Ji 9 rêxistinan banga bidawîkirina qedexeyên li ser zimanê dayîkê

  • 14:49 19 Cotmeh 2026
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN -Neh rêxistinên sivîl û pîşeyî ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi daxuyaniyek hevpar bang li hikûmeta Sûriyeyê kirin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê nas bike. Îmzevanan diyar kirin ku sepandina modela ‘yek netew, yek ziman’ dê ji bo pevçûn û cûdakariyê
 
Neh rêxistinên pîşeyî û saziyên civaka sivîl ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyek hevpar qedexeyên li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Sûriyeyê hate kirin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê di hemû astên perwerdeyê de nas bike. Îmzevanan her wiha ji rêxistinên navneteweyî û komên mafên mirovan xwestin ku ji bo rakirina van qedexeyan bikevin nava liv û tevgerê.
 
Qedexekirin bû sedema nerazîbûnan
 
Di daxuyaniyê de rêxistinan bal kişandin ser destpêkirina sala nû ya xwendinê li Sûriyeyê. Rêxistinan destnîşan kir ku xwendekarên Kurd ên ku berê bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde digirtin, niha bi sînorkirinan re rûbirû ne û perwerdeya bi zimanê Kurdî tenê bi sê saetan sînordar e. Rêxistinan diyar kir ku ev qedexe di nav xwendekar û xelkên herêmî de bûn sedema nerazîbûnan û di encamê de gelek ders hatin girtin.
 
‘Armanc înkarkirina nasnameya Kurdan e’
 
Di daxuyaniyê de rêxistinan îşaret bi pirrengiya neteweyî, zimanî û olî li Sûriyeyê kir û  polîtîkayên rejîma berê ya malbata Esed rexne kir. Rêxistinan da zanîn ku armanc ew e ku nasnameyên Kurdan û komên din ên bindest înkar bikin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev polîtîka betalkirina hemwelatîbûnê ji bo gelek Kurdan û pêkanîna polîtîkayên ‘Erebkirinê’ digre nava xwe û wiha hat domandin: “Pejirandina pirrengiya zimanî û çandî şertek pêş ji bo hevjiyana aştiyane û pêşxistina civakek demokratîk e. Ferzkirina modela ‘yek netew, yek ziman’ li ser komên cûda tenê dê nakokî û cûdakariyê bi xwe re bîne.”
 
‘Maf hatin sînorkirin’
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pergala rêveberiya xweser a li Rojava piştî pêşketinên li Sûriyeyê di sala 2011’an de derket holê, derfetên berfirehtir ji bo naskirina cihêrengiya ziman, çandî û dîrokî ya herêmê afirand. Daxuyaniyê destnîşan kir ku lê belê bi hilweşîna rejîma Beşar Esed û guhertinên siyasî û leşkerî yên paşê, mafên bingehîn ên komên etnîkî yên cûda, tevî mafê perwerdeyê bi zimanê dayîkê rastî sînorkirinan hatine.
 
Banga bi dawîkirina qedexeyan hate kirin
 
Di daxuyaniyê de rêxistinan bal kişandin ser prensîbên damezrandî yên yasaya navneteweyî û pêdiviyên perwerdê û derûniyên zarokan. Rêxistinan banga bidawîanîna sînorkirinên perwerdê yên li dijî Kurdan û komên din ên zimanî li Sûriyeyê kirin. Her wiha wan tekezî li ser mafê xwendekaran kir ku di hemû astên perwerdeya xwe de bi zimanên xwe yên dayîkê perwerdê bibînin û hevgirtina xwe bi xwendekar, Yekîtiya Mamosteyên Rojava û gelê herêmê re anîn ziman.
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û dezgehên mafên mirovan hate kirin ku gavên berbiçav û bibandor da ku hikûmeta Sûriyeyê neçar bikin ku mafê perwerdeyê bi zimanê dayîkê nas bike û garantî bike, bavêjin.
 
Saziyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
 
* Sendîkaya Mamostayên Kurdistanê – Sine
 
* Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê – Seqiz û Ziviye
 
* Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê – Merîwaz û Serabad
 
* Sendîkaya Mamosteyên Harsîn
 
* Sendîkaya Mamosteyên Mazandaranê
 
* Sendîkaya Mamosteyên Buşehrê
 
* Sendîkaya Perwerdekarên Cil û bergên Îslamabadê
 
* Çroy-e Jiyan (Zîla Jiyanê) – Saqiz
 
* Eniya Yekbûyî ya Kurdan