Kok ne diyar e, hincet heman in: Di bin navê 'sunetê' de îşkenceya zayendî (4)
- 09:04 13 Tebax 2020
- Dosya
Fêdeya ceza jî, qedexeyê jî tune ye: Îşkence li Misirê jî didome
Derya Ceylan-Şehriban Abi
NAVENDA NÛÇEYAN - Îman Ghanem a ku yek ji jinên di bin navê "sunetê" de bi îşkenceya zayendî rû bi rû hatiye hiştin e tîne ziman ku li Misirê tevî ku îşkenceya zayendî qedexe ye û wekî binpêkirina mafan tê dîtin lê hîn jî dewam dike.
Yek ji welatên ku kevneşopiyê derdixe pêş û di bin navê "sunetê" de îşkenceya zayendî pêk tîne Misir e. Îşkenceya ku heta dibe sedema mirinê bêtir li dijî zarokên di navbera temenê 0-15 salî de tê kirin.
Di vê dosyaya xwe de em ê Misirê bigirin dest. Piştî Somalî û Gineyê herî zêde li Misirê di bin navê "sunetê" de îşkenceya zayenî tê kiri. Tevî ku li Misirê ev yek qedexe ye û wekî binpêkirina maf tê dîtin lê dîsa jî di bin navê "sunetê" de îşkenceya zayendî tê kirin.
Di 2007'an de biryarnameyek hat weşandin
Di 2007'an de Wezareta Tenduristiyê ya Misirê îşkenceya zayendî ya di bin navê "sunetê" de tê kirin li klînîk, nexweşxaneyan qedexe kir. Di 2007'an de Grand Mufti Ali Gomaa "fetvayeke" şermezarkirina îşkenceyê parve kir.
Di 2008'an de hat qedexekirin
Parlamentoya Misirê di meha hezîrana 2008'an de îşkenceya zayendî qedexe kir. Ji bo qedexe pêk bê parlamentoyê civîneke bi navê "Danezana Kahireyê+5" li dar xist. Her wiha kampanyayeke navneteweyî jî hat destpêkirin.
Asta duyem hat destpêkirin
Bernameya hevpar a UNFPA-UNICEF li gelek cihan bi awayekî çalak tê xebitandin. Pêşengên olî di 2014'an de xebatên vê bernameyê li 17 welatî belav kir û asta duyem a ji bo qedexe pêk bê hat destpêkirin.
Wezaret di çarçoveya bernameya hevpar de balê dikşîne ser van madeyan:
“*Mevzuata li dijî sunetê divê bi awayekî bi çalak têkeve meriyetê,
*Ji bo sunet ji holê rabe divê bi hevparên bilindkirina kuresel a kilit re hevkarî bê kirin,
*Daneyên xwe dispêre qeneata polîtîka û bernameyan,
*Ji bo pêkanîn bi dawî bibe divê bi tora pêşengen olî bê berfirehkirin."
Di 2016'an de zagon ket meriyetê
Pêkanîna têkildarî qedexeya îşkenceyê di 2016'an de ket meriyetê. Di çarçoveya zagonê de herî kêm 3 meh û herî zêde 2 sal cezayê girtîgehê ew ê bê dayin. Her wiha cezayê herî kêm 1 lîreyê Misirê (LE) û herî zêde 5 hezar LE ket mertiyetê. Her wiha biryar hat dayin ku ew ê heta 7 salan ceza li bijîşkên sunetê bikin bê birîn û kesên ku vê yekê bide kirin jî ew ê 3 sal cezayê girtîgehê li wan bê birîn. Lê niha kes vê zagonê pêk neyne.
Jina bi navê Îman Ghanem a ku li Kahireya Misire dijî îşkenceya zayendî ya di bin navê "sunetê" de dîtiye bi me re parve kir.
'Li navçe û gundan tê kirin'
Îmanê da zanîn ku îşkenceya zayendî ya li zarokan tê kirin di bin navê kevneşopiyê de tê kirin û wiha got:"Di ola muslumantiyê de tiştekî wiha tune ye. Di quran an jî di hedîsekê de jî tiştekî wiha tune ye. Tenê wekî kevneşopiyekê li navçe û gundan sunet tê kirin."
'Ji bo mêran 'kevneşopî' neguhert'
Îmanê diyar kir ku ew jî di temenekî biçûk de hatiye sunetkirin û wiha got:"Pêkanîna sunetê ji bo me bê wate ye. Me ev lêkolîn kir û fam kir ku divê ev yek neyê kirin. Me diyar kir ku gelek zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo mêran 'kevneşopî' neguhert."
'Zarok bi gelek pirsgirêkên tenduristî rû bi rû tên hiştin'
Îmanê diyar kir ku piştî zagona 2008'an a hukumetê kêm be jî îşkence hinekî kêm bûye û got zarok di warê derûnî û laşî de bi gelek pirsgirêkan rû bi rû tên hiştin û dibe sedema mirinê jî. Her wiha Îmanê got di temenê pêş de zarok dema kamil dibin bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê rû bi rû dimînin.
'Divê zagon pêk bên'
Îmanê diyar kir ku her çiqas ev îşkence hatibe qedexekirin jî hîn bi awayekî dizî dewam dike û wiha got:"Zarokeke min a keç heye. Ev hovîtî û îşkenceya li min hatiye kirin ez naxwazim li keça min bê kirin. Herî dawî dîsa sunetek hat kirin û bû sedema mirinê. Bijîşk jî û kesên ku ev da kirin jî hatin binçavkirin. Bijîşkek çawa nikare vî tiştî asteng bike. Divê zagon pêk bên."
BI DAWÎ BÛ.