Çîgdem Ozbaş: Ne avhewayê pergalê biguherîne

  • 09:05 21 Mijdar 2021
  • Ekolojî
 
Sema Çaglak 
 
AMED - Endama Koordinasyona COP26-Tirkiye Çigdem Ozbaş destnîşan kir ku ger heta 2030 di CO2’ê de kêmbûnek çênebe; wê germahî bigiheje 2,4 pileyî û got: “Em ê ji bo guherîneke radîkal bi dirûşma “Ne avhewayê pergalê biguherîne” bi peymannameya gelan, dewlet û hûkûmetan bidin zorê. Em ê têkoşîna xwe zêdetir bi biryar weke tevgereke girseyî berdewam bikin.”
 
Cîhan niha bi qeyraneke avhewayê re rû bi rû ye. Ev qeyrana avhewayê, hem ji aliyê ekolojîstan hem jî ji aliyê dewletan ve tê nîqaşkirin. Di sala 2015’an de di Peymana Parîsê de welatan qebûl kiribûn ku zêdebûna germahiye ‘gelekî di binê 2 dereceyan de’ bi sînor bikin û xwestin sînora wê wekî 1,5 derece be. Li gorî zanyaran ji bo ku zêdebûna germa global 1,5 derece be, divê heta sala 2030’an ji sedî 45 û heta nîveka sedsalê jî divê sifir be.
 
Her wiha tevî van qeyran û geşedanên ku wê pêşeroja cîhanê bixe xetereyê gelek hewildan jî hene. Ji ber vê yekê di navbera dîrokên 1-12’yê mîjdarê, li bajarê Glasgow a Îskoçyayê di civîna Neteweyên Yekbûyî de mûzakareyên peymannameya avhewayê pêk hat. Me derbarê mijarê de bi Endama Koordinasyona COP26-Tirkiye Çîgdem Ozbaş re hevpeyvînek çêkir. 
 
Ji bo rizgarkirina jiyanê 10 salên pêşiya me girîng e
 
*Gelo bandora qeyrana avhewayê li ser qeyrana av, hişkesalî û çeşîddariya biyo ve wê çawa be, yan jî bi giştî wê bandora wê li ser mirovatiyê çawa be?
 
Me li Tirkiyeyê koalîsyona 26’an ava kir, ji bo beşdariya lûtkeya alternatîf û çalakiya avhewayê ya kûrewî, di navbêra 6 û 11'ê mehê de em li Glasgowê bûn. Me li Tirkiyeyê di mijara avakirina tevgereke avhewayê de însîyatîf girt. Di vê mijarê de sedema herî girîng jî ew bû ku me encamên qeyrana avhewayê ya li Tirkiyeyê bi awayekî dijwar dît. Weke ku di anketên rayagiştî de jî tê dîtîn, ji sedî 60 heta 70 yê civakê haj ji guherîna avhewayê heye. 
 
Di vê mijarê de bi taybetî me îsal bandora hişkesalî, lehî û guherîna germahiyê ya li ser xwezayê û mirovan li Tirkiyê jiya û dît. Zanyarên avhewayê ji bo kêmkirina emîsyona gaza serayê hin hedef danîne. Li hemû cîhanê eger em di nava 20 salan de ji bo kêmkirina vê emîsyona gaza serayê nekevin hewildan û têkoşînekê wê cîhana me rastî karesatên mezin ên weke lehî, hişkesalî, şewatên daristanan û firtoneyan were ku me îsal li hemû qadên cîhanê encamên vê dît û em dizanin ku wê encamên wê yên ku hîn me nedîtîne jî çêbibe. Ev êdî dahatûyeke xûyayî ye. 
 
Me, ji bo ku ev dahatû ji bo gelan nebe dahatûyeke ku êdî kes pê nikare, ji bo ku bibe mijara têkoşînekê û bi taybetî jî di mijara çareseriyan de û hevkariyên navnetewî de, ji bo pêkanîna peymana Glasgowayê me hevdîtin çêkir. Ya rastîn gava ku em bi nûnerên Tirkiyeyê re hatin cem hev, li Glasgowayê çalakiyeke bi beşdariya di ser sed hezarî re aktîvîstên avhewayê pêk hat. Li hemberî qeyrana avhewayê di ser 200’î re civîn hatin çêkirin. Em di lûtqeya avhewayê ya gelan de hatin cem hev. Di ser 10 hezarî re aktîvîstên avhewayê xwe di van civîn û panelan de qeyd kiribûn. Ji her devera cîhanê, bi taybetî jî bi nûnerên gelan ên herêmê re em hatin cem hev û me nîqaş kir ka wê emê bi encamên qeyrana avhewayê re çawa herin serî. Ew ê polîtîkaya me ya dema nû çi be û dîsa mijarên nirxandina bernameya fermî ya civîna COP26 em axivîn. 
 
'Tirkiye dixwaze ji fonan îstîfade bike' 
 
‘Ger heta 2030 di CO2’ê dekêmbûnek çênebe; wê germahî bigiheje 2,4 pileyî’
 
*Ez dixwazim balê bikşînim ser peymana avhewayê ya Parîsê. Tirkiye aliyekî ve vê peymanê bû lê balkêş e ku Tirkiye di meha cotmehê de ev peyman îmze kir. Gelo çima piştî evqas sal Tirkiye niha ev peyman îmze kir? Dîsa navê wezaretê jî weke wezareta avhewayê guherand. Di demeke ku evqas pirsgirêk li Tirkiyê hene, çima niha tiştek wiha kir, Tirkiye di vê mijarê de çiqas dilsoz e? 
 
Niha di sala 2015’an de Peymana Parîsê hat çêkirin. Tirkiye îmzeya xwe danîbû bin vê peymanê, lê ji bo ku ji Meclîsê derbas nekiribû û teahûdên xwe deklere nekiribû. Tu tişt negirtibû ser xwe. Beriya civîna NY ya Glasgow COP26 re îmze avêt, lê belê gava mirov ji aliyê teahûdên netewî ve binêre mirov dibîne ku di aliyê mijara kêmkirina gazên serayê de tu teahûdên wî tune. Yanî ji sedî sed wê zêdekirina gazên serayê berdewam bike. Ne tenê gazên serayê, gava mirov ji aliyê hedefên maqûl, hedefên ku ji aliyê ve daniye de binêre, em dibînin ku di aliyê gîhîştina van hedefan de tiştekî şênber nake. 
 
Tirkiye dixwaze ji fonan îstîfade bike, ji aliyê fînansmanî ve, ji aliyê fonên derbasbûnê ve. Me di nameya wê ya teahûdan de dît ku di asta navnetewî tu berpirsyariyeke ku karibe bersiv bide qeyrana avhewayê negirtiye ser xwe. Di ser de jî enerjiya nûkleer enerjiya herî xetere û talûke ya cîhanê ye û Tirkiye di bikaranîna vê enerjiyê de îdîaya xwe deklere kiriye. Ev yek ji aliyê ve me, ji aliyê dijberên bikaranîna enerjiya nûkleerê xwedî rîskeke gelek mezine. Êdî di ser 200’î re welat peymana Parîsê îmze kirin. 
 
Bêgûman di aliyê yasayî de ti hûkmê wê van peymanan tune ye. Lê weke meseleyeke danîna giraniya xwe ya sîyasî ye, loma ne mûmkîn e ku dewleteke li dervehî vê yekê bimîne. Ji aliyê hemû nifşan ve êdî pirsgirêka paşeroj û dahatûyê ye. Bi taybetî di van deh salên dawî de eger em di gazên serayê de ketinek û kêmkirineke ciddî çênekin di sala 2030’î de, em dikarin bêjin wê heta sala 2100, êdî germahiya cîhanê bigîje 2,4 pileyî. Û evê cîhanê bîne rewşeke ku êdî jiyan lê nikare were kirin. Tirkiye nikarîbû li dervehî vê peymanê bimaya lê mohrkirina wê ya vê peymanê nayê wateya ku ew ê li hemberî bikaranîna sotemaniya fosîlan berpirsyariyên pêwîst ên di asteya navnetewî de bi cîh bîne. Dema ku hûkûmet, ji fînansmana vegûherîna avhewayê îstîfade dike, em vê yekê ji aliyê hûkûmetê ve weke hişmendî û meyleke ku dixwaze vê fînansmanê bi rengî kesk boyax bike û weke foneke vekerî bi sermayeya niyeta wê xirab bide bikaranîn dibînin. 
 
‘Tirkiyê heta niha înkara qeyrana avhewayê dikir’
 
*Gelo hûn dixwazin bêjin ku Tirkiye dixwaze ji vê rewşê rantê bidest bixe? 
 
Tişta ku Tirkiye heta niha dikir, li ser înkara avhewayê bû. Ji niha û pê ve bifikirin êdî, ev hikûmeta ku xwe di lîsteya 20 welatên herî pêşketî de didît û ji civînên navnetewî re di vê asteyê de hêviya vexwendinekê dikir, niha gava mijar hate vê meseleyê, mijar hate meseleya qeyrana avhewayê. Ji bo ku ji berpirsyartiya welatên pêşketî bireve, îdîa kir ku divê di statûyeke din de were nirxandin û ji bo ku fon ji vir bistîne jî heta dawî li ber xwe da. Gelo wê Tirkiye van fonan çawa bikarbîne? Gelo wê Tirkiye vê fonê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku ji ber qeyrana avhewayê derketine bikarbîne yan na, ev ê bibe mijara têkoşîna gelan û mijara têkoşîna hemû Tirkiyeyê. Di vê mijarê de ji bo ku em bawerî pê bînin, çi sedem di destê me de nînin.
 
 'Ne avhewayê pergalê bigûherîne'
 
 *Ez dixwazim behsa lûtkeya Glasgowê jî bikim. Li gorî we ev lûtke çareserî ye, têr dike?
 
Niha li Glasgowê pêvajoyek xebitî. Yek ji van pêvajoyan delegasyona fermî ya Neteweyên Yekbûyî. Di dirêjahiya du heftiyan de cûr be cûr civîn, civînên desteya giştî pêk hatin. Pêşniyazmetnek derket. Di dirêjahiya 3 rojan de ev pêşniyazmetin ji nîqaşan re hate vekirin. Îro li ser vê pêşniyaznivîsê, di encama xebateke lobî ya dawî û fermî de wê metna dawî derkeve holê. Di nava vê metna pêşniyazê de ji bo sotemeniyên fosîlan referanseke vekirî heye.
 
Aliyekî referansê, welatên ku çavkaniya herî mezin a zêdebûna emîsyonê ne berpirsyar dibîne. Hinek dane hene ku divê ji bo veger û başkirinê fînansmanek were afirandin û ji bo vê fînansmanê divê teahûdek pêkwere. Daxwazî heye ku sala pêşiya me, ji bo kêmkirina gazên serayê pîlansaziyeke şênber were danîn. Ji ber ku teahûdên ji Peymana Parîs a 2015’an û vir ve hatin danîn, pêk nehatin. 
 
Cîhan ber bi germbûneke mezintir ve diçe. Loma nêrîna li Glasgowê ew e ku sala pêşiya me hedef û armanc careke din di ber çavan re werin derbaskirin û bihêzkirin. Lê yê ku li vir têkoşînê bikin, mûxalefeta civakî ye. Mesela îro komên sermayedar ên bi sotemeniya fosîlan dixebitin, dewletên qirêjiyên mezin çêdikin. Welatên ku derketina ji komirê asteng dikin, ji bo ku referansên sotemeniya fosîlan ji nava metnê derxînin, ji bo referansên fînansmanî ji holê rakin dîplomasiyê dikin, hevdîtinên di vî warî de ji aliyê van derdorên ku qeyrana avhewayê dikin ve berdewam dike. Lê belê me ji aliyekî ve jî li Glasgowê lûtkeya gelan, lûtkeya alternatîf pêk anî. Nûnerên herêmî, di lûtkeya fermî de daxwaz û nerazîbûnên me anîn ziman. 
 
Di rastiyê de em vî tiştî dibînin; Netewê Yekbûyî wê ji bo rizgarkina paşeroja ciwanan fêdeyeke têrker neke. Divê em bi têkoşîna gelan bibin şopdarê vê û ne bi gotin û şîroveyan, bi çalakiyan em xwe bînin ziman. Divê em pîlansazî û hedefên xwe diyar bikin. Me biryar da ku li hemberî qirêjkerên mezin di asteya herêmî, netewî û navnetewî de îtîfaqên xwe bi hêz bikin. Yanî ji vê civîna Netewê Yekbûyî desthilatdar çi peymanê derxin bila derxin, em ê ji bo guherîneke radîkal bi slogana “Ne avhewayê pergalê bigûherîne” bi peymannameya gelan, dewlet û hûkûmetan bidin zorê û em ê têkoşîna xwe zêdetir bi biryar weke tevgereke girseyî berdewam bikin.
 
‘Tu soz û teahûdên di 2015’an de hatin dayîn pêk nehatin’
 
 *Niha ji aliyekî ve fikarek heye ku wê xela çêbibe, wê gelek cûreyên zindiyan tune bibin û em dikarin bêjin cûreyên endemîk di van şewatên daristanan de wê nifşa wan biqede. Yanî li gorî we divê hûkûmet li hemberî van krîz û qeyranan helwesteke çawa nîşan bidin, dîsa gel dikare û divê çi bike, pêşniyazên we yên di vî warî de çi ne?
 
Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî ji ber pandemiyê bi derengî pêk hat. Û me di van hemû pêvajoyan de dît ku tu soz û teahûdên di 2015’an de hatin dayîn pêk nehatin. Encamên guherîna avhewayê mezin bû. Ji bahozan, lehiyan, hişkesaliyê gel bi bandor bûn. Dîsa dewletên piçûk ên giravan ku ji ber bilindbûna avê di bin avê de man. Daxwaz kirin ku windahiyên wan werin tazmînkirin. Bi taybetî welatên hindik pêşketî ji welatên pêşketî, welatên ku dibin sedema qirêjiya mezin doza foneke weke usula hîbeyê kirin, lê ne weke deyn û kredî. Gelek kesan malên xwe winda kirin, erdê xwe û zeviyê xwe winda kirin. Dîsa ji ber sedema qeyrana mezin a avhewayê gelek mirov feqîr bûn û neçar man koç bikin.
 
Li aliyekî ve jî daxwazeke desteka fînansmanî yê karibe pêdiviyên van mirovan bide û windahiyên wan dabîn bike heye. Mixabin ev daxwazî di metna lûtkeyê de nehate dîtin. Lewma di nava vê hemû qeyrana avhewayê de, pêwîste meseleya ne-wekheviyê, meseleya çînayatiyê deynin holê û bi edaleta çînayetî vê têkoşînê bimeşînin. Di cîhanê de yên herî dewlemend ango ji sedî yekê dinyayê, ji bo ku ji zerar neghîje kar û feydeya wan, ji bo ku zerar û ziyan neghîje pozîsyona wan a reqabetkar her cûre têkoşînê didin. Ji sedî 99ê mayî, gel, gundî, zarok û jin ên wê ji karesata avhewayê bi bandor bibin pêwîste ji bo paşeroja xwe têkoşînê bikin. Gelên ku êdî ji ber sedemên aboriyê nema dikarin debara xwe bikin ku weke penaberên avhewayê mirov dikare wan pênase bike, weke penaber li ser rêyan in. Ev pere ji bo derbasbûna van penaberan a Ewropayê asteng bike. Di vê oxirê de ji bo avakirina kelehên asêkirina rê tên bikaranîn. 
 
Dîsa di bin navê “enerjiya domdar” de hemû qadên çandiniyê tên tûnekirin û gelek projeyên cûr be cûr tên destekkirin. Em dibêjin ku divê polîtîkayên enerjiyê bi rêbazên beşdarî û demokratîk werin destnîşankirin û emê ji bo pêkanîna çareseriyeke ku ji van windahiyan gel zerar dîtiye pêk bînin, têkoşînê bilind bikin.
 
Li Tirkiyê weke destpêka tevgera avhewayê têkoşîna me ya ji bo rawestandina gelek hilweşînên ekolojîk hene. A niha hevalên me li Îkîzdere’yê di nobetê de têkoşînê didin. Ji bo rawestandina avakirina sentralên nûkleerê têkoşîna me heye. Me binesaziyeke ku van hemû têkoşînan dike hevpar û koordîne dike ava kir weke COP26 Tirkiye. Ji vir heta rawestgeha piştre, mebesta me ewe ku em hêzên navnetewî bigîjînin hev û bi hêz bikin. 
 
Êdî em bi giştî bi hevgirtina û piştgiriya bi qadên ku di nava karesata ekolojiyê de ne re hevkariya xwe ya li ser çareseriyê zêde bikin. Niha em bi pareke mezin a tevgerên ekolojîk ên li Tirkiyê çalakin re, di ser vê koordînasyonê re di nava hevkariyê de ne. Ji bo me ev têkoşîn bi COP26 re neqediya, COP26 a rastî ji niha û pê ve berdewam dike. Em koalîsyona Tirkiyê dawet dikin ku beşdarî vê bibin, hem di warê kesayetî û dezgehî de vê têkoşînê bilind bikin.