'Keça winda' ya Dêrsîmê Gulîstan Doku (2)

  • 09:06 9 Hezîran 2020
  • Dosya
Bi hêvî û jiyana xwe Gulîstan Doku
 
Aysel Işik
 
DÊRSÎM - Her kiteya axaftin û sohbetê, jiyana têr û tije û aliyê bi hêvî yê Gulîstanê bû. Ne dayika wê Bedriye, ne xwişka wê Aygul û ne jî hevala wê Kubra, bi gotinên întîxara Gulîstanê bawer nabin. Ji ber ku bi Gulîstanê re hêvî heye…
 
Windabûna Gulîstan Doku, ket meha 6’an û hîna jî tu agahî jê tune ye. 5 meh her çiqas ji bo her kesî zehmet derbas bibe jî di vê nezalîliyê de bêguman yên herî zêde zor û zehmetî kişandin malbata Gulîstanê, dayik û xwişka wê ne. Dayika Gulîstanê, Bedriye, di bin germahiyeke mezin de her roj bi laçika xwe ya spî bi du wêneyên Gulîstanê dikeve rê. Dayika wê 157 roje diçe Viyaduka Sari Saltuk ku herî dawî Gulîstan lê hatiye dîtin û lorîkên xwe li hember avê dibêje.
 
Bedriye Doku meşa xwe heta bin pirê didomîne û li ser kevirê rudine Gulîstanê vedibêje.
 
Gulîstan li navçeya Erganî ya Amedê di 1998’an de hat dinê. Dayika wê diyar dike ku Gulîstan keseke delal û bêdeng bû. Bedriyeyê bi hemû hesret û xemgîniya dilê xwe da zanîn ku wê zarokên xwe di şertên zor û zehmet de mezin kirine û got Gulîstanê di biçûkatiya xwe de nexweşiyek giran derbas kir û her tim di navbera malê û nexweşxaneyê de çûne û hatine.
 
Nezelalî…
 
Bediye behsa fedekariya Gulîstanê dike û di vê navberê de jî kelekên ku xebatên lêgerînê dikin ber bi bendavê ve dikevin rê. Berdiye rondikan dibarîne û dibêje ‘Keça min vê nezelaliyê heq nake’ û daxuyakirin ku Gulîstan bi xeyalên mezin hatiye Dêrsîmê. Berdiyeyê bi lêv kir ku xeyala Gulîstanê ev bû ku zanîngehê biqedîne, ji malbata xwe re bibe alîkar û got ji ber têkiliya Gulîstanê bi zarokan re baş bû, beşa pêşketina zarokan tercîh kiriye.
 
Dengê xwe tevlî avê dike
 
Ekîba lêgerînê ku demekê dixebite, vedigere û ji ber vê em navberê didin hevpeyvîna xwe. Piştî vê navberê, Bedriye ji çenteyê xwe yê reş du wêneyên Gulîstanê derdixe. Piştre berê xwe dide me û dibêj e ‘Gulîstana min gelek ji zarokan hez dikir, ji me hez dikir. Ez nizanim ku çawa ev rewş hat serê wê? Çi dibe bila bibe, çiqas dem derbas dibe bila bibe ez keça xwe dixwazim. Heta neyê dîtin ez ji ser vê axê naçim’. Bedriye berê xwe dide avê û dilorîne.
 
‘Gelek nêzî min bû’
 
Xwişka Gulîstanê, Aygulê jî ku li dijî lorîn û êşa dayika wê tiştek ji destê wê nayê, ji ekîba lêgerînê dipirse dipirse. Aygul ku 5 mehe ji bo xwişka xwe bibîne ji Dêrsîmê veneqetyaye, ji me re xwişka xwe vedibêje. Aygulê wiha got: “Gulîstan keçeke bi hêvî bû, tu pirsgirêka wê tunebû. Ez tu wateyê nadim vê. Tevî ku navbera me de temenek hebû jî, Gulîstan gelek nêzî min bû. Li gorî temenê wê, keçeke xurt û xwedî hişmendî bû.”
 
Têkiliya wê ya bi zarokan re
 
Aygulê destnîşan kir ku Gulîstan ji nêz ve bi mijara jinê re jî eleqeder dibû û got bi saya Gulîstanê hişmendiya jinê nas kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gulîstan tevlî çalakiyên ji bo jinan dibû. Tevî îtîrazên malbatê ew roja din dîsa diçû. Gulîstanê li pişt Ceren û Emîneyê bû. Hestiyariya wê ya civakî hebû. Cudahî nedikir navbera ziman, ol û nîjadê. Ji bo wê her kes wekhev bû. Yek ji taybetiya wê ya herî mezin xwendina pirtûkan bû. Navbera wê bi zarokan re gelek baş bû. Ji ber vê jî dixwest bibe mamoste. Her tim digot em bibim mamosteyên cuda, em hezkirinê bidin xwendekarên xwe, em pirsgirêkên wan guhdar bikin.”
 
Aygul bi lêv kir ku miroveke evqas ji jiyanê hez dikir, çawa dibe ku ber bi nezelaliyek wisa ve çûye.
 
Der barê pêşerojê de hêviyên wê hebûn
 
Hevala wê Kubra Oktay jî bi gotinên wekê ‘Jiyan bi Gulîstanê pir cuda bû’ û wiha dest pê kir: “Parvekirin û alîkarî di kesayeta wê de hebû. Gulîstan keseke bi hêvî bû. Keseke wisa bi hêvî nikare întîxar bike. Jineke xwedî hişmendiya jinê bû. Em fêm nakin ku bûyer çawa bû ku hat vê astê.”
 
Aliyê hiqûqî yê pêvajoyê em ê di dosya xwe ya sêyemîn de bi we re parve bikin.