Li Tekîrdagê mirina bi guman a jinekê

  • 19:54 24 Mijdar 2024
  • Rojane
 
TEKÎRDAG- Li Tekîrdagê xaltîka zaroka 2 salî S.Y ku destdirêjî lê hatibû kirin û qetilkirin, Elîf Aykuyuz bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Suleymanpaşa a Tekîrdagê jina bi navê Elîf Akyuz bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Elîf Akyuz ji şaneşînê de keitye û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeya Elîf Akyuz rakirin SAziya Tipa Edlî ya Tekîrdagê.
 
Der barê mirinê de lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Doza velayetê vekiribû
 
Li Tekîrdagê zaroka 2 salî S.Y destdirêjî lê hatibû kirin û qetiklirin. S.Y li nexweşxaneyê 7’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Xaltîka wê Elîf Akyuz beriya mirina S.Y, ji bo S.Y û xwişka wê ya 5 salî doza velayetê vekiribû.