
Li gel astengiyan li Wanê 'Nobeta Edaletê' pêk hat
- 16:47 15 Îlon 2022
- Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li ber Edliya Wanê ligel astengiya polîsan pêk hat. Malbatan banga pêkanîna edaletê kirin.
"Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin a bi daxwaza dawîkirina tecrida li girtîgehan li Wanê dane destpêkirin berdewam dike. Malbatên girtiyan li pêşiya Edliyeya Wanê kom bûn û çalakiya xwe pêk anîn. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn.
Polîsan biryara walitiyê ya qedexekirina çalakiyan wek hincet nîşan dan û destûr neda çalakiyê. Malbatan jî li ser vê yekê bi dirûşmên “Heq hiqûq edalet” û çepikan polîs şermezar kirin.
Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.