî biçûk de bi zimanê Kurdî dest bi nivîsandinê kiriye, diyar kir ku dema wê di girtîgehê de dest bi nivîsandina helbestan kir, lêgerîna wê ya wêjeyî kûrtir bûye. Herdem Merwanî got: "Ez di 12 saliya xwe de hatim girtin û min di girtîgehê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Ji wê demê û vir ve, min giranî da nivîsandina helbestan. Gelek ji berhemên min ji ber sedemên cuda winda bûn. Heta, di demên dijwar de ez neçar mam ku hinekan ji wan bi destên xwe bişewitînim. Heta niha, sê pirtûkên min hatine çapkirin. Pirtûka min a yekem 'Çıra' bû; min ew di dema girtîbûna xwe de temam kiribû. Paşê, berhemên min 'Reqsa Perperîkan' û 'Hunera Dil' hatin çapkirin. Niha sê pirtûkên min ên çapkirî hene. Di heman demê de, ez wekî hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd kar dikim. Ji ber ku ez beşeke mezin a dema xwe ji bo hewldanên rêxistinkirina nivîskarên Kurd vediqetînim, êdî wekî berê derfetê ji bo nivîsandinê nabînim. Ez di cureyên cuda yên helbestê de berheman diafirînim. Ez bi îlhama ji bûyerên ku li herêma lê me, ji çîrokên qehremaniyê, ji evînê û ji gelek aliyên din ên jiyana mirovan digirim dinivîsîm. Pirtûka min a dawî, 'Hûnera Dil', ji bo min xwedî cihekî taybet e. Di vê pirtûkê de helbestên ku min derbarê bavê xwe de nivîsandine, cih digirin. Bavê min 30 salan di girtîgehê de ma. Piştî berdana wî, ew 51 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin û piştre jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina bavê xwe, min helbestên xwe diyarî girtiyên azadiyê kirin. Ji ber vê yekê, 'Hûnera Dil' ji bo min bû berhemeke pir hestyar û taybet. Di pêvajoya nivîsandinê de min hestên kûr jiyan; carinan min nedikarî pêşî li rondikên çavên xwe bigirim."
 
'Wêjeya ku  ne di xizmeta gel de be, nikare bi wateya xwe bibe wêje'
 
Herdem Merwanî, diyar kir ku wêje yek ji nirxên herî girîng e ji bo parastina hebûn û bîra civakan, diyar kir ku ew di berhemên xwe de hewl dide ligel hestên takekesî, balê bikişîne ser mijarên civakî jî. Herdem Merwanî got: "Li cihê ku wêje tune be, jiyan jî tune ye. Ew jiyan mîna bihareke bê gul û kulîlk e. Wêje yek ji hêzên herî bi bandor e ku gelan li ser piyan digire. Heke wêje ne di xizmeta gel de be, nikare di wateya rastîn de bibe wêje. Ji ber ku wêje di cewherê xwe de civakî ye. Min navê 'Girtiyên Azadiyê' li yek ji helbestên xwe kir. Ev helbest di rastiyê de ne tenê bersiveke ji bo kesên taybet, ji bo tevahiya civaka Kurd e. Di helbesta xwe de, min qet nêzîkatiyeke bi temamî takekesî esas negirtiye. Dibe ku mirov bêyî ku di destpêkê de hestan têxe nav nivîsê binivîse, lê ez bawer dikim ku bi demê re, nivîs bixwe nivîskar ber bi kûrahiyên hestyarî ve dibe. Îro roj, hinek kes dibînin ku civak ji wêjeyê dûr dikeve; lêbelê, di jiyana xwe de ez rastî rewşeke wiha nehatime. Min gelek kesên ku ez qet nas nakim dîtine ku xwedî li pirtûkên min derketine û ew ji kesên din re dane nasîn. Vê yekê moral û hêzeke mezin daye min. Wêje di navbera min û civakê de bûye pirek. Ew eleqe û hesta xwedîderketinê ya ku gel di çalakî, gotûbêj û civînên me de nîşan dide, me teşwîq dike ku em xebata xwe bidomînin. Herçend vê dawiyê ji ber projeyên din min navberek daye nivîsandinê jî lê min soz daye ku ez ê dîsa binivîsim. Bi taybetî, armanca min ew e ku ez romanekê û pirtûkeke çîrokan  binivîsim. Ez dixwazim van berheman temam bikim û wan veguherînim nirxên hevpar ên civakê. Armanca min ew e ku ez nirxên ku li ber jibîrkirinê ne qeyd bikim û wan bigihînim nifşên nû."
 
‘Divê em bibin yek’
 
Herdem Merwanî, bi gotina ku armanca çalakiyên Komeleya Nivîskarên Kurd xurtkirina yekîtî û hevgirtina di navbera nivîskarên kurd de ye, anî ziman ku divê hemû nivîskarên kurd beşdarî nîqaşên derbarê civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê bibin. Herdem Merwanî wiha got: “Fikra yekîtiya kurdan bingeha xebata komeleya me pêk tîne. Me her tim parêzvaniya yekîtiya kurdan kiriye û em dixwazin li her qadê bi kurdan re werin cem hev. Em bawer dikin ku yekîtî ji bo paşeroja me pêwîstiyeke bingehîn e. Ji ber vê yekê, em hewl didin bigihîjin hemû nivîskarên kurd û xalên hevpar bibînin. Bêguman, prensîbên me yên bingehîn û xetên me yên sor hene; em nêzîkatiyên ku heqaretê li gelê me dikin an jî zirarê didin nirxên gelê me qebûl nakin. Ji bilî vê, em bawer dikin ku divê hemû nivîskarên kurd xwe rêxistin bikin û têkoşîna me ya hevpar berfireh bikin. Di vê qonaxê de, yek ji hêviyên me yên herî mezin ew e ku nivîskarên kurd xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Me beşeke mezin a jiyana xwe di atmosfereke şer de derbas kir û berdêlên giran dan. Lewma, bidestxistina aştiyê mijareke pir biqîmet û bi rûmet e û parastina wê jî berpirsiyariya me hemûyan e. Ev ne karekî tenê çend kesan e; ev pêvajoyek e ku divê her nivîskarekî/e kurd ê ku xemxwarên paşerojê ne. Wekî nivîskarên kurd, em niha dixwazin bi awayekî azad derbarê tiştên ku demeke dirêj e di dilê me de mane, binivîsin. Em dixwazin hawîrdorekê ava bikin ku tê de zimanê kurdî neyê qedexekirin, berhemên nivîskî nebin sedema cezakirinê û azadiya hizir û derbirînê were misogerkirin. Em dixwazin aştiyê bikin parçeyekî xwezayî yê jiyanê, ne ku tenê wekî hêviyekê lê bê nêrtin. Em bawer dikin ku kurd gelekî hêjayî jiyaneke azad û hebûneke aştiyane ne. Wekî gelên din, em ê jî wêje, çand û zimanê xwe bi cîhanê bidin naskirin.”‘