Piştî kesên dest dan hev: Em qet ji bîr nakin...
- 09:04 25 Kanûn 2019
- Dosya
Rojda Aydin-Medine Mamedoglu
ŞIRNEX - Di 28’ê Kanûna 2011’an de 19 jê zarok 34 welatî li ser sînor di encama bombebarana balafirin dewleta tirk de hatin qetilkirin. Ciwan û zarokên ku bi destên hev girtibûn bi hev re ber bi mirinê ve çûn. Daiykên wan ciwanan û zarokan jî 8 sal in dest dest dane hev û rondikên çavên xwe bi hev re paqij dikin û êşa xwe bi hev re parve dikin.
Li nêzî gundê Roboskê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê li sînor di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên Artêşa Tirk bombebaran kiribûn û 19 jê zarok 34 welatî qetil kirin. Çîrokên van 34 kurdên ku hatin qetilkirin gelek caran hatin nivîsandin. Di ser komkûjiyê re 8 sal derbas bûn. Lê malbatên ku her roj li pey edaletê ne her roj bi bêrîkirina 34 ciwanan dest bi rojê dikin û roja xwe diqedînin. Jinên Roboskê ku têkoşîna edaletê didin ji aliyê îktîdarê ve nayên dîtin. Di komkûjiya ku hat kirin de 34 kesên ku jiyana xwe ji dest dan êşa wan hîna wekî berê di dilê dayikan de nûye. Dayikên kesên hatin qetilkirin her roj li gel hev di destên wan de wêneyên zarokên wan diçin goristanê li ser gorên zarokên wan ên ku dest dabûn destê hevdû û ber bi mirinê ve çûbûn. Dayikên Roboskê ji bo zarokên xwe vî tiştê dibêjin: “Êdî rondikên çavên me zûha bûn û em nema dikarin bibarînin. Lê belê em ê tu carî vê hovîtiyê ji bîr nekin.”
6 kesan dest dan hev û ber bi mirinê ve çûn
Di gulebarana ku hat kirin de cenazeyê 5 zarok û ciwanekî ji aliyê gundiyan ve destên wan di destên hev de hatibû dîtin. Ev zarok û ciwanê bi wan re, Adem Ant (18), Yuksel Urek(17), Mehmet Encu (15), Serhat Encu (17), Şivan Encu (14), Erkan Encu (13) û Seyîthan Enç (22) bêyî ku hesabê gulebarana duyemîn bikin li bin kendalekî û li pişt keran xwestibûn xwe veşêrin. Lê wan jî di gulebarana duyem de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wan destên wan di dest hev de anîn.
Komkujiyê 8 sal li dû xwe hişt
Ji wan ciwanên ku dest dabûn hev yek jê jî Seyîthan Enç e. Xwişka wî Hatun Enç, anî ziman ku ew 8 sal in li edaletê digerin. Hatun, bi lêv jir ku dayika wê 8 sal in her roj bi hêviya ku kujer bên darizandin diçe dua dike û wiha got: “8 sal derbas bûn. Tam 8 salên wan wan tijî bû. Dayik û malbatên me 8 sal in diçin goristanê. Dewleta tirk edalet pêk neanî. Em bi xwe li edaletê digerin. Bi dehan mirov hatin qetilkirin. Birayê min ji bo ku pereyê xaniyê em çêbikin bi dest bixe çû sînor. Xaniyê me kevn bû, ji bo dayik û bavê min dilşad bike çû. Me wê rojê herî dawî birayê xwe dît. Hat serê me lê em naxwazin bê serê kesekî din. Birayê min hat qetilkirin ji bo birayên kesên din neyên qetilkirin em edaletê dixwazinn. 8 sal tijî bûn lê edalet pêk nehat. Em naxwazin ku dayik bigirîn. Em ê tu carî vê komkujiyê ji bîr nekin.”
‘Ji bo jiyanê çûn lê cenazeyê wan hat’
Hatun, bi lêv kir ku milekî Seyîthan di destên hevalekî wî de maye û parçeyê din ê cinaz jî serê sibehê dîtine û ev tişt got: “Ji bo xeyalên xwe û jiyaneke xweştir derketibûn rê, lê cenazeyê wan hat. Li vir tu hatiniya me nîne. Ciwanên me ji bo bibin hêviya debarê derketin rê. Piştî ku ew birayê min çû yê din jî krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Bavê min ji ber êşa wan felç bû di nav nivînan de ma. Ji wê rojê û şûnde li malê dengê ken biriya. Li mala me aramiyê cihê xwe da nexweşiyê.”
Hatun, herî dawî wiha got: “Ji hêla hiqûqê ve tu pêşketin tune ye. Her wiha komkujiyê têr nekir, gelek kes girtin û avêtin girtîgehê. Em careke din komkujiyan qebûl nakin.”
‘Em her roj diçin goristanê’
Ji zarokên ku dest dan hev yek jê jî Serhat Encu ye. Dayika wî Halîme Encu diyar kir ku di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn û wiha domand: “Ew qas dert û kulên me hene em êdî çi bjin vala ye. Tu tişt nayê bîra min. Salvegera wan dîsa hat. Roj ava dibe lê ne ji bo me. Ji wê rojê şûnde me ne dawet kir û ne jî kêfxweşî dît. Em her roj diçin goristanê. Em tim kincên reş li xwe dikin. îsal dibe salvegera 8’emîn. Serhat kurekî gelek zîrek bû. Hem dibistana xwe dixwend û hem jî ji bo pere ji xwe re kom bike derdiket rê. Ji bo bîdonek mezot berê xwe da van rêyan. Dewletê jî ew qetil kirin. Dibêjin qedexe ye, ku dera wê qedexe ye. Li aliyê sînor ê din gelek xizmên me hene. Em girêdayî hev in. Çawa qedexe ye? Kesên ku diçûn wê derê ji bo debara mala xwe bikin diçûn. Ew zarok zarokên vê derê bûn. Hemû xwendekar, zarokên dayik û bavên xwe bûn. Ji bo bîdonek mazot zarokên me hatin qetilkirin û hemû xeyalên wan têk çûn."
'Rondik di çavên me de neman'
Halîme, di dirêjiya axaftina xwe de got ji ber cenazeyên ku wan parçe parçe dîtine û rondik baarandine êdî rondikên çavên wan zûha bûne û ev tişt got: “Qanûn, wîcdan û edalet di nav nîv saetê de biryar dan û ji bo bîdonek mazot ew bombebaran kirin. Hemû bedenên wan parçe parçe kirin. Parçeyên bedenên zarokên me û yên keran tevlî hev bûbûn. Me zarokên xwe nasnedikirin. Parçeyên wan gihîşt ezmanan û careke din ket erdê. Hin malbat bi rojan li parçeyên bedena zarokên xwe geriyan û nedîtin. Vê rewşê kîjan wîcdan qebûl dike. Çi sûcê wan zarokan hebû ku ew kuştin. Ew qas kes kuştin ku û kesên hesabê vê komkûjiyê pirsîn avêtin girtîgehê. Tu sûcê wan tune bû û wan avêtin zindanê. Ji ber ku me rondikên çavn zêde barandin êdî rondik di çavên me de neman. Piştî ku min cenazeyê kurê xw dît êdî hiş di serê min de nema. Em çi bikin. Em edalet û wîcdan dixwazin. Em êdî naxwazin ku xwîna kesek din jî bê rijandin. Bila êdî zarokên tu kesî neçin. Êdî bese.”
‘Piştî 34’an li ser vê axê kesek baş nema’
Herê dawî dayika Nevzat Encu, Nahîde Encu axivî û wiha bi lêv kir: “8 sal in tişta ku nanîn serê me nema nema. Kurekî min jiyana xwe ji dest da û kurekî min jî di girtîgehê de ye. Erdogan van tiştan tîne serê me û piştre jî dibêje ez ê pere bidim we. Heta ku em sa xbin em ê li pey doza 34 zarokên xwe ya edaletê bin. Em ne pere û ne jî tazmînatê dixwazin. Heta ku ez hebim ez ê li pe doza zaroka xwe bim. Piştî 34’an li ser vê axê kesek baş nema.”
‘Dilê me tu rojê sar nebû’
Nahîde, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her êvarê, her roja pêncşemê em bi dayikan re diçin goristanê. Kurê min destên hevalên xwe girt û bi hev re çûn mirinê. Ez jî li vir bi dayikên ku kurê min destên zarokên wan girtiye re me û destên wan digirim. Zarokên me tên bîra we? Bila tu kes wan ji bî rneke. Ji ber ku em êdî nizanin çi bikin. Tam îsal bû 8 sal. Qet dile mirov sar nabe? Lê dile me tu rojê sar nebû. Dê tu carî êşa me bi dawî nebe.”