Li Îmraliyê diyalogên azadiya jinan a komplo parçe kir (5)

  • 12:14 11 Sibat 2018
  • Dosya
Komploya zilamên serdest: Komkujiya jinan 
 
Sara Tolhildan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta HDP'ê re bal dikişîne ser qetilkirina jinan û dide zanîn ku jin ji çar aliyan ve hatine zîncîrkirin û heta ev neyê derbaskirin ew nikarin ji xwe re bibêjin sosyalîst û siyasetê jî bikin.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di hevdîtinên xwe yên bi Heyeta HDP'ê re gelek caran balê dikişîne ser êrîşa li dijî jinan pêk tê û dema behsa komkujiya li ser jinan dike jî ji bûyerên rojane mînakan dide. Abdullah Ocalan di dahûrandinên xwe de xistina jinan a ji aliyê aqlê zilamê serdest a 5 hezar salan bi komploya ku li dijî wî pêk hatiye bi hev re dinirxîne. Abdullah  Ocalan di van analîzên xwe de balê dikişîne ser jinên ku li girtîgehan û li çiya tê dikoşin û girêdayî wî ne û pê re jî rêgezên eşq û girêdana rast datîne holê. Abdullah Ocalan di heman demê de bersiva pirsa bi jinên azad re jiyaneke çawa jî vedibêje. 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina di 7'ê sibata 2014'an de behsa zewaca klasîk dike. Di heman hevdîtinê de behsa zewaca xwe û zewaca Sirri Sureyya Onder tahlîl dike.  Dîsa balê dikişîne ser qetilkirina jineke li Kayseriyê. 
 
'Şoreşa ku jin pê azad nebin ew ne şoreş e'
 
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku rojane bi dehan jin tên qetilkirin û wiha dibêje: "Ev qetlîam ji şeran jî dijwartir e. Ev di heman demê de meseleya ewlehiya dewletê ye jî.  Ji jinên girtî misêwa name ji bom in tên. Bi girêdan û eşqeke mezin dinivîsin. Jinên li Qendîlê jî bi heman awayî ne. Girêdaneke wan a tam heye. Bi jinan re mirov dikare bi awayekî bêhempa bijî, lê îro roj rewşa ku jin tê de ne ne tu rewş e. Meseleya zarokên bûk, tişteke pir dilsoj e. Dema bi wan re dizewicin dibin 'jina' wan ku tecawizê wan dikin ew dibin leş û dimînin. Piştre tu yê çawa li rûyê wê binêrî? Em keçên li Qendîlê perwerde dikin. Em hem taqetê didin lingê wan û heê jî mêjiyê wan bihêz dikin. Em îradea wan xurt dikin."
 
Abdullah Ocalan di nav axaftia xwe de li Pervîn Buldan dizivire û nirxandinên xwe wiha didomîne: "Ez li rewşa we jî difikirim. Beriya bîst salan hevalê te bi awayekî wehşî hat qetilkirin. Lê we ne jiyanê birêxistin kir ne jî we e jiyan sazûmank kir. Dikarî j imin alîkariyê bixwazî, dikarî bibî rêberek, dikarî bibî serokek lê divê wêrek bî. Şoreşa ku jin pê azad nebin ew ne şoreş e. Rêxistina ku jinan bi rêxistin nake ew ne rêxistin e. Heke ez nekaribin alîkariya te bikim ez nikarim serokatiyê jî bikim." 
 
Ocalan Abdullah  di nirxandinên xwe de dstnîşan dike ku bi vê pêvajiya daye destpêkirin dixwaze dawî li şer bîne û wiha dibêje: "Em ê bi jinan re jî peymaneke çêbikin. Peyamana ku ez behsa wê dkim jî divê bihevrebûna wekhev, eşq, exlaq, wekhevî û azadiyê bihundirîne. Heke ev nebin dê çi bibe? Yilmaz Guney ji bo jinekê  rabû yekî kuşt. Bi tenê bi arezûyê ev karê hanê nabe. Ji bo jinan mirov tê kuştin? Heke bihata kuştin diviya min jî bikuşta. Hevaleke min jî hebû. Dema ku revî û çû wekî hemû dinya bûbe ya min. Lê mêrê ku jina wî bireve jî teqez dikuje." Abdullah  pişte li Sirri Sureyya Onder dizivire û jê re wiha dibêje: "Yê te jî derdekî te yê wisa hebû lê xuya ye te derbas kiriye, tu azad bûyî. Dema ku min behsa zewaca te kin min behsa vê kir. (Li Pervîn Buldan dizivire) Min behsa te jî kir.  
 
Sirri Sureyya Onder dikeve navberê û wisa dibêje: "Serokê min tên ji Çar Petro re dibêjin; Dostoyevskî zewicî ye ew jî ji wan re dibêje; 'Ox çi qas  xweş e, pergal ji dijminekî xwe yê din jî xilas bû.' Pergal zewacê wekî pranga bi kar tîne."
 
'Heta ez li dara dinyayê bim ez ê gotinên wî zarokî ji bîr nekim' 
 
Abdullah Ocalan têkildarî dilsojiya qetilkirina jinan mînakeke rojane jî dide û wha dibêje: "Li Kayseriyê cînayetek pêk hat. Zilamekî rabû malbata xwe qetil kir. Herî dawîn rahişt zarokê xw yê heft salî tam dema ku ewê wî ji balkonê biavêje zarok bi çavine lavekar ji bavê xwe re dibêje; 'bavocan tu yê min neavêjî ne wisa?' Dema kum in vê yekê bihîst  ez li hev sar bûm. Ez dikarim bibêjim kum in di temamiya jiyana xwe de wisa sar nebûme. Tu tiştek bi qasî gtonên wî arokê hanê tesîrê li min nekiriye. Ez heta li dara dinyayê bim jî ez ê wan gotinan ji bîr nekim. Va ye ez dibêjim. Heta ku romana vê rewşê neyê nivîsandin, heta ku fîlmê wê neyê kişandin li Tirkiyeyê tu tişt nikare were çêkirin. Ew bûyereke wisa ye ku hemû pirsgirêkan din ava xwe de dihewîne. Diviya ku Tirkiye bi gotinên wî zarokî bihejiya û divê ku gotinên wî zarokî baş were dahûrandin. Komkujiya li dijî jinan jî heman tişt e." 
  
'Di asteke wehşetê de jin tên qetilkirin' 
 
Abdullah Ocalan îşaret bi qetilkirina jinan dike ku hema her roj jin tên qetilkirin û dahûrandinênx we wiha didomîne: "Jin ew qas jî bi alçaxî nikare werin kuştin. Welatiyên vî welatî nikare vê yekê qebûl bikeç Ema jin ji çar aliyan ve hatine zincîrkirin. Heta ku em vê zincîrê neqetînin em nikarin bibin sosyaslît û em nikarin siyasetê bikin. Divê ku em li vê yekê serwext bibin. Dêna xwe bidinê aliyeke balkêş a Zagrosan heye.  Nînhursag, Xwedawenda Herêma Çiya ye. Li wê herêmê hê jî kevneşopiya wê xwedawendê heye. Din av hevalan de keçên îranî jî hene. Vejandina vê kevneşopiya xwedawendî glekî girîng e. Pratîkên çegiran û Dev Yolê gelekî xerab eç Ji bo zewacekî dikarin tevgerê tune bikin. Ji bo zarokek xwe dikarin her tiştî xera bikin. Ev din av mêrên kurd de jî heye."
 
Xistina jinan a neh hezar salî
 
Di heman hevdîtinên de Abdullah Ocalan behsa dayikên ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi îdiaya ku PKK'ê zarokên wan bi darê zorê biriye, çalakiya rûniştinê li dar dixin jî dike û ji bo vê yekê  çareseriya xwe jî datîne holê. Abdullah  Ocalan ji wan dayikan re pêşniya bila zarokên wan ji şer dûr û di qadeke azad de bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin dike. 
 
Abdullah Ocalan vê mijarê bi vî awayî dinirxîne: "Di esasê xwe de ew dayikên kul i wê derê xwe diavêjin erdê xista jinan a beriya neh hezar sal berê ye. Çanda jinan beriya neh hezar salan li Zagrosan dest pê kir. Lê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ev kevneşopua xwedewandî qediya. Hûn jî dikarin wekî komuna meclisê vê rewşê nîqaş bikin. Bila hevşaredar bên cem hev û vê meseleyê nîqaş bikin. Biçin jin wan dayian re bibêjin; 'Apo tiştên ku ji bo dayika xwe dibêje ji bo wejî dibêje, kur û keçên we ji Apo re name nivîsandine.' Heta azadî nebe yan dê ew xwe bişewitînin yan jî dê pergal wan bişewitîne. Bila Qendîl wan li cihekî ewle bi cih bike. Dayik jî dikarin biçin wan bibînin, heta çi qas dixwazin dikarin li wir bimînin jî. Bila li cihekî ku metirsiya şer tune ye bi zimanê dayikê perwerde bibinîn."
 
'Pergal bi awayê magazînî nêzî jinan dibe' 
 
Abdullah Ocalan destnîşan dike li Amedê di şexê wan daykan de jinbûna neh hezar salî hatiye xistin û ev şîrove dike: "Dema ku ez li rewşa wan dayikên li Amedê xwe avêtine erdê dinêrim tiişta ku dibînim rewşeke xweqedandinê ye. Ew jina ku xwe avêtiye erdê ji fikirîna li zarokê xwe bêhtir xweqedandinekê dijî. Ji ber ku jiyaneke wê tune ye di şexsê zarokê xwe de jiyanekê dibîne. Ev rewşa hanê ya jinan d idi etîkê de ne jî di estetîkê de heye." 
 
Abdullah Ocalan di axaftina xwe de li Pervîn Buldan dizivire û wiha didomîne: "Min şaristaniya Satî mînak dabû. Ji bo min meseleya jinan bingeha pirsgirêka kurdî hema bingeha hemû pirsgirkên civakî ye.  Lê pergal bi awayekî magaznî nêzîkî jinan dibe. Min ji Nesrênê re jî ev yek nivîsî. Ez nirxekî mezin didim jinan, girîngiyê didimê."
 
Abdullah Ocalan li Sirri Sureyya Onder dizivire û destnîşan dike ku dema ew nêzîkatiya magazînî ya li jinan ên wekî xweşikên super û spîboz dibîne pir aciz dibe û îşaret pê dike ku ev nêzîkatiya hanê îdeolojîk e û wiha dibêje: "Ne ew jinên plastîk ne jî kevneşopiya Satî her du jî ne rast in."  
 
Sirri Sureyya Onder li vê derê dibêje ku di esasê xwe de nêrîna pergalê plastîk e. Abdullah Ocalan dibêjê tu rast dibêjî û nirxandinên xwe wiha didomîne: "Di esasê xwe de hemû wekî wan kulîlkên plastîk in. Ne ew jinên plastîk ne jî jinên Satî yên kevneperest. Egîdî ew e ku em mesele were çareserkirin. Ji hevalên jin re jî vê yekê bibêjin. Bi jinan re bêdawî û piralî gele mirov dikare çawa bijî, mirov çawa dikare hevpariyê bike, meiv çawa dikare polîtîka bike? Ev gelekî girîng in.  Min ji ber vê yekê Sartre mînak daç Ez 65 salî me, ez nikarim hema wisa bi destê jinekê bigirim. Ne ku ez ditirsim û fikarên mn hene. Naxêr! Lê ez vê yekê etîk û estetîk nabînim. Min di civîna beriya vê ya de jî anîbû ziman. Têgîna zayendperestiyê tirsnak e, ya girîng antî-zayendperestî ye. Zayendperestş rê li mulkiyet û desthilatê vedike. Asli Erdogan heye di rojnameyê de jî dinivîse. Min du sê gotarên wê xwendin. Nêrîna Athenayê ya li jinan nivîsandiye. Hûn jî dizanin ku Athena jineke ku ji eniya Zeus hatiye afiradin. Asli vê yekê zeft kiriye. Jê re bibêjin ku Abdullah Ocalan dibêje ji vê meseleyê dikare pirtûkekê binivîse yan na. Min dixwest binivîsim lê dem amin tune ye. Bila ew binivîse. Jineolojî dê alîkarî li femîznîzmê jî bike. Ez ji bo kurdan mijara eqşê di teoriyê de guncaw dibînim, bi awayekî taybet cesaret nakim ku vê eşqê bijîm. Çimkî di vê eşqê de heke şaşiyekê bikim dê ev yek derbê li hemû siyaseta me bixe."
 
'Heke ku tu nizanibî bi jinekê re bijî tu nikarî şoreşê jî pêk bînî'
 
Abdullah Ocalan nirxandinên xwe yên têkildarî eşqê bi van hevokan didomîne: "Nikarin eşqê jî çareser bikin. Gelek hevalên hêja yên jin hene lê ne di teoriyê de ne jî di pratîkê de nikarin vê meseleyê safî bikin. Hêza zilamekî di esasê xwe bi dahûranina hestewariya wî ya etîk û estetîk a li hemberî jinekê ye. Heke ku tu nizanibî bi jinekê re bijî tu nikarî şoreşê jî pêk bînî. Ne Zagros, ne navenda Amedê ne jî Navenda Giştî ya HDP'ê bila vê bêçaretiyê l imin ferz nekin. Çareserî heye. Hûn jî dikarin eqşa ji bo jinan a Nietzsche û Goethe bixwînin."
 
Ji rêxistina sîwan KJB ber bi KJK'ê ve
 
Abdullah Ocalan: Xwe komî ser hev kirine hinekî? Tiştekî ku tê de zahmetiyan dikişînin, an jî pêdiviya wan bi tiştekî heye?  Dikarin bi awayekî xweser nêzî pêvajoyê bibin û derkevin pêş? Ew hêz û daxwaza wan heye?
 
Pervîn Buldan: Ji mudaxeleya mêran aciz in. Silavên xwe, heskirin û girêdana xwe pêşkêşî we kirin.  Gotin ku wan wekî rêxistina jinê dest bi xebatan kirine û di vî warî de diyar kirin ku xebata wan a ji bo konferans û komxebatan berdewam dike.  Gotin ku wan mijara jinê ya derbarê KCK'ê ku we di nameyê de bahs kiribû girtine rojeva xwe û wê wekî sîwana jinê ya KCK'ê xwe ji nû de bi rêxistin bikin û vê di kongreyê de bi rêk û pêk bikin.  Herwiha tekmîleke wan ya kurt jî heye ji bo we û ew jî bi nivîskî şandin.
 
Abdullah Ocalan: Belê wê ew baş be, ji xwe sîwana wan heye. Wê YJA û KJB'ê bikin yek. KJK  dikare bibe (Komelên Jinên Kurdistan), ev pêşniyare. Bila pêş ve bixin, ji ber ku navê hemûyan cuda bû tevlihev bûn. Sadekirina wê wê baş be. Piyê wê yê legal cuda ye. Ji bo ku wê pêşve bibin divê piştgiriyê bidinê. 
 
Pervîn Buldan: Li aliyekî din jî ez ji hemû qadan bi 70 jinan re axivîm. Xestin ku ez ji wan re bahsa te bikim. Min saetekê rewşa te ji wan re vegot. Hemû jî gelek girêdayî te ne. Pirs pirsîn, bi her awayî te meraq dikin. Tendirûstiya teê, şert û mercên tu tê de yî, heta bi xewnên te meraq dikin. Her wiha heta bi pirsa tu asîman û stêran dibînî an nabînî jî pirsîn.
 
Abdullah Ocalan: (Biken) ji hemûyan re silavên min bibêje. Ez ê niha hemûyan binirxînim.
 
Pervîn Buldan: Wê PAJK jî di pêvajoya pêşiya me de li gorî pergala nû di warê kadrobûn û rêxistinbûnê de xwe ji nû ve birêxistin bike. Di vî warî de pêdiviya wan bi perspektîfên we heye. Li aliyekî din jî li heviya ku hun navê rêxistina sîwan binirxîn e.
 
Abdullah Ocalan: Min gotibû bila KJK be.
 
Pervîn Buldan: Ji ber ku ev nav nêzî KCK'ê ye tirsa ku dibe bê tevlihevkirin heye.
 
Abdullah Ocalan: Na, na, tevlihevî çênabe. Ev KJK (Komelên Jinên Kurdistan e). Bila wekî KJK biguherin. Ger ku em PAJK'ê binirxînin, PAJK'ê bala tevahiya cîhanê kişandiye. Ez li ser vê rewşê rojane difkirim.  Bila Jinên serê çiyê û hemû jinên Rojava bizanibin ku ez ji bo şoreşa jinê têkoşînê didim. Lê rewşa Viyan (Parlamentera ezidî) li ortê ye. Rewşa heyî nikare bê qebûlkirin. PAJK temsîliyeta Jineolojiyê ye. Li Ewropayê konferanseke wê hat lidarxistin. Lê ev pirsgirêk heye: Pirsigirêka civakî pirsgirêka kolektîv e.  Ji ber wê min etîk û estetîk pêşniyar kir. Min xweşikbûna jinê di kesayeta wê de estetîk nîşan da.  Dema ku em bên ser mijara etîk jî hûnê bibêjin "Ez ez im" û hûnê bibin xwe. Ji ber ku di civaka me de jin esas nayê girtin û dema li ber xwe dide jî tê qetilkirin. Divê ku PAJK ji van hemû pirsgirêkan re bibe çareserî. Dibêjin ku divê jin bibe ya yekî din. Ez ji vê helwestê aciz im. Mesela tu çendsalî zewicî?
 
Pervîn Buldan: 19
 
Abdullah Ocalan: Ji ber ku tu keça eşîrê bûyî dibe ku bi darê zorê zewicandibin.
 
Pervîn Buldan: Ez ne keça eşîrê me, lê bûm bûka eşîrê. Heval Cuma derbarê Kesîre de gelek tişt gotin ji me re.
 
Abdullah Ocalan: (bi ken) got he ji we re bahs kir?  başe wê dem. Helewesta jinekê çi dibe bila bibe ez nefretê jê nakim. Mafekî me yê ku em mudaxele bikin tune ye. Girêdana te esîl e. Tu jineke bi cesaret î. Lê divê tu lêkolîn bikî. Dema ku tu vê bikî tu ye bibî serok. Divê ku jinên PAJK'ê jî vê bizanibin. Jin ne hevjîna hevîjînê xwe û ne keça bavê xwe ye .Divê ku bibe xwe. Divê tu van ji hevalên jin ên girtîgehê re jî nivîskî bişînî. 
 
'Îdeolojiya sedsala 21'emîn a azadiya jinê ye'
 
Abdullah Ocalan:  Herî dawî îdeolojiya sedsala 21'emîn îdeolojiya azadiya jinê ye. Xw kêrkin,  xwe li erdê dayîn (Wekî Viyan)  ev rezalet in! rizagarî azadî ye. Dema ez zarok bûm jî min tarzê şer ê dayika xwe red dikir. Min şerê gund û yê namûsê di zarokatiya xwe de li Rihayê red kir. Dema ku tişta hat serê jinên êzidî min dît ez gelek xemgîn bûm. Destana Edûlê û Derwêş niha tê nivîsnadin. Tişta tê jiyîn divê bê lêkolînkirin. We pankart mîtîga Amedê dît? gelek watedar bû. Rewşa me jî ev e. Em birîndar in û nirx ji evîna me re tune ye.
 
Pervîn Buldan: Serokê min heta ku ez hatim vê astê min gelek li ber xwe da. Di navêera Perwîna berî bi 10 salan û ya niha de gelek ferq heye.
 
Abdullah Ocalan: Dikare hîn başatir be. Pirtûkên ku min ji bo te pêşniyarkirin tu dixwînî ne wiha? 
 
Pervîn Buldan: Min hemû pirtûkên we pêşniyar kirin girtin û min xistine rêze ez dixwînim. 
 
SIBÊ: Rêberê PKK'ê Abdllah Ocalan  wê ji heyeta Îmraliyê ku endama KJK'ê Ceylan Bagriyanik jî di nav de cih digire re perspektîfên di warê guhertina rêxistina jinê de pêşkêş bike.