Di dîrokê de hebûn û qirkirina Kurdên Êzidî (2)

  • 09:01 2 Tebax 2020
  • Dosya
'Tirkiye dixwaze planên komên girêdayî xwe bidomîne'
 
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star  Hediya Şemo û Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê Hêlîn Hacim bi wesîleya 6'emîn salvegera fermana Şengalê wiha gotin: "DAIŞ'ê xwest ku Êzidiyan qir bikin, talan û wêran bikin, lê ji ber ku ew xwestek bi ser neket û çeteyên Tirkiyeyê bin ketin niha dewleta tirk dixwaze bi xwe vê yekê bike."
 
Bi salvegera 6'emîn ya salvegera komkujiya Şengalê dewleta tirk rojane êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Di vê çaroveyê de ajansa me nêrînên Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Şemo û Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê Hêlîn Hacim girt.
 
'Şengal ji aliyê Tirkiyeyê, komên wê û hevkariya PDK'ê wêran bû'
 
Hediya di destpêka axaftina xwe de dîrok û fermana 3'yê Tebaxê nirxand û got: "Kurdên Êzidî bi 73 fermanan re rû bi rû man, her wiha koçberî, talan, wêran û hemû rêbazên işkenceyê li dijî me hatin bikaranîn. Lê mixabin ku ev kiryar hemû nehatin nivîsandin, ji ber vê yekê dîroka civaka Êzidî gelek kêm e. 73 ferman in, lê ya herî mezin, hov û bi êş fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ya bi destên çeteyên DAIŞ'ê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatin şandin, pêk hat. Her wiha bi hevkariya PDK'ê bû ku qaşo Şengal di bin parastina wan de bû, lê me dît ku pêşmerge di kêliyên dawî de reviyan. Ev fermana ku di civaka navneteweyî de deng veda û di dîrokê de hat nivîsandin ew e. Komkujî bi armanca qirkirin û perîşankirina Kurdên Êzidî bû, em weke Êzidî hatin qetilkirin, talankirin û revandin, gundên me wêran bûn. Lê ya herî bi êş û dijwar ku 500 hezar jinên me ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin, tecewizkirin, firotin û qetilkirin. Heta vê rojê beşek vegeriyan Şengalê, lê beşa herî mezin hîna çarenûsa wan ne diyar e."
 
'DAIŞ serdema kolekirina jinan vegerand'
 
Di domandina axaftina xwe de Hediya wiha qala komkujiyê kir û got: "Yên ku herî zêde xwedî li Kurdên Êzidî derketin gerîlayên YJA-STAR û HPG bûn. Gelê Kurd gelekî çiyayî ye ku di dirêjahiya dîrokê de xwe spartine çiyayan. Rast e xwe di çiyayan de parastin, lê ji fermanê xilas nebûn. Jinan zarokên xwe di bin keviran de veşartin, ixtiyar di malên xwe de hatin qetilkirin, jinên me di bazarên Iraq û Sûriyeyê de di nava şer de hatin firotin. Çeteyan bi hişmendiya xwe ya baviksalarî û serdest xwestin bi wan kiryaran serdema kolekirina jinan nûjen bikin. Ev şeş salin ku li ser komkujiyê re borîne, lê hîna şopa wan jinên Êzidî ne diyar e. Em dema ku niha qala wan kêliyan dikin, ew bîranînên bi êş ku em naxwazin tu caran dubare bibin tên bîra me." 
 
'Kurdên Êzidî bi giştî  û jin bi taybet êdî bi hêz in'
 
Hediya herî dawî diyar kir ku piştî fermana 3'yê tebaxê Kurdên Êzidî li Şengalê rêxistinbûna xwe ava kirin û wiha bi dawî kir: "Fermana 73'yan di civaka Êzidiyan de gelek guhertin da çêkirin. Êzidiyan êdî ferq kirin ku pêwistiya wan bi rêxstinbûyînê ya di hemû qadên jiyanê de heye. Loma di Şengalê de rêxistina siyasî, civakî, leşkerî, ciwan û jin hatin avakirin. Ya herî bi bandor rêxistinbûna jinan bû, ji ber ku yên ku herî zêde bi bandor bûn jin bûn. Di dîrokê de  tu kesî qala jinên Êzidiyan nekiriye, lê jinên Êzidî yên pêşeng weke  Meyan Xatûn û Xatûna Fexran hene. Jinên Êzidî dîtin ku wan nikaribû ji bo parastina xwe di fermanê de tiştekî bikin. Loma ji her kesî zêdetir jinên Êzidî  komîn, meclîs, artêş, qada perwerdeyê û qada çandê ava kirin û xwe bi rengekî xurt rêxistin kirin. Jinên Êzidî bûne xwedî hêz, vîn û nasname ku bikaribin ew bi destên xwe dîroka xwe ya rast binivîsînin."
 
'Divê ku Kurd tecrubeyê ji pirojeya Netewa Demokratîk bigirin'
 
Her wiha Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Hêlîn Hacim bal kişand ser yekrêziya kurdî û got: "Bi giştî mirov dikare bêje ku Gelê Kurd di dirêjahiya dîroka xwe de her tim rastî komkujî û fermanan hatiye. Gelê Şangalê yê ku herî dawî bi fermana 73'an re ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê yên girêdayî dewleta tirk ve pêk hat, teqezkirina vê yekê ye. Kurd li ku derê hebûna xwe parastine bi xwe re pêkhateyên li dora xwe jî parastine û rêxstin kirine. Mînaka vê yekê jî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, ku di roja îro de hemû pêkhate di Netewa Demokratîk de dijîn. Ev hevgirtin bûye armanca dewleta tirk û çeteyên wê. Ji ber vê yekê divê ku em Gelê Kurd ji tecrubeya Neteweya Demokratîk fêr bibin, em yekîtiya  xwe ava bikin da ku em pêşiya dubarabûna komkujî û fermanan bigirin."
 
'Tirkiye dixwaze planên komên girêdayî xwe bidomîne'
 
Hêlînê herî dawî jî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk di roja îro de Başûrê Kurdistanê kiriye pilana xwe ya dagirkeriyê. Bi riya êrîşên bejahî û hewayî Heftenîn, Şengal, Mexmûr û gundewaran topbaran dike. Ji ber ku Çeteyan nikaribûn xwesteka tirkiyeyê pêk bînin, di roja îro de ew bi artêşa xwe daketine qadan û êrîşên dagirkeriyê pêk tîne. Ev kiryar li dijî hevpeymanên navneteweyî ne, her wiha  li pêşiya çavên hikûmeta Iraqê û herêma Kurdisanê ne. Ji ber vê yekê di salvegera komkujiya Şengalê de em dibêjin ku divê em bi hev re dagirkeriyê têk bibin."