Li Erziromê yek jê jin 3 kes hatin binçavkirin

  • 12:19 1 Îlon 2022
  • Rojane
 
ERZIROM - Li navçeya Xinis a Erziromê, di serdagirtina malan de yek jê jin 3 kes hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Erziromê daye destpêkirin de, polîsan li Xinisê di serdagirtina malan ên serê sibehê de Rabîa Yalavûz, Adîl Attîk û Ramazan Karakaş binçav kirin. Hat destnîşankirin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Bajêr.