‘Bi kanên madenê nirxên gel hedef digirin’
- 09:07 22 Sibat 2022
- Ekolojî
DÊRSÎM - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Hatun Esen da zanîn ku bi projeyên dixwazin li ser geliyê Mûnzûrê ava bikin, xwezayê qetil dikin û diyar kirin ku li şûna xwezayê biparêzin qanûnên ku xwezayê qetil dikin derdixin.
Li Tirkiye û herêmê bin navê faliyên madenê de projeyên rantê pêk tên û xwezayê talan dikin. Li Dêrsîmê ji bo herêma ku Çiyayê Mûnzûrê lê ye di 2019’an de derket holê ku 145 projeyên madenê hene. Ji wê rojê şûnde her çiqas bi destê AKP’ê ji bo pêk hatine projeyan pêngav bên avêtin jî bertekên gel yên li dijî projeyan didome. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Hatûn Esen da zanîn ku bi projeyan dixwazin gund û xwecihbûnan vala bikin û li şûna xweza bê parastin tê talankirin.
‘Proje û şewat girêdayê hevin’
Hatûnê destnîşan kir ku qadên di alî maden û mîneralê de dewlemendin îştaha şîrketan zêde dike û her sal bi awayekî sîstmatîk şewatên daristanan tên derxistin û bêguman girêdayê projeyane. Hatûnê wiha dirêjî dayê: “Di çarçoveya projeyan de 62 hezar hektar qad ji şîrketên madenê re hatiye tahsîskin. Ji ber vê dixwazin gundan vala bikin. Piştî salên 1938’an gundên me hatin valakirin. Tevî vê em vegeriyan axa xwe. Lê niha bi van projeyan dixwazin heman tiştî bikin.”
‘Bandor li gundiyan dike’
Hatûnê wiha bertek nîşanê projeyên talanê da: “Şîrketên madenê dixwazin li gelek qadên Geliyê Mûnzûrê kanên madenê vebike. Ji bo ev kan bikevin faliyetan şîrket lîstikên qirêj dilîzin. Di Mijdara 2020’an de li gundê Otlu Bahçe dest bi çêkirina kanên madenê kirin. Li Dêrsîmê di 1992’yan de dîsa gund valakirin û ketin û têketin asteng kirin. Hîna astengî didomin gundî nikarin biçin axa lê xebatkarên şîrketan bi rehetî diçin û tên. Lê gundî nikarin bicin perestgehê xwe û gorên xwe ziyaret bikin. Ev jî bandor li gundiyan dike.”
‘Wê zindî zirarê bibînin’
Hatûnê balkişand ser cureyên zindî û nebatên li herêmê û got wê bi vê projeyê re gelek cure zirarê bibînin û gundiyên bi sewalkariyê debara xwe dikin jî wê mexdûr bibin. Hatûnê her wiha da zanîn ku bi pandemiyê re xespkirina qadên jiyanê zêde bûne û wiha bi lêv kir: “Di dema pandemiyê de gelê ku xwest van bûyeran protesto bikin, derketin derve û ji ber vê cezayên pere lê hatin birîn û bi girtinan hewldan biçewisînin. Her wiha welatiyên xwestin şewatan bitemirînin jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatin astenkirin. Di vê mijarê de li gelek hevalên me lêpirsîn hat vekirin.”
‘Nirx û dîrok tê tunekirin’
Hatûnê destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan welatî li ber xwe didin û wiha domand: “Niha dixwazin gel dîsa ji herêmê derxin sirgun bikin. Bi vî awayî jî nirx û dîroka gel tune dikin. Divê em li dijî vê berxwe bidin. Divê em bibin pêşerojê. Divê em li dijî qetilkirina xwezayê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bidomînin.”