Rêxistina Efûyê rapora xwe ya sala 2025'an weşand

  • 12:24 21 Nîsan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, rapora xwe ya 2025'an weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku hêz û şîrketên mezin êrişî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan dikin.
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, rapora xwe ya 2025'an weşand. Li gorî raporê, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li gorî stratejiyên xwe yên avakirina serdestiya aborî û siyasî, polîtîkayên "wêrankirin, tepeserkirin û tundûtûjiya berfireh" dimeşînin. Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnès Callamard, raporê li Londonê bi raya giştî re parve kir. Agnès Callamard diyar kir ku ev serok di sala 2025'an de polîtîkayên xwe yên tepeserkirinê li ser asta cîhanî domandine.
 
Di raporê de wiha hat gotin: "Cîhan li ber serdemeke nû ya xeternak e ku bi êrişên li ser piralîbûnê, hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan ji hêla hêzên mezin, şîrket û tevgerên li dijî mafên mirovan ve tê karakterîzekirin."
 
Di raporê de hat destnîşankirin pergala navneteweyî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatiye vakirin, xisareke mezin dîtiye. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, gelek dewlet rêzikên navneteweyî binpê dikin û cîhan her ku diçe ber bi pergalekê ve diçe ku "şer şûna dîplomasiyê digire". Rêxistinê destnîşan kir ku gelek serokên cîhanê li hember van pêşketinan "netêrker û dudil" dimînin û polîtîkayên êrişkar teşwîq dikin.
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di raporê de got: "Em di heyama herî dijwar a serdema xwe de ne. Mirovahî di bin êrişê de ye ji aliyê tevgerên navneteweyî û hikûmetên talanker ên ku bi biryar in ku serdestiya xwe bi şerên neqanûnî û şantajên aborî yên bêşerm xurt bikin."
 
Raport, ku rexneyên tund li DYA dihewîne, dibêje ku rêveberiya Washingtonê li derveyî welêt "kuştinên bêdad" pêk tîne û kiryarên wê yên li dijî Venezuela û Îranê li dijî qanûna navneteweyî ne. Her wiha dibêje ku rêveberiya Trump destkeftiyên dehsalan di mafên mirovan de, bi taybetî mafên jinan de, qels kiriye.
 
Li gorî raporê, hikûmeta Îsraîlê tevî peymana agirbestê jî êrişên xwe yên li ser Filistîniyan li Xezeyê berdewam kiriye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rexne li civaka navneteweyî kir ji ber ku di vê pêvajoyê de "gav neavêtiye".
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî destnîşan kir ku saziyên navneteweyî yên ku piştî 1948'an hatine damezrandin di salên dawî de bi "êrişên herî dijwar" re rû bi rû mane. Di raporê de hat diyarkirin ku zexta siyasî li ser avaniyên wekî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî zêde bûye. Di raporê de vekişîna DYA'yê ji hin peymanên navneteweyî û cezayên li dijî rayedarên dadgehê wekî mînakên vê pêvajoyê hatin nîşandan.
 
Di raporê de hat diyarkirin ku krîza heyî ya li Rojhilata Navînê yek ji mînakên herî berbiçav e ku çawa qanûna navneteweyî tê paşguhkirin û "êrişên neqanûnî yên destpêkê" yên ji hêla DYA û Îsraîlê ve, digel "bergirîdanên bêkontrol" ên Îranê, nîşan didin ku siyaseta hêzê li herêmê şûna hiqûqê girtiye.