Girtiyên nexweş -3 | Yek ji 38 kesên divê demildest tehliye bibe: Semîre Dîrekçî

  • 09:03 19 Çile 2022
  • Dosya
Derya Ren
 
AMED - Xizmên girtiyan di serdana Enqereyê de ji bo 38 girtiyên divê lezgîn bê tahliyekirin dosyayek pêşkêş kirin û yek ji van girtiyan Semîre Dîrekçi ye. Semîre nexweşiya giran a roviyan dijî û ji sedî 90 nabîne. Xwişka wê Mulkiye Dursun banga, “Em xwedî li girtiyan derkevin, me 8 heb windakirin yên din winda nekin" kir.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû aliyên civakê û bi taybet jî girtîgehan kiriye. Binpêkirinên mafan yên li hember girtiyan roj bi roj girantir dibin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 2020’î, li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ligel polîtîkayên şîdet, îşkence û tecrîdê, binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûn. Di 6 salên dawiyê de 103 girtî, di sala 2021’ê de 64 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Di çend mehên dawî de jî Garîbe Gezer, Abdurrezak Şuyur, Halîl Guneş, Bangîn Muhammet, Îlyas Demîr û Vedat Erkmen jiyana xwe ji dest dan.
 
Xizmên girtiyan ji Wan, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Çukurova û Stenbolê çûn Enqereyê bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyan gelek hevdîtin pêk anîn. Ji bo girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û girtiyên nexweş xizmên girtiyan ‘Nobetên Edeletê ‘dan destpêkirin. Girtiyan di serdana Enqereyê di 4’ê çile de dosyayek ji 11 rupel û 6 sernavan pêk tê dan saziyan. Di dosyayê de barê 38 girtiyên nexweşên giran de agahî hat dayîn û hat xwestin ku bên berdan. Ji girtiyên rewşa wan lezgîn û giran jinên girtî yên bi navê Rojbîn Çetîn, Semîre Dîrekçî, Muhlîse Karaguzel, Şîvekar Ataş û Fatma Ozbay heye.
 
Di beşa sêyem a dosya me de em cih didin Semîre Dîrekçî ya li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne. Her wiha xwişka Semîreyê, Mulkiye Dursun têkoşîn û pêvajoya girtîgehê ya Semîreyê vegot.
 
Semîre ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye û li Edenê yek ji 7 zarokên malbatekê tê dinê. Ji ber zextên dewletê Semîre di salên 1990’î de tevlî PKK’ê dibe. Piştî çend sal tevlibûna wê şûnde di pevçûnekê de birîndar dibe û tê binçavkirin û girtin. Cezayê muebetê lê tê birîn. Semîre niha 45 salî ye û 25 sal in girtiye. Semîre seranserê girtina xwe li girtîgeha Amed, Elezîz, Êlih û Sêrte dimîne. Herî dawî ji girtîgeha Sêrtê ji bo dermankirinê anîn girtîgeha Amedê. Ev sê sal in li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne û nexweşa giran a roviyan, ji sedî 90 nabîne, her wiha nexweşiyên hîper tansiyon, bê vîtamînî û bê xwînî dijî.
 
Ji Semîreyê banga..!
 
Parlamentenra HDP’ê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Piştî Leylayê bi hezaran girtî ketin grevê. Semîre Dîrekçî jî 87 rojan di grevê de ma û di 26’ê gulanê de grev bidawî bû lê piştî vê rewşa wê xera bû. Piştî grevê roviyên Semîreyê bi giştî bê bandor man. Semîre nêzî du mehan li nexweşxanê ma û emeliyata divê lezgîn bibûna, nekirin. 
 
Wê demê Semîreyê wiha bang li rayagiştî kiribû: “Pandemî heye emeliyata min nakin. Êşên giran dijîm. Ji bo vê êşê min dibin Nexweşxana ya Lêkolîna Perwerdê. Dema dibin cot kelepçe li destên min dixin. Dema ji girtîgehê tînin jî dibin odeya karantînayê. Ez nikarim tenê li xwe binerim. Zehmetiyan dikşînim. Ji bo tevgerê gelo divê ez bimrim? Dengê min bibihîzin.”
 
‘Têkoşîna wê destur neda zextan’
 
Xwişka Semîreyê, Mulkiye Dursun têkoşîn û pêvajoya girtîgehê ya Semîreyê vegot. Mulkiyeyê got sedema barkirina wan ya Edenê zexta dewletê û pirsgirêkên aborî bûye û wiha dirêjî dayê: “Jiyana me her tim bi xebatê derbas bû. Semîre ji zarokatiya xwe de xwedî kesayetek têkoşer bû. Xwişka min ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Bi kelecan û coş bû. Kesayeta wê ya têkoşer destûr nedida zextan. Di temenê biçûk de tevlî bû. 7 salan li wir ma û me bihist ku bi birîndarî hatiye girtin. Cezayê muebetê danê. Lê ji ber birîndariyê pirsgirêkên wê yên tenduristiyê zêde bûn.”
 
‘Dibêje ez li nexweşên din dinêrim ya xwe ji bîr dikim’
 
Mulkiyeyê destnîşan kir ku Semîre xwedî rihekî berxwedêre û xwişka xwe wiha vegot: “Xwişka min gelek zîreke. 25 sal in girtiye. Xwişk û birayên min yên din zêde nikarin biçin hevdîtina wê. Her tim ez diçim. Di serdanan de pirsgirêkên hevalên xwe tîne ziman. Bi sedan girtiyên nexweş hene. Semîre dema behsa hevalên xwe yên nexweş dike dibêje ‘Ez li wan dinêrim ez nexweşiya xwe jibîr dikim’. Çend sal in em diçin hevdîtinan her tim behsa nexweşiyan dike.  Herî dawî 8 kesî jiyana xwe ji dest da. Nexweş nayên dermankirin. Divê girtî li derve bên dermankirin. Dema xwişka xwe dibînim zimanê min giran dibe.”
 
‘Du salan roviyê wê ji derve jiya’
 
Mulkiyeyê behsa nexweşiyên Semîreyê kir û ev tişt anî ziman: “Niha nexweşiyên giran dijî. Girtîgeh wê dide zorê. Rayedar tiştekî nakin. Semîre du salan roviyên wê ji derve jiya. Berê her tim emeliyet dibû. Lê 8 meh berê ji ber emeliyata bû divê her hefte biçe kontrolê. Piştî van kontrolan digirin karantînayê. Xwişka min tenê nikare bimîne. Dema karantînayê her carê hevalek ligel wê dimîne. Nikare hewcedariyên xwe bîne cih.”
 
‘Em gelek bi bandor dibin’
 
Mulkiyeyê destnîşan kir ku xurekên hişk nikare bixwe, qedexene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di rewşa xurekên hişk bixwe rojvî bi hev ve dizeliqin. Ev rewş jî rê li ber nexweşiyên din vedike. Çavekê wê ji sedî 90 nabîne. Gelek nexweşiyên wê yên din yên wekê mîgren, hîper tansiyon heye. Divê ev kes li girtîgehê nemîne. Doktor jê re her tişt qedexe kiriye. Di alî aborî û manewî de bi bandor dibe. Divê girtî bên berdan. Em malbat vê dixwazin. Daxwaza me ya sereke berdana girtiyên nexweşe. Ez banga hestiyariyê li rayagiştî dikim. Divê bibin dengê girtiyan. Nobedeta edeletê jî gelek pîroze. Lê divê hîn bêtir têkoşîn bê dayîn.”