Guldexwîn xwezaya Dêrsîmê dixemilînin

  • 09:03 3 Hezîran 2021
  • Ekolojî
 
Gulîstan Azak
 
DÊRSÎM - Guldexwînên ku bûne mijara gelek efsaneyan, li çiyayên Dêrsîmê xwe dan der.
 
Li gundê Agdat ê Pilûra Dêrsîmê, li Çiyaye Sultan Bava, bi helîna berfê re Guldexwînan xwe da der û xwezaya Dêrsîmê dixemilînin. 
 
Welatiyên dixwazin Guldexwînan bibînin, du saet bi meşê şûnde xwe digihînin Çiyayê Sultan Bava.
 
Taybetiya Guldexwînan
 
Li cîhanê 167 cureyên Guldexwînan hene û herî zêde cureyên wan li Herêmê ûTirkiyeyê tên dîtin ku  43 cureyên wê hene û ji van 20 heb jî cureyên endemîkin. Bejna Guldexwînê di navbera 30-100 santîmetreyî de diguhere û rengên wê sor, pirteqalî û zer in. Di her çavînek wê de herî kêm 150, 200 tov hene û koka wê jî pîvaze. Li Herêmê gelek şîn dibin û hîna neketine bin parastinê. Tenê ji bo qurifandina wan cezayê pere hatiye derxistin. Li cihên ku mirov nikarin xwe bigihîninê dertên.
 
Di baweriyan de pîroziya Guldexwînan
 
Guldexwîn ji gelek çîrok û efsûnan re bûye mijar. Li gorî baweriya Xiristiyaniyê, dema ku Îsa anîne çarmîxê, rondikên  dayika wî Meryemê bariyane û ev ava ji Guldexwîne diniqute tesmîl dike.
 
Di bawerya Asurî de jî Guldexwîn bi şev avê kom dikin, sibehê jî wê avê ji kokê xwe berdide xwerê. Ji ber vê wekî bûka ku digirî jî tê binavkirin û pîroz tê hesibandin.
 
Li gorî efsaneyek din jî ev rondikên dayika, Huseyîn ku li Kerbelayê hat qetilkirin  e. Ji ber vê guldexwînê jî ji xwîna herikiye rengê xwe girtiye.