Berxwedana kesên li hember zilmê serî netewandin (5)
- 09:19 13 Kanûn 2019
- Dosya
Jina Botanê ya ku li gel êşên giran berxwedana xwe didomîne: Guler Tunç
Rojda Aydin
ŞIRNEX - Guler Tunç a ku bi hêva azadiyê ya kesên li hember zilmê serî netewandin dijî û têkoşîna xwe berdewam dike dibêje "Li cihê hêvî hebe azadî jî heye."
Li navçeya Cizîr a Şirnexê qedexeya derketina derve ya di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin, heta 1’ê Adara 2016’an berdewam kir. Di ser vê dîroka bi xwîn re 4 sal derbas bûn. Di encama bûyerên ku li cizîrê pêk hatin de çi bigire ji her malekê kesî/ê jiyana xwe ji dest da. Ji vê pêvajoya ku di heman demê de bi dehan miriyên bê gor li dû xwe hiştin herî zêde jin û zarok bi bandor bûn. Kesên ku li Cizîrê ew pêvajo jiyan çîrokên her yekî/ê cuda ne. Hin ji van kesan hatin di jêrzemînan de hatin şewitandin, hinekên din hatin înfazkirin û hîn kes jî niha li girtîgehê di navbera çar dîwaran de tên girtin. Ji kesên ku bûn şahidê wê demê yek jê jî Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Guler Tunç e. Hevjînê wê Orhan Tunç û tiyê wê Mehmet Tunç di dema qedexeyan de di jêrzemînên li cizîrê de hatin înfazkirin. Hemû kes Gulerê di dema qedexeyan de bi kurê wê Bêkes ku anî dinê nas dike. Guler a ku hemû êşên xwe di temenê xwe yê ciwan de kom kirine qet dest ji têkoşînê berneda.
Guler a ku têkoşîna hevjînê xwe Orhan Tunç dewr girt, gotina 'Hevî' qet ji devê wê kêm nabe û niha Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelana (HDP) ya navçeya Cizîrê dike.
Guler a ku têkoşîna xwe û pêvajoya qedexeyê ji ajansa me re nirxand got: "Heta ku hêviya me hebe em ê bigihîjin aramanca xwe û em nêzî azadiyê ne."
'Peyama ji mamosteyan re şandin nîşaneya êrîşên giran bû'
Guler a ku hevjînê wê Orhan Tunç di jêrzemînên li Cizîrê de hat qetilkirin diyar kir ku ew şahidê wê pêvajoyê û kuştinê ye. Gulerê diyar kir ku wê demê windahiyên mezin hatin dayîn û ew ji peyama ku beriya pêvajoyê ji mamosteyan re hat têgihîştine ku wê tund êrîş bê kirin.
Guler di dirêjiya axaftina xwe de wiha bahsa pêvajoyê kir:“Dema qedexe hat îlankirin îktîdarê hemû mamosteyan ji navçeyê paşve kişandin û derxistin. Piştî qedexe hat îlankirin şûn de ji 7 salî heta 70 salî hemû kes bû hedefa sekvanan. Ne bi tenê îktîdara AKP’ê ji vê berpirse, her wiha mamosteyên ku wê demê ji navçeyê çûn jî berpirsyarin. Ji ber ku bêdeng man. Êrîşên ku wê demê bi ser me de hatin, kesekî din nedît û nejiya. Tu kesî van sê mehan dengê me nebihîst. Wê demê bi tenê malbatên ku zarokên wan û hevjînên wan di jêrzemînan de man deng derxistin. Malbat ji bo zarokên xwe çûn ber jêrzemînan. Kesên ku bêdneg man berpirsyarên van komkûjiyan e. Me sê mehan bi tenê dengê gule, çekan, topan û tangan bihîst. Ji bo ku ev êrîş bên rawestandin me serî gelek cihan da. Lê belê tu bersiv nedan serlêdanên me. Wê demê nedişhîştin kesên birîndar rabikin nexweşxaneyan. Nedihîştin ambulans bên birîndaran bibin û şûnde dişandin.”
‘Gelê Cizîrê ji salên 90’î heta niha heman tiştî dijî’
Guler bal kişand ser xeteriya ku sivîl li Cizîrê pê re rûbirû man û wiha berdewam kir: “Nedihîştin tu kes derbikeve ber deriyê xwe. Kesên ku derdiken ber derî dihatin înfazkirin. Gelek malbat ji ber van êrîşan malên xwe terk kirin û çûn. Bi rojan cinazeyên kesan li erdê man. Cizîr ji hêla ol, ziman û çandê ve bajarekî pîroz bû. Îktîdara ku siyaseta xwe ya girêj di bin navê olê de meşand me di nav van sê mehan de nas kir. Îktîdar ji hemû hêlan ve bi ser gel de dihat. Gelê Cizîrê ne biyaniyê êrîşên ku 3 mehan berdewam kirin. Ji ber ku gelê Cizîrê di salên 90’î de jî heman tişt jiya û heta roja îro ev êrîş berdewam dikin. Lê belê gelê Cizîrê tu carî li hember êrîşên dewleta faşîst gav şûn de neavêt. Gelê me demên herî xirap jiya, lê belê teslîm nebû, nehîştin vî bajarê teslîm bigirin. Hevalên me yên ku sê mehan di jêrzemînan de man tim li ber xwe dan. Kesên jiyana xwe ji dest dan serî li ber faşîzmê netewandin.”
‘Hemû kes terorîst hat îlankirin’
Guler, di berdewamiya axaftina xwe de got ku wê demê hemû rojname û kanalên medyaya alîgir kesên sivîl ên hat qetilkirin wek “terorîst” nîşan dane û servîs kirine û ev tişt got: “Zarokên di zikê dayikên xwe de, Dayika Taybet a 70 salî, Cemîle Çagirga ya 10 salî, bebika Mîray û gelek kesên din wek terorîst hatin îlankirin. Hemû kesên di jêrzemînan de bûn terorîst hatin îlankirin. Bebikek biçûk çawa dibe terorîst? Dema me serî li AÎHM’ê da ji me re gotin çi karên wan li wê derê heye. Ger dema êrîşê welatê me, axa me, bajarê metê kirin wê demê em ê jî destên xwe bilind bikin. Kesên bi tank, top û çekan ve ketin welatê me û me kuştin terorîstin, em ne terorîstin.”
'Em nêzî azadiyê ne'
Guler, da zanîn ku di ser qedexeyê re 4 sal derbas bûn lê hîna tu tişt neguheriye, ji bîr kirin û hemû tişt wek ber zindî ye di hişê wan de û got: " Eşa me kêm nabe, tiştên hatine jiyîn jî nayên jibîrkirin. Zehtên îktîdarê berdewam dikin. . Lê belê me hêza xwe ji hevalên xwe yên ku di jêrzemînan de hatin qetilkirin girtiye ku li hember faşîzmê serî netewandin. Em berxwedana wan ji bo xwe mînak digirin û bersîva dijmin didin. Di dema qedexeyan de 50 kesên ku hatin qetilkirin hîn cinazeyên wan nehatine dîtin. Mabatên me li benda cenazeyên xizmên xwe ne. Hêviya wan ew e ku cinazeyên zarokên xwe bibînin. Ji wê rojê heta niha tu tişt negûherî. Ji bo me tu tişt negûherî. Gelê me di salên 90'î de jî kûştinên kiryar ne diyar bi çavên xwe dîtin. Kesên jiyana xwe ji destdan û di bin axê de ne bûn hêviya azadiyê ji bo me. Hevjînê min jiyana xwe ji dest da, lê ji bo min hêviya azadiyê ye. Dema hêviya me hebe em ê bigihîjin armanca xwe. Ji ber ku em nêzî azadiyê ne.”
Êşên xwe di temenê ciwan de kom kir
Guler a ku êşên xwe temenê xwe yê ciwantiyê de kom kirine bersîva pirsa me ya te çima navê kurê xwe danî Bêkes? wiha dibersivîne: “Beriya ku Orhan bê qetilkirin, pê re axivîm. Tu carî behsa xwe nedikir. Ji min re digot ‘Bêkesê min wê bê dinê.’ Min jî jê re got tu çima dibêjî Bêkes. Em ne bêkes in. Ji min re got ‘wasiyeta min e tu navê kurê me bike bêkes.’ Ev bû axaftina me ya dawî. Ji ber ku piştre Orhan hat qetilkirin. Xwedî derketin tunebû. Navê Bêkes ji wir tê. Dema Orhan ji me re got em li vir bêxwedî man, dilê me dişkest. Ji ber travmaya ku min jiya ez 10 roj berî dema xwe welidîm û min Bêkes anî dinê. Min wasiyeta hevjînê xwe bi cih anî û navê kurê xwe danî Bêkes. Li dijî hemû êşan ez neçarbûm ji bo kurê xwe bijîm. Bêkesê min mezin dibe û ji min re behsa bavê xwe dike û dibêje ‘bavê min li ku ye?’ Lê ez bi navê ‘Berxwedan Orhan’ bang li bêkes dikim. Ji ber ku ez dixwazim berxwedana ku Orhan da her bê bîranîn.”
'Min ji dayikên berxwedêr hêz girt'
Guler, pirsa me ya tu çawa evqas dikarî li ber xwe bidî? Bersivand û got: “Ji ber temenê min biçûk bû pêvajo ji bo min gelek zahmet bû. Di temenê min ê biçûk de êşê min gelek zêde bûn. Min hêz ji Bêkes û Orhan girt fêr bûm çawa li ser nigan bisekinim û li ber xwe bidim. Min ji dayikên ku zarokên wan di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan hêz girt. Li dijî hemû êşan ez divê li ser piyan bim. Ji bo kurê xwe û kesên jiyana xwe dest dane divê bijîm. Em hêzê ji wan digirin. Botan bi salane bi berxwedanê tê bi bîranîn. Bi sedan malbat li ser axa canê xwe feda kirin. Gelê Botanê tu carî serî netewand. Ji ber ku xwedî li vîna xwe derket. Min tucarî hêviya xwe winda nekir. Ji ber ku kesên wekî Mehmet, Orhanan, Asya hêvî dan min.”
‘Li Tirkiyeyê pergala hiqûqê nemaye’
Guler, di dawiya axaftina xwe de got ku di Kanûna 2015’an de di dema qedexeya derketina kolanan de mafê jiyanê hat binpêkirin. Lê serlêdanên sûc ku ji bo van binpêkirinan hatin kirin ret kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê bêhiqûqiqek heye. Em çûm Ewropayê û tevli dadgeha DMME'yê bûn. Parastinan hat kirin û belge hatin dayîn. Lê belê DMME'yê, bû parçeyekê siyaseta qirêj ya îktîdara AKP’ê. Biryareke siyasî hat dayîn, biryareke ehlaqî û wîcdanî nehat dayîn. DMME, divê îro hesab bide gelê Cizîrê. Tu hêviya me jê nemaye. Ji ber ku cihê edalet lê tune be biryarek rast jî nayê dayîn. DMME bi vî biryarê pêşiya komkûjiyan vekir. Li Tirkiyeyê perhala hiqûqê nema ye. DMME jî bû parçeyek ji vê.”