'Hurmuz Dîrîl ê saleke winda ye li ku ye?'

  • 13:23 11 Çile 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr têkildarî rewşa Hurmuz Dîrîl ê salek e agahî jê nayê wergirtin ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pirsa: "Hurmuz Dîrîl ê saleke winda ye li ku ye?" kir. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl ê salek berê li gundê Mexr a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê winda bû, bir rojeva Meclîsê. Nûran bi boneya Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay daxwaza wê bibersivîne pêşniyazpirs jê re şand. Nûran di pêşniyazpirsê de diyar kir ku Hurmuz Dîrîl û hevjîna wê Şimûnî Dîrîl di 11’ê çileya 2020’an de winda bûn û cenazeyê Şimûnî Dîrîl di 20’ê adara 2020’an de hatiye dîtin û hêj agahî ji Hurmuz Dîrîl nayê wergirtin. Nûran destnîşna kir ku ev bûyerên windakirinê xelkê Sûryanî yên li herêmê dixe nava metirsiyan û xwest pêşî li van windakirinan were girtin. 
 
Nûran anî ziman ku divê ji bo dîtina Hurmuz Dîrîl xebatên dîtinê bidomin û pirsa têkildarî Hurmuz Dîrîl xebatên dîtinê didomin gelo heke didome di çi astê de ne.