'Di 2020'an de li Efrînê 92 jin hatin revandin 9 jin hatin qetilkirin'

  • 09:01 13 Çile 2021
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî di derbarê qetilkirin û revandina jinan a li Efrînê ya di sala 2020'an de da zanîn ku di sala 2020'an de li Efrînê 92 jin hatine revandin û 9 jin hatine qetilkirin.
 
Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û hevkarên wê herêma Efrînê dagir kirin û piştî dagirkirinê her roj kiryarên dijmirovî li Efrînê tên jiyîn. Her wiha gelê resen ên ku li Efrînê mane her roj rastî kiryar, komkujî, kuştin, talanî û revandinê tên. Her wiha jin li Efrînê her roj rastî, tecawiz, qetilkirin û revandinê tên. Têkildarî mijarê Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Heyhan Elî di derbarê qetilkirin û revandina jinan a li Efrînê ya di sala 2020'an de nirxand.
 
'Ji bo rastiyan derxînin holê em ê têbikoşin'
 
Heyhanê êrîş û kiryarên ku li Efrînê di derheqê jinan de tê meşandin wiha anî ziman: "Ev bû sê sal Efrîn ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hatiye dagirkirin. Sala ku Efrîn hatiye dagirkirin heta roja îro jin her roj rastî êrîş, kiryar, qetilkirin, tecawiz û revandinê tên. Me weke mafê mirovan ruxmê ku kiryarên dewleta tirk li Efrînê belge kirine û ji cihên eleqedar re şandiye, lê heta niha tu dewlet ango rêxistinan dengê xwe nekiriye. Çi dibe bila bibe em li hember kiryar û sûcên dewleta tirk bêdeng namînin. Em ê ji bo rastiyan derxînin holê her têbikoşin."
 
'Di sala 2020'an de 92 jin hatine revandin û 9 jin hatine qetilkirin'
 
Heyhanê diyar kir ku di sala 2020'an de li Efrînê 92 jin hatine revandin û 9 jin hatine qetilkirin û wiha domand: "Li gor belgekirina Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di sala 2020'an de 92 jin hatine revandin û 9 jin jî hatine qetilkirin. Di nava jinên ku hatine qetilkirin de zaroka bi navê Melek Nebîh Cuma a  16 salî heye. Di nava sê salan de zêdetirî hezar jin hatine revandin û 400 jin heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Her wiha li gor belgekirina Mafê Mirovan a Efrînê di sê salan de 68 jin li Efrînê rastî destdirêjiyê hatine û di nava wan de zarokek 13 salî jî heye. Dîsa jinên ku dihatin revandin bi fîdyeyan dihatin berdan. Her wiha zarokê bi navê Aliya Ednan Cima yê 13 salî bi malbata xwe re hate revandin û heta niha jî sedema revandina wan û çarenûsa wan ne diyar e. Zaroka bi navê Fatma Rişkêlê ya 16 salî û birayê wê hatin revandin û piştî demekê birayê wê berdan, lê heta niha çarenûsa Fatmayê ne diyar e. "
 
'Malbatên ku li Efrînê diman berê xwe dan Şehbayê'
 
Heyhanê da zanîn ku şêniyên Efrînê yên ku li Efrînê mane, ji ber zor û zehmetiyan berê xwe didin Şehbayê û got: "Di nava sê salan de li Efrînê gelek kiryarên derveyî mirovahiyê hatin jiyîn. Pir malbat li Efrînê man, lê ji ber kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê berê xwe dan Şehbayê. Malbatên ku ji Efrînê berê xwe didin Şehbayê, weke Rêxistina Mafê Mirovan em bi wan re hevdîtinê pêk tînin. Di wan hevdîtinan de gelek kiryarên nemirovî tînin ser ziman û di nava wan kiryaran de herî zêde jin para xwe digire."
 
'Jinên Efrînê li Lîbyayê tên firotin' 
 
Heyhanê herî dawî diyar kir ku dewleta tirk jinên Efrînê derbasî Lîbyayê dike û li bazaran difroşe û wiha bi dawî kir: "Di demên dawiyê de hin sîteyên medyaya civakî agahî belav dikin. Di nava wan agahiyan de tê gotin ku jinên Efrînê tên revandin û li Lîbyayê di bazaran de tên firotin. Ew polîtîkaya qirêj di sala 2014'an de li Şengalê hat jiyîn û dixwazin polîtikayên xwe yên qirêj û di nivî de hiştine li cihên dagir kirine  temam bikin. Em weke Rêxistina Mafê Mirovan cardin bang li tevahî Rêxistinên navneteweyî dikin ku li hember kiryarên dewleta tirk li Efîrnê pêk tîne bêdeng nemînin û li gor pirensîbên saziyên xwe tev bigerin da ku kiryar bi dawî bibe û gel karibe vegerin cih û warên xwe."