Ekolojîst Dîcle: Em bi xetereya xelayê re rûbirû ne
- 09:03 3 Çile 2022
- Ekolojî
Sema Çaglak
AMED - Ekolojîst û diyetîsyen Dîcle Dîlan Salman bal kişand li ser qeyrana xureke û destnîşan kir ku ji girtina berhemên a ji welatên din ev pirsgirêk nayê çareser kirin û got: “Divê pêşiya vê qeyranê bê girtin û polîtîkayên ji bo başkirina ekolojî û cotkariyê bê birêve birin.”
Her ku diçe germbûna kûrewî û guherîna avhewayê hîn bêtir bandorê li tevahiya cîhanê dike. Li gorî daxuyanî û raporên pisporan, metirsiya xelayê li ser Rojhîlata Navîn heye. Her wiha aloziya hişkesaliyê ku yek ji encama qeyrana avhewayê ye îsal hîn kûrtir bû. Ekolojîst û dîyetîsyen Dîcle Dîlan Salman li ser qeyrana avhewayê ye axivî û diyar kir ku her diçe hilbêrîna berheman kêm dibe û hevsengiya xwezayê xira dibe.
'Hevsengiya xwezayê qels dimîne'
Dîcle di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku qeyrana avhewayê hem li ser xwezayê hem jî li ser mirovan bandora xwe bi zelalî nîşan dide. Dîcle destnîşan kir ku hevsengiya xwezayê her diçe qels dibe û got: “Bi qeyrana avhewayê re veguherandina avhewayê û germahiya kûrewî bi deme re xwe guherand wek qeyranek û îro em li gelek deveran de mînakên wê yên berbiçav dibînin. Qeyrana avhewayê tê wateya ku hêza xwezayê ya ji bo ku xwe jinûve biafirîne kêm dike. Her wiha em dikarin bêjin ku tê wateya xitimandina pêvojayên cûrbecûr. Qeyrana avhewayê ligel xwe gelek qeyranên din ku encama wan diafirîne pêk tîne. Wekî qeyrana xûrekî diafirîne.”
'Şewbên nexweşiyan zêde dibin'
Dîcle daxuyand ku di vê pêvajoyê de bi qirkirina ekolojiye re gelek daristan hatin tune kirin û ew jî dibe sedem ku gelek cûreyên zîndîwaran tune bibin. Dîcle anî ziman ku ji ber vê yekê şewbên nû derdikevin holê û wiha axivî: “Di qirkirina ekolojiyê de cûreyên zîndiwaran ji xwe re qonaxên nû digerin û bi vê yekê nexweşiyên ku derneketine holê ku wek nexweşîyên zootonîk derdikevin der. Bi vî awayî şewbên nexweşiyan zêde dibin. Em qeyranan avhewayê bi vî awayî dikarin lê binêrin û girêdayî mirovê bikin. Her wiha cara çavkaniya vê qeyranê mirov bi xwe ne.”
'Xetereya tunebûna xurekan...'
Dîcle bilêv kir ku êdî civak nikare pêdiviyên xwe yên herî bingehîn hilbêrîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî van yekan qeyrana xurekîyê pirsgirêka herî yekser e ku were çareser kirin e. Ji bo mînak kêmanîna hilbêrina genime ku îro di civatê de pêdiviyek binpehîn e. Ji ber sedema hişkesaliyê çavkaniyên xwarinê nayên hilbêrîn. Lewra îro di qeyrana aboriyê de em mînakên bi wan şiklî dibînin. Qeyrana cotkaran disprê qeyranên xwarinê û îro bihayê nanê pir zêde ye. Ango em bi xetereya xelayiyê re rûbirû ne. Li ser vê mijarê xebatek Faunayê heye ku li cîhanê rêjeyek ji sedî 8,9ê civak bi birçîbûnê re têdikoşe. Gava em bi pîvana li seranserê cîhanê dinêrin ev rêje gelek girîng e. Her wiha ev rêje ji salên 2014'an heya 2019'an gelek zêde bûye. Di heman demê de ew pirsgirêk ligel xwe bêedalatî û newêkheviyan jî pêk tîne. Gava em ji paşerojê dinêrin gelek cûreyên hilbêrînê winda bûne. Erdnîgariya Mezopotamyayê xwedî axekê bi bereket e lê di vê çaxê de gelek cûreyên xwarinê winda bûne. Sedema wan jî ji ber pirsgirêka gihandina tov û qeyrana hişkesaliyê ye. Êdî gelek zindîwar ji ber hişkesaliyê nikarin xwe biparêzin û cara em dibînin ku darên behîv di demsala xwe de kulilk venakin. Ev ne bûyerên baş in. Her wiha gava em li zeytûnan dinêrin êdî gelek berhemên kêm didin. Ev hemû nîşaneya xetereya tunebûna xurekê ye.”
'Niha şer li ser avê tê kirin'
Dîcle di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heya ku bengitiya ji pergala endûstriyê hebe we çareseriyek din ne pêkan e û wiha bi lêv kir: "Pergala endustriyê alozî û qeyranên me kûrtir dike. Gava ku mijara koçbertiyê tê axaftin, di heman demê de mijara koçbertiya ji qeyrana avhewayê jî tê axaftin. Gelek civatên ku nikarin avê bibînin nikarin xwarinê bibînin ji cih û warên xwe koçber dibin. Tirkiyê jî ji hêla avê re ne welatek dewlemend e û jixwe qeyrana aboriyê jî dibe sedem ku welatî koçber bibin. Gava av nekeve erde, wê hilbêrîna genime jî dişewite. Em dibînin ku îro şerê avê heye. Ji ber van sedeman jî li Tirkiyeyê hilbêrin her diçe kêm dibe û girêdayê derve dibe. Berhemên herî yekser ku pêdiviyên me yên bingehîn in ji derve tên sitendin.”
'Ji bo rastkirina qeyranê polîtîka nîne'
Dîcle, destnîşan kir ku hemû gotin û nîqaşen ku li ser qeyrana avhewayê tê kirin, ango COP26, daneyên pisporan û dîsa daneyên Tirkiyê ya aliyê cotkariyê nîşaneya van rastî û aloziyên e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji girtina berhemên ya ji welatên din ev pirsgirêk nayê çareser kirin. Divê pêşiya vê qeyranê bê girtin û polîtîkayên ji bo başkirina ekolojî û cotkariyê bê birêve birin. Gava em lê dinêrin êdî kes naxwaze li gund bimîne û hilbêrinê re eleqedar bibe. Ji ber ku di hilbêrinê de hêvî nema ye, piştgirî tune ye, an jî polîtîkayên ji bo rastkirina vê qeyranê nîne. Lê belê kesên ku tên bajar jî bi heman pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Ango civak di nav çerxekê girêkok de dizivire.”