Jin li Agiriyê çi dijîn? (3)
- 09:04 3 Tîrmeh 2020
- Dosya
‘Newekheviya zayendî xwe li her qadê da hîskirin’
Hîkmet Tunç
AGIRÎ - Parêzer Summeye Goksu da zanîn ku newekheviya zayenda civakî xwe li her qadê daye hîskirin û got di dosyayên şîdeta li ser jinan de hempîşeyên wê zêde hewl nadin. Midûra Polîtîkayên Jinan a Giyadînê Benazîr Aydemîr jî li dijî şîdeta mêr balkişand ser girîngiya piştevaniya jinê.
Li Agiriyê ku mirina biguman ya jinan zêde dibe, mixabin beyî ku sedem bên lêkolînkirin dosya tên girtin. Parêzer Summeye Goksu û midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Giyadînê Benazîr Aydemîr der barê zêdebûna mirina biguman ya jinan de axivîn.
‘Pirsgirêka jinan pirsgirêka sereke ye’
Summeye Goksu daxuyakirin ku pîşeya parêzeriyê jî yek ji pîşeya ku newekheviya zayendî hîs dike ye û pirsgirêkên ku dijîn û her wiha pirsgirêkên jinan yên bajar vegot. Summeye ku berpirsa Komeleya Têkoşîna li dijî Destdirêjiya li Zarokan (UCÎM), diyar kir ku li Agirî û navçeyên wê pirsgirêka jin û zarokan mezin e û got: “Mixabin li bajarê me gelek kuştin û întîxarên jinan pêk tên. Mixabin ev zêde li edliyeyan û çapemeniyê nayên dîtin.”
‘Hewldan tune ye’
Summeyeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku yek ji sedema herî mezin a şîdetê ev e ku jin wek kirde nayê dîtin û got: “Jin tenê wekê ku zarokan tînin dinê tê dîtin. Şîdet xizan û kesên dewlemend nas nake. Ez wek jinekê tevî ku derfetên min yên aborî hene jî ez dikarim pirsgirêkan bijîm. Ji ber ez jin im nikarim gelek dozan bigirim. Nêrînek wisa heye; dibêjin jinek ciwan nikare li dozê binêre. Hempîşeyên me yên mêr her tim li pêş in. Lê ne hempîşeyên me yên jin ne jî mêr li dijî şîdeta li ser jinan zêde hewl nadin.”
‘Feraseta divê zarokan bîne, bizewice serdest e’
Summeyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em xwe biparêzin. Rolên wisa hatine ferzkirin ku divê tu bizewicî û zarok bînî dinê. Ancax wisa dikarî bigihêjî cihekî. Dema dibî dayik jî ji neçarî bar hildidî. Barê jinê gelek giran e. Neçar dimînin ku zarokên keç û kur ji hev cuda bigirin. Neçarin zayendperestiyê li hişê zarokan kod bikin. mixabin ev nêrîn di civakê de serdest e. Ev hem pirsgirêkên Agiriyê û hem jî yên welat in. Newekheviya zayendî hinek be jî hatiye şikandin lê divê zêdetir bê şikandin û jin di vê mijarê de bi cesaret bin. Divê jin li dijî zayendperestî û şîdetê têbikoşin.”
‘Mirina Ceylanê biguman e’
Midûra Polîtîkayên Jin û Malbatê ya Şaredariya Giyadînê ya HDP’ê, Benazîr Aydemîr bingeha civakasî a herêmê nirxand û got: “Li herêmê mirina biguman ya jinan û şîdeta mêr zêde bûye. Em hewl didin di qada aborî, civakî û çandî de xwe bigihînin jinan.Em bi malbatên jinên jiyana xwe ji dest dane re hevdîtinan dikin. Ceylan li gundekî girêdayê Giyadînê, bi mêrekî ji navçeya Hamur re tê zewicandin. Ceylan di 7 salan de bi şîdeta hevjîn û malbata wî re rûbirû tê. Ceylan gelek caran serî li cendermeyan dide û diçe cem malbata xwe. Lê cenderme li şûna qanûna hejmar 6284 pêk bîne wê dişîne malê. Tê gotin ku di roja 5’an de jî întîxar dike. Li pişta wê şop hat dîtin li stuyê wê şopa sê benan hatiye dîtin. Sê zarokên wê hene û ya herî biçûk jî 3 mehî ye. Gelo çawa dibe ku dixwaze ji zarokên xwe biqete. Der barê mirina wê de guman hene.”
Benazîrê balkişand ser nêzîkatiyên li hember jinê û wiha pê de çû: “Li vir jinek ji bo tenduristiya xwe bixwze biçe nexwşxaneyê jî û hatibe dermankirin jî mêr dibêje tu neyê nexweşxanê ez diçim raporên te digirim. Li Agiriyê pisporên welîdînê hene û ji ber vê jin tên vir. Mêran hatin û çûyîn di alî aborî de dikir pirsgirêk. Me otubus rojên çarşemê ji xizmeta jinanr e vekir. Me got bila rehet biçin û bên. Her wiha di pêvajoya pandemiyê de serlêdan gelek zêde bûn.”
Benazîrê di dawiya axaftina xwe de mirina biguman û kuştina jinan ya di salên dawî de jî bi bîr xist û wiha dawî lê anî: “Bi piştevaniya jinan dikare pêşî li şîdeta mêr bê girtin. Ez bang li hemû jin û saziyên jinan dikim. Bila piştgiriyê bidin me. Ger em piştevaniyê mezin bikin wê pêşî li şîdetê bê girtin.”