'Divê Birêz Ocalan bibe kordînatorê siyasî yê pêvajoyê'
- 09:05 14 Tebax 2026
- Ramyarî
Nazlican Nujîn Yildiz
ENQERE - Hevseroka HDP'ê Sûltan Ozcan, diyar kir ku qanûna bingehîn a ji aliyê Parlamentoyê ve hatiye pejirandin wekî xaleke destpêkê ye, anî ziman ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya cîbicîkirina vê qanûnê de wekî koordînatorê siyasî tevbigere.
Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya bi navê "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûn Civakî" ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû amadekirin û armanca wê ji bo pêvajoyê avakirina bingeheke qanûnî û hiqûqî bû, ji aliyê Lijneya Giştî ya Parlamentoyê ve bi 467 dengên erê, 87 dengên na û 7 dengên bêalî hat derbaskirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sultan Ozcan derbarê vê "qanûna bingehîn" de nirxandina kir.
‘Destpêkeke girîng e’
Sûltan Ozcan bi gotina ku di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e mijara kurdî li Parlamentoyê tê nîqaşkirin set bi axaftina xwe kir û wiha got: "Di 5'ê Tebaxa sala borî de li Parlamentoyê komîsyonek hat avakirin. Hemû partiyan, ji bilî Partiya IYI, endam ji bo wê destnîşan kirin û komîsyonê salek şûnda rapora xwe eşkere kir. Herçend ku raporê wergirtina nêrîn û pêşniyarên beşên cuda yên civakê jî di nav xwe de dihewand ji ber helwesta dewletê hêdî dimeşiya. Lê ew rastiya ku ev mijar cara yekem li Parlamentoyê hat nîqaşkirin û çarçoveyeke qanûnî jê re hat dayîn, gaveke dîrokî ye. Ev yek destpêkeke pir girîng, jiyanî û dîrokî ye. Bi veguhastina mijarê ji serdema pevçûnê veguherî serdemeke pêvajoya hiqûqî."
'Wî rola xwe ya muzakerevanê sereke ispat kir'
Sûltan Ozcan diyar kir ku însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê bandoreke veguherîna berfireh çêkiriye û wiha got: "Wê 'Banga ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk' a bi hêz ku wî di 27ê Sibatê de kir û hemû spekulasyon ji holê rakirin rê li ber avêtina gavên bilez ji aliyê rêxistinê ve vekir: ragihandina demildest a agirbestê, lidarxistina kongreyê, biryara fesihkirina rêxistinê û lidarxistina merasîma şewitandina çekan. Bi rastî, bi redkirina van nêzîkatiyên spekulatîf, wî ji tevahiya cîhanê û gelên Tirkiyeyê re nîşan da ku ew muzakerevanê sereke ye."
'Divê Birêz Ocalan koordînatorê siyasî yê pêvajoyê be'
Sûltan Ozcan bal kişand ser wê yekê ku bi qanûna çarçove re serdemeke nû dest pê kiriye û wiha domand: "Gelo em ê di qonaxên cîbicîkirina qanûnê de rastî çi werin? Çi rêbaz dê were şopandin? Veger dê çawa pêk werin? Piştrastkirin û nirxandin dê çawa werin kirin? Berdana ji girtîgehan dê çawa pêk were? Vegera ji derveyî welat dê çawa pêk were? Derbarê van mijaran de û bi taybetî pêvajoya vegera endamên rêxistinê yên ku dev ji têkoşîna çekdarî berdane û rêxistin fesih kirine û yên ku dikevin çarçoveya qanûnê de gelek girîng e ku Birêz Abdullah Ocalan roleke wekî koordînatorê siyasî yê vê pêvajoya giştî bigire ser xwe. Ev yek ji bo misogerkirina wê yekê ku pêvajo bi awayekî bi rêk û pêk û bê pirsgirêk bê meşandin, ji bo rakirina astengên li pêşiya encama serkeftî û ji bo ji holêrakirina her cûre dudiliyê, xwedî girîngiyeke jiyanî ye."
‘Divê komîsyonên cuda cuda werin avakirin’
Sûltan Ozcan bal kişand ser wê yekê ku qanûna çarçoveyî du desteyan pêşbînî dike û got: “Yek ji wan desteyek e ku bi Serokomariyê ve girêdayî ye û ji wezaretên cûrbecûr û Cîgirê Serokomar pêk tê. Ya din jî wekî desteyeke çavdêriyê ya di nava Parlamentoyê de tê plankirin. Lewma, pêwîst e ku li gorî hewcedariyên rastîn, ji bo van saziyan komîsyonên cûr bi cûr werin avakirin. Em bi dengekî bilind daxwaza avakirina mekanîzmayên wiha dikin ku şert û mercên xebatê yên azad ji bo Birêz Ocalan misoger bikin û rê bidin wî ku wekî koordînatorekî siyasî bi awayekî şexsî beşdarî pêvajoyê bibe. Em ê bi awayekî çalak li pey vê yekê bin. Wekî din, dibe ku aloziyên potansiyel bibin sedem ku pêvajo raweste an jî rastî paşveçûnan were; ev tiştek e ku em nikarin qebûl bikin. Ne gelên Tirkiyeyê û ne jî gelê Kurd dê vê yekê qebûl bikin. Bi rastî, em vê yekê ji daxuyaniyên rêxistinê bi zelalî fêm dikin.”
‘Têkoşîn li benda me ye’
Sûltan Ozcan, bi bîr xist ku derxistina çekan ji dewerê gaveke girîng e ji bo vekirina rêya veguherîna demokratîk û wiha lê zêde kir: “Têkoşînek li benda mehemûyan e; têkoşînek ku ji hêla dînamîkên çalakgeriya civakî ve tê meşandin ku tê de em ne tenê şopîner an çavdêr in, lê beşdarên çalak in ku berpirsiyariya pêşvebirina wê hildigirin ser milên xwe. Ev yek ji demokratîkbûnê cuda nayê destgirtin.”
‘Rêya aştiyê di demokratîkbûnê re derbas dibe’
Sûltan Ozcan diyar kir ku sedsalek înkar û pêncî sal têkoşîn û pevçûn bi qanûnekê tenê nayên bidawîkirin û destnîşan kir ku çarçoveya qanûnî wekî rêbernameyekê xizmetê dike. Sûltan Ozcan tekez kir ku aştiya mayinde bi demokratîkbûnê ve girêdayî ye û got: “Aştiya mayinde bi hemwelatiya wekhev û parastina qanûnî ya mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî girêdayî ye. Her wiha bi edaleta civakî û her weha bi demokratîkbûn û ewlekirina jiyana aborî, civakî û siyasî ve jî girêdayî ye.”
‘Wekheviya qanûnî dê bibe misogeriya paşerojeke hevpar’
Sultan Ozcan, piştî ku diyar kir divê gavên ber bi demokratîkbûnê ve di nav de pêkanîna biryarên DMME û Dadgeha Destûrî û vegerandina şaredariyan bo xwediyên wan ên rastîn demildest bên avêtin, wiha berdewam kir: “Pêkanîna parastina qanûnî ji bo ziman, bawerî, çand û nasnameya gelê Kurd û hemû kesên ku hebûna wan hatiye înkarkirin, ligel pênasekirina hemwelatiya wekhev a qanûnî, dê bibe misogeriya paşerojeke hevpar.
Em hemû dizanin ku herçend dibe ku ev pêvajoyên demokratîkbûnê piştî ketina qanûnê ya meriyetê bi hev re têkildar bibin jî divê her qonax di dawiyê de bi qanûneke demokratîk û azadîxwaz were tacîdarkirin. Lêbelê, ev yek bi bingehgirtina hiqûqê di her warî de pêkan e. Pêdiviya me bi hiqûqêheye; divê em pêvajoyên têkildarî deng, desthilatdarî û biryardanê dest pê bikin; qada demokratîk berfireh bikin;û demokrasiya herêmî û kanalên xweseriya herêmî bi misogerkirina wan bi rêya qanûnan ava bikin.”
‘Tiştê ku wekî daxwazên sade tê pêşkêşkirin, di rastiyê de vegerandina mafên me ye’
Sûltan Ozcan bal kişand ser wê yekê ku divê jin di pêvajoya pêkanîna qanûnê de aktorên çalak bin û wiha got: “Divê destûreke demokratîk hiqûqeke civakî misoger bike, newekheviya dahatê ji holê rake, astengiyên li pêşiya azadiya rêxistinbûn û derbirînê rake û mafên xwezayê jî li ber çavan bigire. Aştiya mayinde tenê wê demê pêk tê ku ev pêvajo bi çarçoveyeke hiqûqê were tacîdarkirin.
‘Pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye’
Sûltan Ozcan bal kişand ser wê yekê ku demokratîkbûna Tirkiyeyê ne pêvajoyek e ku tenê ji aliyê gelê şoreşger-demokrat û gelê Kurd ve were meşandin û bigihîje serkeftinê û got: “Ev yek dê bi îrade û aqilmendiya kolektîf a hemû 86 milyon kesan pêk were. ango aktorên rêxistinkirî, dayik û her kesê ku dibêje ‘Bila ev êş bi dawî bibe û tu carî venegere’. Ne rast e ku mirov her tiştî di çarçoveya qanûnekê, sindoqeke dengdanê, hilbijartinekê an jî di nava girdaba siyasetên hilbijartinê de bisînor bike. Divê em dev ji wê nêzîkatiyê berdin ku vê pirsgirêka mezin tenê dadixe asta berjewendiyên pragmatîk û hesabên hejmartina dengan ên kêliya niha an jî pêşeroja nêzîk. Aliyên pirsgirêkê danûstandinan dikin. Ji bo bidestxistina aştiyeke mayinde û Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re. Ji ber wê pêwistî bi têkoşîneke hevpar heye."
‘Îradeya hûnandina jiyaneke nû heye’
Sûltan Ozcan got: “Derbarê kiryarên desthilatdariyê yên ku qada demokratîk û warê mafan sînordar dikin de, kêmbûna baweriyê heye. Em vê yekê fêm dikin. Jixwe, em beşeke civakê ne ku barê herî giran kişandiye û êşên kûr jiyaye. Lê belê, li aliyê din, ew gotinên ku îdia dikin ‘Kurd ne têgihîştî ne, ew koma civakî ne ku herî zêde ji xapandinê re vekirî ne’, nêrîneke kûr a Oryantalîst nîşan didin. Dîrok jî dê vê yekê qeyd bike û ez bawer im kesên ku xwediyê van nêrînan in, dê di dawiyê de şerm bikin. Îradeya me heye ku em asoyên jiyaneke nû bihunin.”







