Li Erxeniyê Bîstanê Bajarê Komun ê Jinan

  • 15:15 20 Tîrmeh 2026
  • Ekolojî
AMED - Li Bîstanê Bajarê Komun ê Jinan a li Taxa Çîyayê Makamê, ku ji hêla Şaredarîya Erxenîyê ve ji bo piştgirîya keda jinan û xurtkirina hevgirtina civakî hatîye damezrandin, paleyîya berhemên yekemîn pêk hat.
 
Berhemên wekî firingî, îsot, kundir, bacan û rihanê ku bi rêbazên xwezayî hatine çandin, ji hêla Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar, kedkarên Rêveberîya Polîtîkayên Jinan û jinên ku beşdarî hilberînê bûne ve bi hev re hatin berhevkirin.
 
'Em ê berhemên xwezayî bînin ser sifreyên gel'
 
Hevşaredara Erxeniyê, Bîrsen Azak Bayar piştî berhevkirinê axivî û diyar kir ku armanca projeyê belavkirina çanda hilberînê ye û berhemên xwezayî yên ku di Bîstanê Bajarê Komun ê Jinan de têne çandin dê rasterast bêyî navbeynkaran ji bo gel werin anîn. Bîrsen Azak Bayar got ku ew armanc dikin ku bi rêya deverên firotanê yên taybetî hatine çêkirin, alîkarîya jinan bikin da ku jin ji bo malbatên xwe piştgirîya aborîyê bikin.
 
Kedkara Rêveberîya Polîtîkayên Jinan Seher Tumen, diyar kir ku Bîstanê Bajarê Komun ê Jinan ne tenê deverên hilberînê ne, di heman demê de cihên jiyanê yên girîng in ku zarok dikarin bi girêdana bi axê re li xwezayê bijîn. Her wiha çinîna berhemên yekemîn ji bo berfirehkirina xebatên bi vî rengî motîvasyonek girîng peyda kir.
 
Berhem dê rasterast bigihîjin welatîyan
 
Berhemên ku ji hêla jinan ve têne çandin dê rasterast bêyî navbeynkaran bigihînin welatîyan û bi vî rengî piştgirîya gihîştina xurekên baş bikin û piştgirîyê ji bo bihêzkirina aborî ya hilberîna jinan bikin.