6 jinên siyasetmedar ên kurd li Colemêrgê hatin bîranîn
- 14:50 7 Çile 2021
- Rojane
COLEMÊRG - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Colemêrgê ji bo 6 siyasetmedarên jin ên kurd ên li Silopî û Parîsê hatin qetilkirin çalakiya bîranînê li dar xist.
6 siyasetmedarên jin Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileyê 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demir, Fatma Uyar, Pakize Nayir ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiya Şirnexê hatin qetilkirin li Colemêrgê hatin bîranîn. Hevserokên HDP'ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiya bîranîna bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP'ê hat lidarxistin bûn.
Di çalakiya ku bi rêzgirtinê dest pêkir de sinevizyona jiyana 6 jinên siyasetmedar rave dikir hat temaşekirin.
Çalakiya bîranînê bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.