Pêl bi pêl vîrûsa koronayê (2)
- 09:03 16 Hezîran 2020
- Dosya
Di pêvajoya vîrûsê de çerxa sermayedaran nesekinî
Leyla Ayaz
AMED - Di pêvajoya vîrûsa koronayê de rayedarên dewletan ketin nava fikarên aboriyê û tedbîrên xwe jî li gorî çerxa sermayedaran girtin. Bi milyonan kes ji kar hatin dûrxistin û bê dahat û bê mûçe hatin hiştin. Kedkar û karker jî ligel rîska heyî neçar man ku bixebitin.
Li dijî belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) li tevahiya cîhanê tedbîrên wekî qedexeya derketina derve, îlankirina rewşa awarte û bangewaziyan “Li malê bimînin” hatin girtin. Vîrûsa ku ligel hemû qadên jiyanê bi bandor bû bi taybetî li ser aboriya giştî jî bi bandor bû. Her roja ku derbas dibû fikarên sermayedaran ketin pêşiya virûsê. Ligel tabloyên xeternak dihatin parvekirin jî pakêtên aboriyê jî dihatin parvekirin. Di vê pêvajoyê de mijarên ku derketin pêş jî rewşa karker û kedkaran, zêdebûna betaliyê û aşkerakirina pakêtên hikûmetan bû. Em ê xal bi xal li ser van mijaran bi daneyan rawestin.
Li tevahiya cîhanê bi milyonan mirov di pêvajoya vîrûsê de li malên xwe bi rêya înternetê karê xwe yên rojane domandin. Bi milyonan kes jî di qadên tenduristiyê, înşaatê, kargehên xwarin û vexwarinê, cotkariyê, paqijiyê, xwedîkirina pîr û kalan, dermanfiroşî, ajokariyê ji neçarî bê ewlehî xebitin. Di nava rewşeke xeternak de kedeke mezin dan, lê heqdestê wan nehatin dayîn û an jî bi hinceta krîza aborî heye heqdest kêm hatin dayîn. Ji bo karkeran kel û pelên parastinê yên wekî lepîk, maske û tulim nehatin dayîn û an jî kêm hatin dayîn. Gelek kesên ku karê bazirganiya perakende dikirin, li restorant û mexazayan dixebitin ji kar hatin dûrxistin an jî derxistin destûra bêpere. Ev kes di vê pêvajoyê de bêsîgorte û bêdahat man. Ev polîtîkayên hikûmet û sermeyaderan bûn. Hem çerxa xwe ya aboriyê domandin û hem jî bi zelalî peyama cudakariyê dan civakê.
Li tevahiya cîhanê 135 milyon bêkar hene
Bi vîrûsê re asta bêkariyê li tevahiya cîhanê gihaşt asta herî jor. Li gorî Rêxistina Kar a Navneteweyî (ÎLO) li tevahiya cîhanê 135 milyon mirov bêkar man û her wiha 1.6 milyar mirovên ku bêqeyd dixebitin, di her kêliyê de dibe ku bêkar bimînin. Komîseriya Berpirsê Mafên Civakî û Îstîhdamê ya Yekitiya Ewropayê, jî da zanîn ku ji ber bandora vîrûsê niha li 27 welatên Ewropayê bi 10 milyonan mirov nîv demî dixebitin û dibe ku di mehên pêş de ev kes bêkar jî bîminin. Li gorî daneyên Wezareta Xebatê ya Amerîkayê di pêvajoya vîrûsê de 3 milyon 200 hezar kes ji bo mûçeya bêkariyê serledan kirin. Li gorî daneyan niha li Amerîkayê 33 milyon kes bêkar in.
Krîza aborî û betaliyê mezin dibe
Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran (DÎSK-AR), di rapora xwe ya meha hezîranê de bal kişand ser betaliyê û da zanîn ku Saziya Statîkê yên Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên rast parvenakin û li tevahiya Tirkiyeyê ji ber vîrûsê hejmara betaliyê zêde bûye û niha 13 milyon kes bêkar e. Li Başûrê Kurdistanê jî heman rewş heye ji ber vîrûse du meh in Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên milyonek û 200 hezar kesî nedaye û ji bo mûçeyan jî tu plansazî nehatiye amadekirin. Îran jî tevî ambarogoya heyî bi vîrûsê re ket nav krîzeke kûr, ji ber ku sînor hatin girtin bi tevahî bazirganî rawestiya û li vir jî rewşa aboriyê di nava xeterê de ye.
Rewşa welatên xizan di xeterê de ye
Bi belavbûna vîrûsê re li tevahiya cîhanê di hêla aborî de krîzeke kûr heye û her ku diçe jî xizanî zêdetir dibe. Dezgeha Alîkariyê ya Îngilistanê Oksfam diyar kir ku bi vîrûsê re bi giştî li cîhanê milyarek zêdetir kes di asta xizaniyê de dijîn. Her wiha li gorî daneyên Yekitiya Neteweyî (NY), di nav 3 û 6 mehan de krîza aboriyê li welatên xizan dê derkeve asta herî jor.
Xwestin deynê welatên xizan bê betalkirin
Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo parastina tenduristiya welatiyên li Benin, Cîbûtî, Lîberya, Mozambîk, Pakistan, Filîpin, Sierra Leone, Togo û Zimbabve banga alîkariya aboriyê kir. Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) ji ber vîrûsa koronayê pere bi deyn dabûn 25 welatên endamê ÎMF’ê û li vir biryar hat dayîn ku dê deyn pere bidin welatên xizan ên wekî Afganistan, Benin, Burkina Faso, Komara Navîn a Afrîkayê, Çad, Girava Komorê, Komara Demokratîk a Kongoyê, Gambiya, Gine, Gîne-Bissau, Haîtî, Lîberya, Madagaskar, Malavî, Malî, Mozambîk, Nepal, Nîjer, Ruanda, Sao Tome ve Principe, Sierra Leone, Solomon Adaları, Tacikistan, Togo û Yemenê jî. Piştî pere ji bo welatên xizan hat dayîn 300 parlamenterên 20 welatan bang li ÎMF û Bankaya Cîhanê kir û xwest deynê welatên xizan bê betalkirin. Ji ber ku li welatên xizan ji ber kêm derfetiyê xizmeteke baş nayê dayîn û ev tişt jî dibe sedema mirina kesên xizan.
Li ser pişta kedkaran çerxa sermayedaran...
Ligel pirsgirêka betalî û xizaniyê, çerxa sermayedaran li tevahiya cîhanê di qonaxa vîrûsê de jî li ser pişta karker û kedkaran zivirî. Di pêvajoya vîrûsê de hikûmetên dewletan li gorî berjewendiyên xwe pakêtên aboriyê aşkera kirin. Pakêta herî balkêş ya ku karsaz û dewlemandan diparêze ya Tirkiyeyê bû. Di pakêta Serokomar Tayyîp Erdogan a bi navê “Mertalê Îstîkrara Aborî” de deynê şîrketên mezin ên sîgorta, pirîm û bankeyan hatin taloqkirin û deynên faîzan hatin daxistin. Ji pakêtê tenê sermayedar û şîrketên mezin sûd girtin, lê kargeh û esnafên biçûk jî di halê xwe de hatin hiştin. Di nava pakêtê de bi navê parastina karker û kedkaran jî xalek hat bi cihkirin û hat diyarkirin ku di nava 3 mehan de ji kar dûrxistin hat qetexekirin, lê belê hat destnîşan kirin ku karsaz di vê demê de dikare karkeran derxe destûra bêpere. Ji bo karkerên ku hatin dexistin jî dê dewlet rojê 39 TL da. Bi vê pakêtê karker, kedkar û xebatkar bûn qurbana pêvajoya vîrûsê.
Ji tirsa betalmayînê neçarin ku bixebitin
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) di pêvajoya vîrûsê de her tim bal kişand ser şert û mercên karkeran û diyar kir ku ji 1'ê Adarê heta 10'ê gulanê 128 karker di nav de 9 jin jî hene ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ÎSÎGM'ê da zanîn ku di meha gulanê de jî 29 karker mirin. Ligel hêj rîska vîrûsê didome jî dema karkeriya çandiniyê jî dest pê kir û niha karker di nava şert û mercên nebaş û bê parastin dest bi karbikin. Ji ber tirsa betal mayînê neçarin ku bixebitin. Ev tişt ji bo karkerên înşaatê, kargoyê, fabrîqayên tekstîl û xurekê, paqijiyê jî derbasdar e.
Xebatkarên tenduristiyê ligel rîska heyî xebitin
Her wiha di vê pêvajoyê de qada herî xeter jî qada tenduristiyê bû ligel şert û mercên nebaş xebitin. WHO’yê destnîşan kir ku li tevahiya cîhanê 28 milyon hemşîre hene û ji sedî 80 jî jin in û lê di pêvajoya vîrûsê de hewcedariya 6 milyon hemşireyên din derket holê. Wezareta Tenduristiyê jî bal kişand ser qada tenduristiyê û diyar kir ku di nava milyonek xebatkarên tenduristiyê de 7 hezar 428 kes bi vîrûsê ketine. Her wiha Sendîkaya Dev Saglik-Îş'ê jî di rapora xwe de bal kişand ser dûrxistina xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyên taybet dixebitin. Gelek caran sendika û rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî û neteweyî bal kişandin ser pirsgirêkên kedkarên tendurisyê û polîtîkayên ku ji bo qada tenduristiyê tên afirandin. Ligel xeteriya heyî kedkarên tenduristiyê nehatin parastin.
Sibêhê: Ne vîrûs serdestan civak parçe kir!