Li Londonê li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin
- 09:56 21 Cotmeh 2021
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Londonê ji bo balkişandina ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ciwanan çalakî li dar xistin.
Ciwanan li Londonê ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî belavok xistin qutiyên postayê yên malan û danîn ber wesayitan.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) li paytexta Îngilistan Londonê di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belavok belav kirin.
Ciwanan danê êvarê belavok xistin qutiyên postayê yên malan û danîn ber camên wesayitan.
Ciwanan diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê her tim çalakiyan li dar bixin û destnîşan kirin ku azadiya Ocalan nêz e.