Li Kordofana bakur 23 sivîl hatin kuştin
- 10:48 3 Cotmeh 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Mafên Mirovan a El Cezîre înfazên girseyî yên bêdarizandin ku li herêma Umm Bedir a Eyaleta Kordofan a Bakur bûne sedema mirina 23 sivîlan, kir rapor û diyar kir ku ev kiryar binpêkirinek giran a hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.
Piştî rêze binpêkirinên giran û kuştinên girseyî yên bê daraz ên ku sivîlên bêçek li herêmên cûda yên Sûdanê dikin hedef, tewambariyên li dijî Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) zêde dibin. Ev kiryar binpêkirinên yasaya mirovî ya navneteweyî ne û wek sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê têne hesibandin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a El-Cezîre di daxuyaniya dawî de diyar kir ku li herêma Umm Bedir a eyaleta Kordofan a Bakur a li navenda Sûdanê, sivîl rastî kuştinên komî yên bê daraz tên.
Kuştinên bê darizandin sûcên şer in
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku belgeyên hatine bidestxistin, RSF’ê mîna tawanbarê vê operasyonê dibînin. Operasyona ku di encamê de 23 sivîl bi gulebaranê hatin kuştin û ji mafê darizandinek serbixwe û bêalî an jî darizandineke adil bêpar hatin hiştin.
Çavdêriyê îşaret bi wê yekê kir ku kuştinên bê darizandin, bi taybetî yên kesên girtî an jî yên di bin kontrola yek ji aliyên şer de, binpêkirinek giran a yasaya mirovî ya navneteweyî ne. Çavdêriyê da zanîn ku kuştinên bê darizandin, sivîlan an kesên li derveyî şer mane û darvekirin bêyî darizandineke adil li gorî yasaya navneteweyî, sûcên şer in.
Banga ji bo lêpirsînê
Çavdêriyê banga rawestandina tavilê ya hemû darvekirinên bêdarizandin û bilez kir. Her wiha daxwaz kir ku lêpirsînek bilez, serbixwe, bêalî û zelal a van bûyeran ku kesên berpirsyar, tevî yên ku ferman dane, an jî di pêkanîna wan de alîkarî kirine, bên destpêkirin.
Rêxistinê her wiha banga parastina sivîlan, girtiyan û hemû kesên ku di şer de ne beşdar in kir û xwest rêz ji bo mafê darizandineke adil û garantiyên dadwerî bê kirin û israr kir ku darvekirinên bilez an rêbazên cezayên bêdarizandin, divê nekevin şûna pêvajoya dadwerî.







