Ber bi 2020’an ve: Karneya xwezayî ya AKP’ê

  • 09:16 29 Kanûn 2019
  • Dosya
Dilan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - AKP’ê di seranserê desthilatdariya xwe de li gelek herêmên Tirkiyeyê xweza talan kir û ji sermayê re kir xizmet. Ji Çiyayên Kaz bigire heta Gola Salda û heta Heskîfê êrîşên li dijî xwezayê berdewam kir.
 
AKP’ê êrîşên xwe yên li dijî xwezayê kûrtir dike û di 17 salan de gelek zirar da xwezayê. Li her çar alî welat xweza pêşkêşî kanên madenê, HES, santralên termîkê kir û di dema dawî de jî talana xwe leztir kir.
 
Geşedanên der barê hilweşîna ekolojiyê de yên salekê de derketin pêş.
 
Daristan û av hatin taybetkirin
 
Li gorî guherîna di Kanûna Teşkîlata Karê Avê ya Dewletê de hatin kirin, rê li ber taybetkirina avê hat vekirin. Guherîn bi vê jî sînor neman û li gorî vê daristan jî dikarin dewrê sektora taybet bên kirin û wek qada depoyê bên bikaranîn.
 
Xweza pêşkêşî şîrketan hat kirin
 
Bi xala wek ‘xala ku dewlet dest datîne ser xwezayê’ tê zanîn, hukmên sînorkirina li pêş projeyên talankirina xweza û bajaran hatin kirin. Piştî Lijneya Wezîran hat peywirdarkirin şûnde, pêvajoyên girtina destûrên ji bo razemeniyan hatin rakirin.
 
Qadên sît ji sîtê derxistin
 
Di meha çile de Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li seranserê Tirkiyeyê 2 mîlyon hektar qadên sît hatin kontroklirin û hinek cih ji qada sît hatin derxistin û hinek jî dereceyên wan hatin xistin.
 
Li dijî JES’an li gundê Kizilcakoylu jinan nobeta kon pêk anîn
 
Li gundê Kizilcakoy ya Încîrlîova ya Aydinê şîrketa Gurmat xwest santrala enerjiya jeotermal (JES) ava bike û li dijî vê jinan di 2018’an de berxwedan da destpêkirin û li dijî vê çalakiya nobeta konan dan destpêkirin.
 
Şewatên daristanan
 
Yek lingekî êrîşan ya bi pêvajoya pevçûnan re dest pê kir, şewat bûn. Li Cizîr, Nisêbîn, Colemêrg û herêmên din beşeke mezin a daristanan hat şewitandin. Li aliyê din jî li Muglayê, Grava Marmarayê, Kestel, Îznîk, Seyîtgazî, Eskî Şehîr û gelek cihên din şewatên daristanan hatin jiyîn.
 
‘5 hezar û 965 hektar qadê zirar dît’
 
Midûriyeta Giştî ya Daristanan a girêdayê Wezareta Daristan û Çandiniyê, di meha îlonê de der barê şewatên daristanan de daxuyanî da û da zanîn ku ji serê sala 2019’an heta niha mudaxaleyê hezar û 965 şewatên daristanan kirine û li gorî vê jî 5 hezar û 469 hektar qad şewitiye.
 
Li Mersîn, Sînop, Akkuyu santralên termîkê
 
Di meha Nîsana 2018’an de li Akkuyu ya Mersîn, li Abali ya Sînor û li Îgneadayê plana avakirin santrala termîkê hat kirin û li Akkuyu hîmê vê hat avêtin.
 
Luletaşi di bin tehdîdê ye
 
Li Deşta Alpu ya di sînorê şaredariya Alpu û şaredariya Tepebaşi ya Eskîşehîrê cih digire tê xwestin ku santrola termîkê ya komirê bê avakirin.
 
Behrareş bi HES û madenan fetisandin
 
Herêma Behrareş jî bû hedefa talan û ranta AKP’ê. HES’ên li herêmê çem ziwa kirin û li daristanan jî tesîs hatin avakirin û vê jî hevsengiya ekolojiyê xera kir. Li herêma Behrareş di 10 salan de bi giştî 203 Santralên Hîdroelektîrîkê hatin çêkirin.
 
Cerattepe hat qetilkirin
 
Li herêma Cerattepe ya Zozanên Kafkasor a Artvînê, madena zêr a Cengîz Holdîngê dest bi xebatan kir. Vê jî rê li ber talanên mezin vekir.
Projeya Yeşîl Yol ku çêkirina wê 4 sal berê hat destpêkirin û îsal jî berdewam kir, ji Samsunê heta Artvînê yanî 2 hezar û 600 kîlometre, rastî bertekên mezin hat. Projeyê rê li ber texrîbatên mezin vekir.
 
Polîtîkayên dijberê xwezayê av jî qirêj kirin û di serî de jî Çemê Ergene û Gola Beyşehîr tê. Li gola Beyşehîr ya Konyayê masîvanî hat asta rawestînê û çemê Ergene yê Trakyayê jî terkî bermahiyên fabrîkayan hat kirin.
 
Li Yirca darên zeytûnan hatin birîn
 
Li Manîsa Somayê li gundê Yirca 6 hezar û 66 darên zeytûnan hatin birîn.
 
Daristana ODTU'yê di şevekê de hat tunekirin
 
Di meha tîrmehê de jî daristana ODTU'yê hat talankirin. Xwendekaran bertekên mezin nîşanê talanê dan û 50 hektar qad hat talankirin.
 
Talana projeya mezin
 
Ji talanê Stenbolê jî nisîbê xwe girt. Projeyên ku wek ‘projeyên mezin’ dihatin binavkirin, Daristanên Bakur ji talanê re vekir. Talanê bi projeya Pira 3’emîn û Riya Marmaraya Bakur dest pê kir û bi pira Boxaza Çanakaleyê berdewam kir.
 
Projeya ku wê Stenbolê ziwa bike
 
Projeya Kanal Stenbol jî ji Gola Kuçukçekmeceyê dest pê kir û seranserê hewzaya Bendava Sazlidere berdewam kir, gundê Sazlibosna derbas kir û wê bigihêje Dursunkoy.
 
Pira 3’emîn û Balafirgeha 3’emîn
 
Di nava salê de yek texrîbatên mezin a ekolojiyê ev bû ku Daristanên Bakur ji bo Pira 3’emîn û Balafirgeha 3’emîn hat talankirin.
 
43 hezar û 350 hektar qad bû qada madenê
 
Çiyayên Munzurê jî di vê pêvajoyê de wek qada madenê hat îlankirin. Ji bo qada madenê 43 hezar û 350 hektar qad hat îlankirin.
 
Li Heskîfê dîrok û xweza hat tunekirin
 
Heskîf hat dînamîtkirin û malbatên li wir hatin koçberkirin. Dîrok û xwezaya 12 hezar salî bi projeyan hat wêrankirin. Mizgefta dîrokî ya El Rizk ji wir hat rakirin.
 
Ligel hikûmetê, şîrketên ku para wan di rant û hilweşînê de mezin e wiha ne:
 
*Çengîz Holdîng
*Înşata Nurol
*Koma Şîrketên Agaoglu
*Lîmak Holdîng
*Kolîn Înşaat
*Çalik Holdîng
*Kayon înşat
*Hattat Holdîng
*Doguş Holdîng
*Alarko Holdîng
 
Sibehê: Berbi 2020’an: Meclîsê îsal jî daxwazên jinan li ber çavan negirt