Polîsan bi awayekî korsan avêt ser Komeleya Amargiyê

  • 09:51 4 Îlon 2026
  • Rojane
 
AMED - Polîsan nîvê şevê bi awayek korsan bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê de girt û mifteya komeleyê desteser kir. Hat zanîn ku polîsan gotiye divê berpirsên komeleyê biçin mifteyê ji emniyetê bigirin.
 
Polîsan bi şev saet li 02:00an bi awayek korsan avêt ser Komaleya Çand û Hunerê ya Amargiyê ya li navçeya Sura Amedê. Polîsan di serdegirtina komeleyê de li hundir lêgerînê pêk anî û paşê mifteya deriyê komeleyê desteser kir. Hat diyarkirin ku polîsan mifteya komeleyê guherandiye û agahî dane berpirsyarê komeleyê ku biçin mifteyê ji Midûriyeta Polîsan a Amedê bigirin.