
Li Rûsyayê jinên kurd tecrîd şermezar kirin
- 14:30 11 Çile 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên li Rûsyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana li zindanan.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 10'an dewr girt û çalakî kete roja 46’emîn. Jinên kurd ên li Rûsyayê, têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê de daxuyaniyek dan.
Jinên kurd li Mala Kurdan a li Moskowayê li hev kom bûn. Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê (Viyan) Tera Qadir daxuyanî da. Tera bal kişand ser tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar kir, ku li dijî tecrîdê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Di daxuyaniyê de greva birçîbûnê ya li zindanên Tirkiyeyê Tirk hat bibîrxistin û hat ragihandin ku bi navê rêxistinên jinên kurd ên li Rûsyayê ew jî piştgiriya vê berxwedanê dikin. Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê bi xebat û têkoşîneke xurtir bersivê bidin her cûre êrişan û zextan.