Hevserok tecrubeyên xwe vedibêjin (4)
- 09:12 31 Gulan 2020
- Dosya
Eyşe Hiso: Hevserokatî ji pergalê wêdetir vejîna nû bixwe re tîne
Rojda Seyîtxan
QAMIŞLO - Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku li hemû qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala hevserokatiyê di meriyetê de ye û wiha got: “Dema pergal nû dihat nîqaşkirin di serê her kesî de pirsnîşan hebûn. Ji bo me hatibû fêrkirin ku siyaset tenê karê mêrane. Lê piştre me dît ku hevserokatiyê ji bo pirsgirêkên civakî çareserî anî. Hevserokatiyê ji pergalê wêdetir vejîna nû bixwe re tîne.”
Di vê beşa dosya xwe de em Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digirin dest. Beriya 2012’an ku Şoreşa Rojava hat jiyîn, Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) li Rojhilata Navîn yekem saziya ku pergala hevserokatiyê xist jiyanê bû. Di kongreya di 2010’an de pêk hat ji bo hevserokatiya PYD’ê Asya Abdullah û Salîh Muslîm hat hibijartin. Di 2011’an de jî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hevserokatî pêk anîn. Ji bo hevserokatiya hevserokên yekem Hanîfe Huseyîn û Aldar Xelîl hat hilbijartin. Bi şoreşa Rojava re modela xweseriya demokratîk ket jiyanê û piştî vê jî li kanton, meclîs, şaredarî û komunan hevserokatî pêk hat. Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) ku di 2015’an de avabûna xwe îlan kir, ji bo hevserokatiya wê, endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Îlham Ehmet û seroka Tevgera Pêla Genim Heysem Menna hat hilbijartin. Di 2018’an de jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê damezrandina xwe deklare kir û ji bo hevserokatiya meclîsa giştî Sîham Qiryo û Ferît Ette hatin hilbijartin. Li herêmê heta niha li hemû qadan jinan bi awayekî aktîf cih girtin.
Di kongreya îsal ya pêk hat de, Eyşe Hiso bi Enver Muslîm re ji bo hevserokatiya PYD’ê hatin hilbijartin. Eyşe Hiso pergala hevserokatiyê ji ajansa me re nirxand.
'Çima du kes bi hev re dixebitin?'
Eyşe destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê, ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve ji bo bingeha netewa demokratîk wek pêngava yekem ji bo gelan wek proje hat pêşkêşkirin û projeya netewa demokratîk ne tenê ji bo Sûriyeyê an jî çar parçeyê Kurdistanê, ji bo giştî Rojhilata Navîn tê vegotin. Eyşe bi lêv kir ku dema mirovan ewil li hevserokatiyê mêze dikirin pirsên wek ‘hevserokatî gelo ji bo çiye? Armanca wê çiye? Wê xwe bispêre kîjan rêgezan?’ derdiketin holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Em partiya ewil ya ku hevserokatî li herêmê xist jiyanê bûn. Dema hevserokatî nû dihat nîqaşkirin gelek bal dikşand. Bêguman di hişê her kesî de pirs hebûn. Çima hevserokatî? Çima du kes ligel hev bixebitin? Wek em dizanin ku jin bi salane ji aliyê serdestiya mêr ve wek kole tên xebitandin. Bi destê mêran jin li plana duyem dihatin hiştin. Belê ji bo vê gelo wê xebatek hevpar çawabûna? Wê pergal bixwe re çi bîne? Ev pergal çima ji aliyê jinan ve bi berxwedanek mezin hat xwedî derketin? Di esasê de em hemû bersiva van pirsan dizanin, ji ber jin bi sedsalane ji aliyê zîhniyeta mêr ve tune hatin hesibandin. Di civaka me de ev zîhniyet runiştiye. Ji ber vê dema ev pergal dihat nîqaşkirin gelek ecêb dihat dîtin. Gelo wê jinan bi vê pergalê bikaribûna xebat bimeşanda? Em hînbûne ku di jiyanê de yek kes me bi rêve bibe. Ji bo em vê ji holê rabikin me hevkarî danî holê. Ji ber vê gelek balkêş bû. Di encamê de niha li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser di navbera hevkariya jin û mêr de hatiye runiştin, bûye çareserî.”
‘Me her tim di siyasetê de mêr dîtin’
Eyşe destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn, mijara esas eve ku li jinê koletiya malê hatiye ferzkirin û di encama nîqaşên mezin de pergala hevserokatiyê ketiye jiyanê û îro herî zêde jin xwedî lê derdikevin û wiha pê de çû: “Yên di vê pergalê de serkeftinê dixwazin dîsa jinin. Rojhilata Navîn xwedî civakek balê dikşîne ye. Her tim hat xwestin ku jina kole bê afirandin. Ji ber vê jin tenê ji siyasetê dur nehatin girtin, ji hemû qada civakê dur hatin girtin. Dîsa em wisa fêr bûne ku siyaset tenê karê mêrane. Mêr xurtin lê tu hêza jinê tune. Feraseta ku jin nikare tiştekî bike heye. Civakek wisa hebû. Li Rojhilata Navîn di siyasetê de me her tim mêr dîtin. Ji ber vê jî jinan xwe aydê siyasetê nedîtin. Di vê nokteyê de hevserokatî ji bo çareseriyê pêngava yekem bû. Tiştên li Misir, Lîbya û Suriyeyê pêk hatin wek ‘Bihara Ereban’ hat bi navkirin, lê em wek ‘Bihara Gelan’ bin av dikin. Ji ber gel xwest guherînekê bike. Gel pergalek nû tercîh kir.”
‘Divê jin zêdetir xwedî li hevserokatiyê derkevin’
Eyşe wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê jin pergala hatiye afirandin esas bigirin. Ger em jin bixwazin pergala heyî hilweşînin, zîhniyeta yekparêz hilweşînin divê em pergala bi destê jinê hatiye avakirin, ava bikin. Jİ ber vê divê jin pergala hevserokatiyê esas bigirin. Divê hevserokatî li Rohilata Navîn belav be, mînak bê girtin. Em dibînin dewletên serest dixwazin projeyên xwe li Rojhilata Navîn bixin jiyanê. Ji ber vê jî divê em alternatîfa xwe ava bikin, ewil yekparêziyê ji holê rabikin. Divê jin zêdetir xwedî li hevserokatiyê derkevin, berxwedana xwe li gorî vê bikin.”
‘Hevserokatî bixwe re guherînê tîne’
Eyşe balkişand ser guherînên li herêmê bi hevserokatyê re hatine jiyîn û ev tişt bi lêv kir: “Niha li her qadê jin cih digirin. Hevserokatî tenê meşandina xebatan ne, guherîna zîhniyetê jî esas digire. Li hemû qadan hevserokatî gelek pêş ketiye. Hevserokatiyê bixwe re guherîn aniye. Têkoşîna vê jî heye. Jinên Ereb û Suryanî jî pêşengiyê dikin. Ger îro YPJ bibe sembola azadiyê, bêguman ev encama hev jiyanê ye.”
‘Jin bi du alî zehmetiyan dikşînin’
Eyşe di berdewamiyê de daxuyakirin ku hevserokatî ewil di komunan de hatiye pêkanîn û ketiye jiyanê û wiha balkişand ser zehmetiyên vê: “Jinan di vî alî de du alî zehmetî kişandin. Dema hevserokatî nû ket jiyanê pirsgirêk hatin jiyîn. Jin, hem ji aliyê hevalên xebatê û hem jî malbatê ve rastî zehmetiyan dihatin.Belê em jin rastî zehmetiyan hatin lê me berxwedan anî heta astekê. Ev me rehet dike. Ji ber vê jî nîqaşên me ev in ku em berxwedana xwe dikarin çiqas mezin bikin. Hevserokatî niha li her qadê pêk tên.”
‘Ji ber Efrîn bajarê jinan e bû hedef’
Eyşeyê balkişand ser tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê û got desthilatdarî bi zanebûn van şaredariyan hedef digire û got ne tenê AKP, hemû desthilatdariyên ku îro naxwazin dest ji desthilatdariya xwe berdin, pergala hevserokatiyê hedef digirin û wiha dawî lê anî: “Bi hevserokatiyê re bi civakê re guherînê mezin tên jiyîn. Ji ber vê jî dewleta Tirk û dewletên xwedî heman zîhniyet hevserokatiyê qebûl nakin.Dizanin ku zîhniyeta wan wê bi vê pergalê serobino bibe. Ji bo jiyanek azad hevserokatî gelek girînge. Ji ber vê dewleta Tirk bi taybet êrîş dike. Ne tenê Bakurê Kurdistanê, li Rojava jî êrîş dike. Mînak êrîşa li hember Efrînê. Her kes dizane ku Efrîn bi pêşengiya jinan tê birêvebirin. Dîsa yekem cihê ku jinan pêşengiya rêveberiya xweser kir, Efrîn bû. Li hemû qadan jin li eniya pêş bûn. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku jin hedef hat girtin, pergala jilnê, hevserokatî hedef hatiye girtin.”
Eyşe herî dawî, da zanîn ku ger li Rojhilata Navîn pergalek bê avakirin jî wê bi pêşengiya jinê be û divê jin zêdetir xwedî li hevserokatiyê derkevin û mezin bikin.
Sibê: Hevseroka Meclîsa Jiyanê ya Efrînê Hevîn Reşîd pergala hevserokatiyê vedibêje…