10’ê cotmehê: Piştî kesên xwestin beyî xwîn li ezmanan binêrin 4 sal (1)

  • 09:07 6 Cotmeh 2019
  • Dosya
Şahid vedibêjin: Min roja herî dirêj jiya
 
Habîbe Eren - Dîlan Babat
 
ENQERE - Elîf Ozturk ku di komkujiya Gara Enqereyê de bi keça xwe Ozgecan Zavar re birîndar bû û hevala xwe Berna Koç winda kir, diyar kir ku piştî komkujiyê şûnde bi bombeyên gazê re polîsan gule li birîndaran reşandiye û got wê şemiya herî dirêj jiyaye.
 
Di 10’ê cotmeha 2015’an de ji gelek bajarên Tirkiyeyê welatî ji bo aştiyê çûn Enqereyê. Mîtînga Aştî, Ked û Demokrasiyê ku yek ji mîtînga herî mezin a welat bû, di saetên sibehê de bi hezaran kes li ber Gara Trenê ya Enqereyên cem hev û ji 7’an heta 70 her kesî ji bo aştiyê û wekheviyê biparêzin cihê xwe li qadê girti bûn. Dihat plankirin ku mîtîng saet di 12.00’an de li Qada Sihhiye pêk bê. Li Gara Trenê saet di 10.04’an de li pey hev bombeyên zindî yên DAIŞ’ê teqiyan û qad di xwînê de gevizî. 103 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bû.
 
Li pey komkujiyê çîrokên cuda yên dildarên aştiyê ma. Elîf Ozturk bi keça xwe Ozgecan Zavar re birîndar bû û hevala xwe Berna Koç winda kir. Elîfê ew roj ji ajansa me re nirxand.
 
‘Der barê aştiyê de hêvî hebû’
 
Elîfê da zanîn ku atmosferek pir xweş hebû û got: “Me xwest em vê bikin mîtîng. Ez di Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) dixebitim. Me belavokên xwe belav kir û xebatên xwe meşand. Ez, keça min û hevala min Berna Koç ya ji Îzmîrê hatibû sibehê çûn qada mîtîngê. Her tişt pir xweş bû. Kêf û coş hebû. Bi mirovan re hêviya aştiyê hebû. Lê ev hawira xweş veguhertin mahşerê.”
 
‘Li qadê polîs tunebûn'
 
Elîfê diyar kir ku dema ketine qadê li tu derê polîs tunebûne û wiha pê de çû: “Em ketin qadê. Tu ewlehî tunebû. Em matmayî man. Piştî Pirsûsê hinek fikarên min hebûn. Heta min ji keça xwe re got tu neyê. Ji ber li wir mirov qetil kiribûn. Ji bo kortejan anons dihatin kirin. Me ji xwe re çay girt. Em çûn gel hewzê. Wê navberê teqîn çêbû. Min teqîn tê. Keça min û hevala xwe ketin erdê. Min hevalek xwe di teqînê de winda kir. Ez ji qirika xwe birîndar bûm. Xwîn jê dihat. Hevalekî me yê mêr li wir bû. Em hemû şok bibûn. Min xwe dirêjî keça xwe kir, teqîna din çêbû. Piştre polîs derketin û gaz avêtin. Piştre gule bi ser me de barandin. Belê em gulebaran kirin. Gelek birîndar jî ji ber vê mirin.”
 
‘Xebatkarên tenduristiyê bi derbkirinê ji qadê dûrxistin’
 
Elîfê bi lêv kir ku piştî komkujiyê ji kesên ewil birine nexweşxanê keça wê Ozgecan û Berna bû û ev tişt bi lêv kir: “Gelek birîndarên giran nebirin ambulansê. Xebatkarên tenduristiyê ji aliyê polîsan ve rastî mudaxaleyê hatin. Ji ber vê gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Armanca wan ev bû; yên mirin ji xwe mirine, bila yên birîndar jî bimrin. Em bi birîndarî ji wir derketin.”
 
‘Şemiya herî dirêj ya jiyana min bû’
 
Elîfê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez di beşa lezgîn de bûm. Piştî hatim ser hişê xwe, min hewl da fêm bikim ku çi bûye. Min şemiya herî dirêj ya jiyana xwe jiya. Min li aliyekî keça xwe li aliyê din jî Berna dipirsî. Ji ber di qirika xwe de birîndar bibûm nikaribûm biaxivim.”
 
Elîfê da zanîn ku desthilatdarî ji hatina cem hev a muxalefetê û xurtbûna wan nerehet bûye û got: “Ne pêkane ku DAIŞ vê komkujiyê tenê bike. Di vê 4 salî de hinek DAIŞ’iyên îtîrafkar gotin bi MÎT’ê re bazar kirine, rûniştine di vê mijarê de lihev kirine. Erdogan wê demê got ‘ger hun kaosê naxwazin dengên xwe bidin me’. Wan jî gotin ‘ha binêrin we piştgirî neda, ji we re kaos’. Piştî 10’ê cotmehê jî gelek xwîn rijiya û hîna didomin. Ev ne komkujiyên ku hinek çete bi tena serê xwe bikin e.”
 
‘Wê dîrok wan efû neke’
 
Elîfê pêvajoya dadgehê jî bibîr xist û da zanîn ku hinek nivîsandinên navbera wan derketine holê û derket holê ku îstîxbaretek heye û ev nehatiye ragîhandin. Elîfê diyar kir ku ev wê dîrok van bidarizîne. Elîfê destnîşan kir ku ew qebûl bikin jî nekin jî, kujer tên nasîn û der barê 4’emîn salvegera komkujiyê de wiha got: “Niha em nikarin bibîranîna xwe bikin. Ew qad qedexe kirine. Bibîranîn bi bombeyên gazê û binçavkirinan encam dibe. Dewletê tezmînat ji me xwesetiye. Dibêjin me canê we girt em ê nanê we jî bigirin. Lê wê dîrok van jibîr neke. Wê efû neke. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin.”
 
‘Kezî nizanibû çi bike’
 
Piştî teqînê gelek birîndar birin nexweşxana Numuneyê. Maseya krîzê ya dildaran ava kir, jî li baxçeyê vê nexweşxanê hat avakirin. Herî kêm 3 parêzer li wir dipan. Xebatkara tenduristiyê Handan Yazici Aksoy ku di maseya krîzê de cih digirt jî çavdêriyên xwe yên wê demê parve kir. Handanê bi lêv kir ku ew li dijî krîzê ne amade bûne û wiha got: “Berê me erdhêja Marmarayê ya 99’an dîtibû. Heman tişt ji bo 10’ê cotmehê derbasdar e. Em ne amade bûn. Me hewcedarî bi avakirina maseya krîzê dît. Me bi 4 hevalîre mase ava kir. Piştre li nexweşxaneyan geriyam. Min qeyd û navê birîndaran girt. Me hewl da em têkiliyê deynin. Bi rastî gelek alîkarî hat. Jinek pîr hat 5 TL’yê xwe da. Me qebûl nekir. Lê da û bi saetan jî li wir sekinî. Lig elek nexweşxaneyan maseyên krîzê hatin avakirin. Me lîsteya birîndaran amade kir. Em bi saetan jî li morgan geriyan. Em hemû şok bibûn. Hevalek me hat, birîndar nebibû, lê di nava xwînê de mabû. Bandora wê gelek zêde bû. Ez hîna jî nikarim li ber garê derbas bûm. Ez daxwaza malbatan pir baş dizanim. Ger hiqûq pêk bihata wê îro her tişt gelek cudabûna. Li Tirkiyeyê komkujiya herî mezin li ber çavan çêbû.”
 
Handanê di dawiya axaftina xwe de divê her kes zêdetir hestiyar be û wiha dawî lê anî: “Karekî ku divê her kes ji aliyekî de pê bigire heye. Ger biçûk be jî me hinek tişt bikira wê rewş cudatir bûna. Me barê malbat û hevalên birîndar hinek ba jî zivik bikira wê her tişt baştir bûna.”