Pêl bi pêl vîrûsa koronayê (1)

  • 09:24 15 Hezîran 2020
  • Dosya
Li cîhanê danê saet bi saet diguherîn
 
Leyla Ayaz 
 
AMED - Vîrûsa koronayê (Covid -19) ku li tevahiya cîhanê belav bû hemû jiyan xist bin bandora xwe. Daneyên ku saet bi saet diguherin êdî bûn tirs û fikara hemû cîhanê. Xemsarî, berjewendî û polîtîkayên serdestan jî bîlançoyeke giran derxistin holê. Divê pêvajoyê de dewletên 'pêşketî' têk çûn.
 
Li gorî daneyên dawî li Amerîka 117 hezar û 858, Îngîlistanê 41 hezar in 481, Brezilya 43 hezar û 388, li Îtalya 34 bin û 345, Fransayê 29 hezar û 407, Spanya 27 hezar û 136, Meksîka 17 hezar û 141, Belçîka 9 hezar û 655, Elmanya 8 hezar û 870, li Îran 8 hezar û 837, Rusya 6 hezar û 948, Hollanda 6 hezar û 509, Tirkiye 4 hezar û 807, Swêd 4 hezar û 874, Çîn 4 hezar û 634, Şilî 3 hezar û 323, Pakistan 2 hezar û 729, Hîndîstan 9 hezar û 520, Kanada 8 hezar û 146 û Başûrê Efrîkayê hezar û 80 kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi tevahî li cîhanê 435 hezar û 662 kes jiyana xwe ji dest da. Em ê çîroka vîrûsa koronayê ya ku tevahiya jiyanê xist bin bandora xwe bînin ziman. 
 
Cara yekem nexweşiya ku ne diyar di 12’yê kanûna sala 2019’an de li Wuhana Çînê derket holê. Di 31’ê kanûna 2019’an de Komîsyona Tenduristiyê ya Şaredariya Wuhanê diyar kir ku bi 27 kesî re nexweşiyeke ne diyar hatiye dîtin. Di 7’ê çilê de jî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO), navê nexweşiyê wekî 2019-nCov pênase kir. Zanyarên li Çînê jî nexweşiyê wekî vîrûsa korona pênasê kirin. Di 11’e çilê de li Çînê kesek ji ber vê şewbê mir û êdî pêla belavbûnê dest pê kir. 
 
Êdî her roj tablo diguherî...
 
Dema ku nexweşî li Tayland û Japonyayê hat dîtin, li Wuhanê di 18’ê çileyê de jî hejmara nexweşan bibû 59. Di 21’ê çilê de hejmara nexweşan gihaşt 300’î û WHO neçar ma ku daxuyaniyek bide û got ev vîrûs ji mirovan belav dibe. Piştre bajarê Wuhanê xistin bin karantînayê û ketin û derketina bajêr qedexe kirin. Êdî ji bo vîrûsê rêwitiyek nû dest pê kir û li tevahiya cîhanê bû sedema tirs û fikaran. Êdî rojeva sereke ya cîhanê bi tevahî bû vîrûsa koronayê (Covid-19). Hejmara kesên ku bi vîrûsê diketin û an jî jiyana xwe ji dest didan êdî saet bi saet diguherî.
 
Dewletên 'pêşketî' binketin!
 
WHO’yê bi belavbûna vîrûsê re li seranserê cîhanê rewşa awarte îlan kir. Dewletên netewperest, nijadperest, olperest û zayendperest û bi taybetî jî dijminatiya ekolojiyê dikin li hemberî vîrûsê hejiyan. Dewletên ku ewqas di hêla teknolojiyê de pêşketîbûn û ji xwe re digotin em ‘welatên pêşketî’ ne, li hemberî vîrûsê lawazbûn. Pergala ku hebûn û hêza dewletan radixe ber çawan bi vîrûsê re têk çûn. Wekî pergala aborî, tenduristî û ewlehiyê. Rayedarên dewletan ji bo serdestiya xwe winda nekin serî li weşartina daneyan dan û li hemberî civakê xemsar nêz bûn. Ji ber ku pergala serdest li ser aboriya sermayedaran hatibû avakirin divê ev pergal heta hetayî bihata parastin û bedela vî çî dibe bila bibe. 
 
Li tevahiya cîhanê rewşeke awarte
 
Gelek dewlet bi belavbûna vîrûsê re tedbîrên cur bi cur girtin. Maseyên krîzê, komîteyên krîzê ava kirin. Dewletan sînorên xwe ji hatin û çûyînê re girtin, li hîn welatan qedexeya derketina derve, rewşa awarte û herêmên karantînayê hatin îlankirin. Dibistan hatin girtin, mîhrîcanên muzîk, film û şano yên navneteweyî û yên neteweyî hatin betalkirin. Organîzasyonên aborî yên cîhanî hatin taloqkirin. Musabaqayên futbolê û hemû aktîvîteyên sporê yên cîhanî hatin betalkirin. Karkegehen mezin û biçûk hatin girtin. Bi giştî li tevahiya cîhanê rewşeke awarte hat îlankirin. Bi zêdekirina tedbîran re di nava civakê de jî tirs û fikar zêde dibûn. 
 
Li dijî vîrûsê tedbîrên xwe rêz kirin 
 
Piştî Çînê Ewropa bû navenda vîrûsê. Êdî welatên Ewropayê dest bi şidandina tedbîran kirin. Di nav welatên Ewropayê de cara yekem Îtalya herêma xwe ya  Lombardiyayê xist bin karantînayê, ligel tedbîran jî li vir bîlançoya her roja ku derbas dibû giran dibû.
 
Li hinek deverên Fransayê biryara qedexeya derketina derve hat îlankirin, ji ber ku kapasîteyên nexweşxaneyan têr nekirin arteşa Fransayê nexweşaneyên xwe ji gel re vekir. Ji ber rewşa giran êdî artêş ket dewrê û li gelek cihan dest bi kontrolê kirin. Ji bo welatiyên xwe yên din biparêzin ji bo bêmalan navendeke giştî vekirin.
 
Li Kanadayê jî ligel tedbîrên tenduristiyê tedbîrên aboriyê jî hatin girtin û ji bo karker, xizan û kargehan bûdçeyeke taybet hat veqedandin. Li Elmanyayê kombûna koman hat qedexekirin û banga parastina nevberdanîna civakî hat kirin. 
 
Xemsariyên dewletan rê li ber xetereyan vekirin
 
Li Amerîkayê jî rewş bi belavbûnê re ket xetereyê û li vir ‘Rewşa lezgîn a neteweyî’ hat ragihandin. Seyahatên li Ewropayê hatin sekinandin. Li New York, Washington û Californiayayê muhafizên neteweyî ketin dewrê. New York wekî cihê pandemiyê hat ragihandin. Êdî li Amerîkayê amûr û ekîbên tenduristiyê têrê nekirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump, her tim di daxuyaniyên xwe de Çîn sûcdar dikir lê belê di hêla tedbîrgirtinê de jî xemsar nêz bû, ev tişt jî tabloyeke giran derxit holê. 
 
Îngîlistanê ku li cîhanê di hêla aboriyê de di rêza 5’emîn de cih digire di serê ewil de tenê bi bangewaziyan xwe bi sînor kir. Qelsiya nêzîkatiya rayedaran bû sedem bû bîlançoyeke giran. Hemû xebat û çalakiyên komî hatin qedexekirin û heman tedbîrên welatên din jî li welat ket meriyetê. 
 
Piştî Îtalyayê welatê herî zêde bi bandor bû jî Îspanya ye. Li Îspanyayê nexweşxaneyên taybet dewrê pergala giştî ya fermî bûn. Li Belçîka, Yewnanistan û Awusturyayê biryara qedexeya derketina derve hatin îlankirin. Li başûr û bakurê Koreyê gelek tedbîr hatin girtin ‘Herêmên taybet ên afetê’ hatin ragihandin. 
 
Li tevahiya cîhanê tedbîr hatin girtin 
 
Ji ber xemsarî û tedbîrnegirtina hikûmeta Japonyayê welatiyan nerazîbûnên xwe nîşan dan. Li Rusyayê jî wekî welatên din tedbîrên giştî hatin girtin. Îran jî wekî Çînê demek dirêj di rojeva cîhanê de ma û bedelên giran da. Her wiha bandora ambargoya li hemberî Îranê jî bû xetereyek mezin. Li Lîbyayê seferberî û rewşa awarte, li Tunusê karantina, li Sirbistanê rewşa awarte û li Qibrisê jî biryara qedexeya derketina derve hat ragihandin. Iraq li dijî vîrusê di serî de deriyên xwe yên sînor girtin. Li Erebistana Siûdî tenê êvarê derketina derve hat qedexekirin. Li Sûriye, Îsral, Filistîn, Lubnan, Yemen, Fas, Ezerbeycan, Bosna Hersek û Hindistanê tedbîrên qismî hatin girtin. Bi tevahî li cîhanê tedbîrên giştî hatin girtin.
 
Jiyan li malê xweşe lê ne li Tirkiyeyê!
 
Tirkiyeyê di serî de ji rewşa heyî agahdar bûn lê heta ku weqayên yekem di 10’ê Gulanê de hat ragihandin piştre ketin nava liv û tegerê. Di 16’ê Adarê de dibistan hatin girtin, bername, çalakiyên saziyên sivîl hatin betalkirin, ji bo temên mezin ên 65’ê jortir û ji bo ciwanên 20 kêmtir qedexeya derketine derve hat îlankirin, Zonguldak jî di nav de ji bo 30 welatan qedexeya derketin û ketina bajêr hat îlankirin, di dawiya hefteyê de jî derketina li kolanan hatin qedexekirin. Li ser hev jî bangewaziyên “Ji malên xwe dernekevin”, “Li xwe baldar bin!” û “Jiyan li malê xweş e” hatin kirin. Ji ber fikara aboriyê rewşa awarte nehat îlan kirin û tenê daxuyaniyên “Hûn bi xwe rewşa awarte îlan bikin” hatin dayîn. Ji serî de heta îro tenê ketin fikara aboriyê û welatiyên xwe qurbanê aboriyê kirin. Ji ber berjewendiyên dewletê û newekheviya aboriyê ya di navbera welatiyan de bi milyonan welatî li derve bê parastin hatin hiştin. Li şûna ku hikûmet peywîra xwe pêk bîne alîkariya partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl qedexe kir. Piştre jî li şûna alîkariyê bide welatiyên xwe kampanyaya bi navê ‘Kampanyaya Piştevaniya Millî’ da destpêkirin û ji welatiyan alîkarî xwest. Her wiha îqtîdar vê pêvajoyê wekî firsend dît û Qanûna Înfazê derxist û nêzî 90 hezar girtiyên edlî tehliye kir, lê belê girtiyên siyasî jî di nava şert û mercên ne baş de terkî mirinê kir. 
 
Li bakurê Kurdistanê ne tedbîr nîjadperestî bi pêş ket
 
Li çar parçeyên Kurdistanê rewş cudabû ji ber ku polîtîkayên îqtîdaran a li hemberî herêman tenê cudakarî bû. Di pêvajoya vîrûsê de jî hikûmet, li hemberî Bakur polîtîkayên xwe yên dijminatiyê domand û ne tedbîr û nijadperestiyê peşxist. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), sazî û dezgehên sivîl ligel hemû astengî û êrîşan li her bajarên herêmê xwe gihandin welatiyên xwe. Kolan bi kolan bangewaziyên xwe parastinê kirin. Li herêmê tenê tedbîrên hikûmetê dayîna cezayê pereyan bû. Di vê pêvajoya vîrûsê de li bakurê Kurdistanê bêtir polîtîkayên êrîş, binçavkirin, girtin, nîjadperestî û cudakarî pêşket. 
 
Li Başûrê Kurdistanê qedexeya derketina dervê rê li ber vîrûsê girt 
 
Li başûrê Kurdistanê jî gelek tedbîr hatin girtin, bi taybetî qedexeya derketina derve di serê ewilde hat girtin û ev tişt rê li ber belavbûnê girt. Bi qedexeyê re gelek kolanên bajaran vala man, çalakiyên giştî û bername hatin betalkirin. Wargeha Mexmûrê ligel amborgoyê li gorî derfetên xwe dest bi xebatên hişyariyê û dezenfegteyan kirin. Lê ji ber amborgoyê nekarin pêwistiyên xwe yên tenduristiyê bigirin. Her wiha li Şengalê jî li dijî vîrûsê komîsyoneke hevbeş hat avakirin û xebatên dezenfekteyê hatin destpêkirin. Îsal ji ber metirsiya belavbûna vîrûsê pîrozbahiyên Newrozê jî hatin betalkirin. Sînor hatin girtin. 
 
Li Rojava tedbîrên minak hatin girtin 
 
Li Rojava jî ji bo vîrûsê tedbîrên berfireh hatin girtin. Rêxistinên tenduristiyê, rêxistinên saziyên sivîl ji bo parastina gel dest bi dezenfekteya derdorê kirin. Her roj bi bermeyên cuda gel hatin hişyarkirin. Li vir jî biryara qedexeya derketina derve hat dayîn. Ligel kêmasiya derfetan jî tedbîrên berfireh hatin girtin. Ligel xwe parastina vîrûsê jî di vê pêvajoyê de êrîşên li hemberî herêmê jî dom kirin. Gel di vê pêvajoyê de hewl da ku hem xwe ji vîrûsê û hem jî ji êrîşan biparêzin. Her wiha di êrîşan de îstasyona Elok ku Kantona Hesekê ava xwe jê digre ket destê çeteyan û ev tişt bû sedema pirsgirêka avê. Qutkirina avê di vê pêvajoyê de ji bo Rojava bû xetereyeke mezin. 
 
Li Rojhilat agahiyên serast nayên dayîn 
 
Li gorî parçeyên din rewşa Rojhilatê Kurdistanê bêtir xeternak bû. Di serê ewilde heta îro bîlançoya rasteqîn nehat vegotin. Li vir kurdistanî bi vîrûsê re rûbirû hatin hiştin û tedbîrên berfireh nehatin girtin. Li Îranê jî qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, lê rê li ber belavbûna vîrûsê negirt. Heta roja îro jî derbarê Rojhilat de  agahiyên rast nayên girtin û li vir jî polîtîkayên cudakariyê bûn sedema mirina kurdistaniyan. 
Sibêhê: Di pêvajoya vîrûsê de çerxa sermayedaran nesekinî