Bersûcên doza Zeren Ertaş hatin beraetkirin
- 12:23 21 Nîsan 2026
- Hiqûq
AYDIN - Di danişîna doza Zeren Ertaşê ya piştî asansora wargeha KYK'ê ketibû û jiyana xwe ji dest dabû, hatiye lidarxistin de hemû bersûc hatin beraetkirin.
Li Aydinê, di 25ê Cotmeha 2023an de li Wargeha Jinan a Guzelhisar a KYK'ê asansorek ketibû, xwendekara bi navê Zeren Ertaş jiyana xwe ji dest dabû û piştî bûyerê jî lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Doz li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aydinê hat dîtin. Di danişîna biryarê ya dozê de her 5 bersûcên bi sucdariya “bi qisûr, bûne sedema mirin û birîndarbûnê” dihatin darizandin, tevlî danişînê nebûn. Parêzerên bersûcan, malbata Zeren Ertaş û parêzerên malbatê amade bûn.
Bavê Zeren Ertaş, Akin Ertaş, di danişînê de axivî û bertek nîşanî nehatina bersûcan da. Ertaş anî ziman ku wan dixwest li rûyê bersûcan binêrin û wiha got: “Bersûc ji berpirsiyariyê direvin. Em tenê li benda pêkanîna edaletê ne.”
‘Biryareke bibe mînak bidin’
Dayika Zeren Ertaşê, Serpîl Ertaşê jî behsa êşa windakirina keça xwe kir û wiha bang li şandeya dadgehê kir: “Ez li Aydinê ji Zerenê zêdetir mam. Ji kerema xwe re biryareke ku bibe mînak bidin.”
Hemû bersûc beraet kirin
Lijneya dadgehê piştî parastinan biryara xwe eşkere kir. Dadgehê rapora herî dawî ya pisporan amade kiriye, berçav girt û derbarê her 5 bersûcan de biryara beraetê da.







