Agirê bi bejahiya Xozatê hat xistin nehatiye vemirandin
- 13:04 30 Tebax 2021
- Ekolojî
DÊRSIM - Agirê ku di encama operasyona dewleta Tirk a dagirker de 17'ê Tebaxê li bejahiya navçeya Xozadê ya Dersimê dest pê kir û li gundên ser bi navçeya Pulurê belav bû, dewam dike.
Ji ber nerazîbûna raya giştî piştî 13 rojan hewldana ji bo vemirandina şewatê dest pê kir. Doh jî li qadên Kaniya Firtina Velî ya li Geliyê Mûnzûrê û Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemuriyê agir bi daristanê ket.
Şewata li Geliyê Mûnzûrê bi bandora bê zû belav dibe. Serê sibehê, xelkê herêmê li gel tîmên arkuj ên Şaredariya Dersimê dest bi vemirandina şewatê kirin.
Şewata li Geliyê Pîlemuriyê du roj in dewam dike û heta niha ji bo vemirandinê tiştek nehatiye kirin.