Berxwedana Serdemê ya Efrînê (1)
- 09:02 19 Çile 2020
- Dosya
Gelê Kurd li dijî zilmê serî netewand
Xezne Celal
KOBANÊ - Dewleta tirk di 20’ê Çileya 2018’an de bi 72 balafirên şer, bi sedan tank, obîs, bi hezaran leşker û bi komên girêdayî wê êrîşî herêma Efrînê kir. Li hember êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li kêleka şervanên QSD’ê 58 rojan li ber xwe da. Di 18'ê Adara 2018’an de dewleta tirk û hevkarên wê li bajarê Efrînê bi cih bûn. Efrîna berxwedêr, piştre bû cihê kuştin û talankirinê.
Di dîroka cîhanê de ji hêla serdestan ve di navbera gelan de "dîwarên şermê" tên lêkirin. Cotmeha 2013'an jî ji hêla hikumeta AKP'ê ve di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de "dîwarekî şermê" yê sedsala 21'emîn hat lêkirin. Paşê ev dîwar di navbera herêmên Rojava û Bakurê Kurdistanê de hatin lêkirin. Ji 911 km sînorê di navbera tirkiye û Sûriyeyê de derdora 200 km dîwar li ser sînor hatiye lêkirin. Ji aliyê dewleta tirk ve li Qamişlo, Serêkanî, Dêrik, Kobanê û heta Efrînê dîwarê ku bilindahiya wê 4 metre ye hatiye lêkirin.
Wê dîwarên şermê yekbûna gelan tune neke
Di cîhanê de dîwarê ku weke "dîwarê şermê" tê binavkirin jî dîwarê Berlînê ye, ku di sala 1961'an de Almanyayê ji hev cuda dike. Bi Avakirina "dîwarê şermê" 28 salan Almanyayê bi şêwayekî du parçeyan dijî. Piştî 28 salan dîwarê Berlînê ji hêla gel ve hate hilweşandin û bû mînaka ku tu asteng di navbera gelan de nayê derxistin. Di dîrokê de yek ji sedan jî “Seda Çînê” ye. Tê texmînkirin ku 200 sal beriya zayinê ev sed hatiye çêkirin, dîwarê sînoran yê herî kevin di cîhanê de seda Çînê ye. Li gorî zanyaran ev sed ji bo parastina Çînê hatiye lêkirin. Di wê demê de kesên ku ji aliyê desthilatdarên wê demê de dihatin cezakirin di çêkirina sedê de hatine xebitandin. Piştî salên dirêj ev sed ji aliyê sed hezaran geştvanan ve tê ziyaretkirin.
Dîwarê şermê yê sedsala 21’emîn di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de hat lêkirin
Yek ji mînakên dîwarê şermê yên di cîhanê de "dîwarê şermê" yê di Cotmeha 2013’an de ji aliyê hikumeta AKP’ê ve li seranserî bajarê Qamişlo, Serêkanî, Dêrik, Kobanê û heta Efrînê ku di navbera Bakurê Kurdistan û Bakurê Suriyê de bilindahiya wê 4 metre ye hatiye lêkirin. Armanca lêkirina dîwarê şermê parçekirina Kurdistanê û hilweşandina pergala civaka demokratîk e.
Gelê Kurd li dijî zilmê serî netewand
Li hemberî lêkirina dîwarê şermê bertekên gel pêş ketin û li her deverê gel ji bo şermezarkirina dîwar çalakî li dar xist. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokan a sala 2013'an bi armanca têkoşîna li dijî lêkirina dîwarê şermê 9 rojan çalakiya rojiya mirinê pêk anî. Li Efrînê jî dema lêkirina dîwar gel bertek nîşan dan û artêşa tirk êrîşî gel kir. Di encamê de dayika bi navê Fatma Şêxo jiyana xwe ji dest da. Şêniyên Kobanê jî, ji bo şermezarkirina artêşa tirk û avakirina dîwarê şermê ya di navbera sînorê Kobanê û Bakûrê Kurdistanê de, li ser sînor çalakiya nobet û berxwedanê dan destpêkirin. Şêniyan li ser sînor rê nedidan dewleta tirk ku li ser xaka Kobanê dîwar ava bike. Dewleta tirk ji bo ku çalakî û berxwedana gel bide rawestandin êrîşî şêniyan kir û di encamê de 2 ciwanên Kobanê jiyana xwe ji dest dan. Leşkerên tirk li hember berxwedana gelê Kobanê neçar man ku paşve vekşin û dîwar li ser axa Bakurê Kurdistanê lê kirin.
Bi lêkirina dîwarê şermê re, êrîşên dewleta tirk dest pê kirin
Dewleta tirk bi avakirina dîwar û parçekirina axa Kurdistanê têr nebû. Di her demekê de gefên talan, koçberkirin û komkujiyan li Rojava û Bakurê Suriyê dixwar. Ji bo ku êrîşên xwe yên li ser xaka Bakurê Suriyeyê di qada cîhanî de rewa bike. Di her demekê de bi hincetên cuda, êrîşî heremên Rêveberiya Xweser dikir. Gelek caran zarok, jin, karker û hwd. kesên hemwelatiyên ji Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dema li gundên xwe li ser erdên xwe kar dikirin an jî sewalên xwe diçêrandin ji aliyê leşkerên tirk ve dibûn hedefa çekan û dihatin kuştin. Her wiha bi sedan şêniyên li ser xeta sînor dijîn bi girtin, êşkence, lêdan û kûştinê re rû bi rû tên.
Dewleta tirk li ser xaka Sûriyeyê xwe bi cih kir
Dewleta tirk di sala 2016’an de êdî bi awayekî berbiçav li ser xaka sînor ên di navbera Rojava û Bakurê Kudistanê de bi cih bû. Herî dawiyê jî dewleta tirk di 20’ê Çileya 2018’an de bi 72 balafirên şer, bi sedan tank, obîs, bi hezaran leşker û 25 hezar ji komên girêdayî wê êrîşî herêma Efrînê kir. Dema ku dewleta tirk di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrişan kir, gelê Efrînê jî bi hêzên QSD'ê re li ber xwe da. Her ku bi bombardûmana giran û komkujiyan bi pêş ve çûn, gelê Efrînê jî neçar ma ku koçî navenda bajêr bike. Artêşa tirk di 18'ê Adara 2018'an de dor li navenda bajarê Efrînê girt û êrişên xwe zêde kir, bombe li qadên sivîlan barand û gel di komkujî yan re derbas kir . Bi biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji sedî 80 gelê Efrînê ji bajêr derket. Beşeke mezin derbasî herêma Şehbayê bû, ew gel niha di qampa Berxwedan û Serdemê de dijî. Beşek li Helebê bi cih bûn, beşek jî koçî herêmên Firat û Cizîrê kirin. Di 18’ê Adara 2018’an de dewleta tirk tevahî Kantona Efrînê kir bin kontrola xwe û Efrîn kirin navenda talan, êşkence, tecawiz û qetlîama mirovan.
Di nava 2 salan de 545 sivîl hatin qetilkirin
Di nava 2 salan de 545 sivîl hatin qetilkirin, 6 hezar mirov hatin revandin, bi dehan dibistan û mal bûn êşkencexane û zindan. Di nava 2 salan de qirkirineke mezin li ser dîrok, xweza, mirov û çanda Efrînê hat kirin. Li gorî daneyên meha Kanûnê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji 20’ê Çileya 2018’an û heta niha di encama êrîşan de 486 kesî jiyana xwe ji dest dane, ji vana 54 kes di binê îşkenceyê de, bi giştî 545 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Herî kêm 50 jin hatine qetilkirin. Di van qetlîaman de 300 jê zarok, 210 jin û bi giştî 670 kes birîndar bûn. Bi dehan jin bi tecawizê rû bi rû hatin hiştin.
Talanî li Efrînê didome
Li Efrînê 270 presa zeytûnan hebû, 140 pres ji aliyê komê girêdayî dewleta tirk ve hat dizîn, li Tirkiye û Ezazê hate firotin. Yên mane jî ji bo ku neyên dizîn, ji bo şirîkatiya bi çeteyan re li ser xwediyê wan hate ferzkirin. Makîneyên 7 fabrîkayên birinc û sabûnê hatin dizîn, berhemên di depoyan de hatin talankirin. Çeteyan ev tiştên ku talan kirine birin Ezazê û li bazaran firotin. Vê talana ku bi çavdêriya dewleta tirk hate kirin, hate asteke wisa ku malên hin malbatên ereb ên ku li hemberî dagirkeriyê li ber xwe nedan hatin talankirin. Komên girêdayî dewleta tirk ajalên Efrîniyan jî dizîn. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê beriya dagirkeriyê li Efrînê 100 hezar ajal hebû, lê îro ji ber talanê bi tenê 20 hezar ajal mane.
Zeytûn û çandiniya Efrînê jî tên talankirin
Zeytûn û berhemên erdên Efrîniyan jî revandin Tirkiyeyê. Konseya Çandiniyê ya Efrînê diyar kir ku di sala 2017’an de li Efrînê 15 hezar ton genim hatibû hilberandin, di sala 2018’an de ev bûbû 20-25 ton û çeteyan ev hemû genim dizîne. Konseyê diyar kir ku çeteyan ev genim birine Tirkiyeyê, fabrîkeyên Tûnûs û Tirkiyeyê jî hevkarên çeteyan e û çete 8 ji sedî parê didin fabrîkeyan. Beriya dagirkeriyê li herêmê 700 hezar darên hinaran hebû û hemû dar ji aliyê çeteyan ve hatine jêkirin. Darên zeytûnan ên li Efrînê jî dû sal in tên talankirin. Li gorî peymana di navbera MÎT û qaşo meclîsa sivîl ya Efrînê de ji sedî 85'ê zeytûnan dibin Tirkiyeyê. Di sala 2018’an de 220 hezar ton zeytûnên Efrînê li Hatayê hatin guvaştin û zeyta wê firotin Îspanyayê. Hinek jê jî li Tirkiyeyê hate firotin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku di sala 2018’an de ji zeytûnên Efrînê yên hatine talankirin Tirkiyeyê 70 hezar ton zeyt jê çêkiriye.
Şêniyên Efrînê bi komkujiyan re rû bi rû ne
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê Kantona Efrînê kirin binê kontrola xwe, gelê herêmê neçar man ku koçberî Kantona Şehbayê bibin û di kampan de bi cih bûn. Lê dîsa jî gelê herêmê ji êrîş û komkujiyên dewleta tirk xelas nebûn. Herî dawiyê di 2’yê Kanûna 2019’an de dewleta tirk û komên girêdayî wê komkujiyeke li navçeya Til Rifetê ya girêdayî Kantona Şehbayê pêk anî. Di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji wan 8 zarok bûn û 12 kes jî birîndar bûn. Li beranberî hemû desthiladarî û zilmê gelê Eferînê di qampên Berxwedan û Serdemê de bi hêviya vegera Efrînê li ber xwe didin û têkoşîna azadiyê dimeşînin.