Necla Bouden Romdhane bû seroka jin a yekem a Tunusê
- 14:02 30 Îlon 2021
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Necla Bouden Romdhane bû seroka jin a yekem a Tunusê.
Piştî qeyrana siyasî Serokkomarê Tunusê Kays Said rayeyên meclîsê dabû sekinandin û piştî du meh şûnde Necla Bouden Romdhane ya profesora jeofizik a projeyên Bankaya Dinyayê li Wezareta Perwerdeyê pêşkêş dikir wekî serok tayin kir. Necla Bouden Romdhane bû seroka yekem a jin a li welêt.
Tê payin Necla Bouden Romdhane li gor serokên serdemên berê kêmtir xwediyê rayeyê be.