Talana xwezayî ya li Cûdî û Bestayê dewam dike
- 12:14 24 Gulan 2022
- Ekolojî
ŞIRNEX - Bi destpêkirina operasyonên leşkerî yên li Çiyayê Cûdiyê re birîna daran û qedexe didomin. Her wiha li Bestayê jî birîna daran û operasyon didomin.
Li Çiyayê Cûdiyê yê li kendalê Şirnexê dinêre ketina gundan tê qedexekirin, operasyon tên destpêkirin. Ji aliyekî jî li herêmên Bênavya û Nevava jî birîna daran didome.
Cerdevanên ji Bajarokên Sêgirkê û Hilalê yên girêdayî Qilebanê tên li Besta û Cûdiyê daran dibirin. Bi tonan dar tên birîn û ev dar bi TIR'an barî derveyî bajêr tên kirin.
Qedexeyên li gundan didomin
Her wiha ji ber pevçûnên li Cûdiyê di 11'ê Gulanê de ketin û derketina gundên Avgamasya, Serêdehlê û Şilêrît hat qedexekirin.