Ber bi 2020’an: Meclîsê îsal jî daxwazên jinan nedît
- 09:12 30 Kanûn 2019
- Dosya
Dîlan Babat
ENQERE - Meclîsa ku nîvê salê zêdetir bi betlanê derbas kir, di dema din jî ji bo AKP û MHP’ê xebitî. Pêşnûme û daxwazên komîsyonê yên ku partiyên muxalefetê dan jî hatin redkirin. Butçeya der barê jinan de, peşnûmeyên li hember şîdeta li ser jinan û daxwazên komîsyonê jî ji aliyê AKP û MHP’ê ve nehatin dîtin.
Meclîsa Netewa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) seranserê salê bû sedema nîqaşên mezin. Meclîsa ku seranserê salê dihat payîn ku di dîrokên cuda de bê vekirin di 10 mehan de tenê 4 carî hat vekirin. Heta 24’ê Sibatê du caran navber dan xebatan û ji ber hilbijartinên 31’ê Adarê carek din navber da xebatan. AKP’a ku îtîrazê encamên hilbijartinê kir, li şûna ku divê di 16’ê Nîsanê de meclîs vekiriba taloqî 23’ê Nîsanê kir. Ji ber vê jî Kanûna nû ya leşkeriyê, Pêşnûme Qanûna Hal, sererastkirinên nefeqeyê her tim hatin taloqkirin. Dîsa piştî hilbijartinên Stenbolê yên 24’ê Hezîranê meclîsê ji mesayiyê zêdetir betlane kir. Meclîsa ku bi awayekî dest bi xebatên xwe nekir heta 1’ê cotmehê çû betlanê.
Di 1’ê cotmehê de meclîsê navber da betlaneyê û dest bi hevdîtinên butçeyê kir. Pêşnûmeyên der barê jinan de hatin dayîn û daxwaza avakirina komîsyonê bi destê AKP û MHP’ê hat redkirin. Meclîsa ku her tim ket betlaneyê di demên din de jî ji bo AKP û MHP’ê xebitî. Piştî hevdîtinên lijneya giştî ya di rojên borî de hat kirin şûnde tê plankirin ku meclîs dîsa du hefteyan bikeve betlanê.
Ji bilî betlaneyê di demên ku mayî de xebatên li meclîsê hatine kirin wiha ne;
Bal kişandin ser grevên birçîbûnê
Li Meclîsê yek ji geşedanên ku di navbera betlanan de hat jiyîn çalakiya rûniştinê ya 5 rojan ya ku ‘Dayikên Laçik sipî’ bi armanca balê bikşînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dihat meşandin, pêk hat. Çalakiyê di 10’ê Gulanê de dest pê kir û di 14’ê Gulanê de bi hevdîtina bi serokê Meclîsê Mustafa Şentop re bi dawî bû. Parlamenterên HDP’ê jî piştgirî dan çalakiyê. Piştî dayikan, parlamenterên HDP’ê jî bi heman armancê çalakiya rûniştinê li meclîsê pêk anîn. Her wiha parlamenterên jin yên HDP’ê bi çalakiya dagirkirina kursiya Lijneya Giştî ya Meclîsê bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê.
Parlamenterên jin di dema nû de bi fezlekeyan hedef hatin girtin
Her wiha der barê parlamenterên jin ên HDP’ê de fezleke hat amadekirin. Li parlamentera Stenbolê û hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Feleknas Uca, Serpîl Kemalbay, Ayşe Acar Başaran, Pero Dundar û Gulîstan Kiliç Koçyîgît fezleke hat amadekirin.
Pêşnûmeyên der barê şîdeta li ser jinê hatin redkirin
Seranserê salê HDP’ê 322 pêşnûme da meclîsê û ji van tenê 7 heb hatin qebûlkirin û 1 hat redkirin. CHP’ê 927 pêşnûme dan meclîsê û tenê 13 heb hatin qebûlkirin. Pêşnûmeyên AKP’ê hatin qebûlkirin û gelek pêşnûmepirsên wan jî ketin rojevê. Balkêş bû ku pêşnûmeyên der barê şîdeta li ser jinan û der barê jinan de dîsa bi destê dewletê nehat dîtin.
Di butçeyê de jî cih nedan jinan
Di hevdîtinên butçeyê yên li meclîsê hatin dîtin de, di qanûnên turik de jî butçeyeke der barê jinê de nehat dîtin û AKP û MHP’ê bi gotina ‘yekitiya malbatê’ jin dîsa hepsê malê kirin.
Ji bilî HDP’ê hemû partiyan operasyona dersînor qebûl kirin
Tezkereya ku operasyona dersînor a li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê pêşniyar dikir jî ji bilî HDP’ê, hemû partiyên meclîsê qebûl kir.
Di meha cotmehê de li meclîsê geşedanên girîng hatin jiyîn û AKP’ê di çarçoveya ‘Belgeya Stratejiya Reforma Darazê’ de Yekemîn Pakêta Darazê bi guherînên biçûk da Serokatiya Meclîsê. Di pêşnûme qanûna ku ji 39 salî pêk dihat, AKP’ê îdia kir ku pakêtek azadîxwaz e. Di pakêtê de der barê girtiyên nexweş de tu tiştek tune bû û her wiha di pakêtê de der barê azadiya fikr û ramanê de tu tiştek tune bû.
Ji parlamenterên jin li meclîsê çalakiya Las Tesîs
Di meha dawî ya salê de li Şîliyê jinan li dijî şîdeta li ser jinan çalakiya dansa Las Tesîs pêk anîn û demek kurt de li hemû cîhanê belav bû. Li Tirkiyeyê jî jin li Enqere û Stenbolê hatin gel hev û bi armanca balê bikşînin ser kuştinên jinan çalakî pêk anîn lê polîsan êrîş kir. Gelek jin hatin binçavkirin. Li dijî astengiyên li pêş çalakiya jinan parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum di hevdîtina butçeyê de li Meclîsê gotinên Las Tesîs anî ziman û parlamenterên jin yên CHP’ê jî di girtina hevdîtinên butçeyê de di rûniştina ku wezîrê karê hundir Suleyman Soylu jî tê de bû strana ‘Las Tesîs’ gotin û bertek nîşanê binçavkirin û girtina jinan dan.
Di nava salê de hinek pêşnûmeyên der barê jinan de hatin dayîn wiha bû;
*Endama Komîsyona Wekheviya Mêr û Jin (KEFEK) û parlamentera Hatayê ya CHP’ê Suzan Şahîn, jinên ku tevî biryara prastinê nehatine parastin û rastî şîdetê hatine ji Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu pirsî.
* Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, întîxarên jinan bir meclîsê û ji cigirê serokomar Fuat Oktay pirsa ‘Ji bo jinên di bin rîska întîxarê de ne çi xebat tên meşandin?’ pirsî.
* Parlamentera Tekîrdagê ya CHP’ê û Serokwekîla Komîsyoan Wekheviya Jin û Mêr Candan Yuceer, li dijî kuştinên jinan pêşnûmeqanûn da Serokatiya Meclîsê.
*Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy, pirtûka bi navê ‘Aîle Saadetî’ ya ku şaredarê Şahînbey a Dîlokê Mehmet Tahmazoglu belav kiriye û şîdeta li ser jinê rewa dike bir meclîsê. Oyayê derbarê vê de pêşnûme pirs da wezîra Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçuk.
*Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, îstîsmara zayendî ya li hember zarokan a li Fikih-Derê ji Wezîra Karê Civakî û Malbatî Zehra Zumrut Selçuk pirsî.
*Midûriyeta Emniyeta Stenbolê ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Navendî re nivîs şandibû û daxwaz kiribû ku lîsteya jinên ku kurtaj kirine ji wan re bişînin. Li ser vê parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş pêşnûme da meclîsê û got ev pêkanîn rêbazeke nû ya nîşankirinê ye gelo?
*Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, pirsa ‘Sedem çi ye ku pergala hevserokatiyê di hedefa wezîrtiya we de ye? ji Suleyman Soylu pirsî.
*Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, der barê mafê nefeqe û xizaniya jinan de ji bo Komîsyona Lêkolînê bê avakirin pêşnûme lêkolîn da meclîsê.
*Hemû pêşnûmeyên parlamenterên HDP’ê yên der barê jinan de ji aliyê AKP û MHP’ê ve hat redkirin.
Sibehê: Ber bi 2020'an: Jin hatin qetilkirin, kujer hatin xelatkirin