ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 16 Îlon 2022
  • Rojev
 
*Sekretera Navenda Îlticayê ya Penaberan a Rihayê parêzer Bêrîtan Gokkan têkildarî binpêkirina mafên penaberan û girtina Reyhan Abdî bertekên xwe nîşan da û got: "Îktidar û siyasetmedar penaberan dikin lîstoka polîtîkayên xwe. Herçiqas jimara penaberan zêde be jî binpêkirinên mafên wan di asta herî jor de ye. Dema tecawiz li jinekê bê kirin an jî neçarî fuhuşê were kirin ew jin nikare serlêdana dozgeriyê bike. Ji ber ew ê ji Tirkiyeyê werin derxistin. Her wiha girtina penaber Reyhan Abdî jî ne hiqûqî ye." DÎMEN HEYE
 
*"Çek û muktedîrên dest guherin, di encama şer, koçberî û surgunê de bi politîkayên perwerde û tenduristiyê civak dîzyan kirin û armanc kirin ku civakê bê hiş bihêlin. Di encama van êrişan de jî Gelê Kurd çanda xwe bi hişê jinê da berdewa kiririn û parastina xwe ya cewherî pêk anî û bi aksiyona ji vir girt jî zêdetir bû hedef." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Cîgira giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan da zanîn ku Tifaqa Azadî û Kedê li dijî zîhnyetên feraseta yekparêz, alternatîfek rast e. Berdevka EHP’ê Ozge Akman jî da zanîn ku wê bi pêşniyarên çareseriyê yên şênber ji bo pirsgirêkan wê rêya nû xêz bikin û wê vê jî bi hemû aliyan re bikin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Şirnexê bal kişandin ser zêdebûna qetîlkirina jinan a li herêmê û diyarkirin ku jin êdî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Jinan anîn ziman ku divê jin bi gotinên mêran ên heskirin û evînê nexapin, neyên lîstikên wan û li dijî wan hêza xwe bikin yek. DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Sûrê  ji ber pevçûn û koçberiyê, her wiha ji ber pandemiyê ku her kesî xwe nikaribû bigihîne perwerdeyê, ji bo 15 xwendekaran kampanyaya fêrgehê hat destpêkirin. Endama Lijneya Rêveberiya Çocuk-Ça-Der Fatma Gulan Onkol da zanîn ku divê hemû saziyên bajêr xwedî li kampanyayê derkevin. BI DÎMEN 
 
*Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babur ku di daxuyaniya çapemeniyê ya di salvegera operasyonên qirkirinên siyasî de hat dayîn de hat binçavkirin ji ber gotina wê ya ‘Wê kurd serî netewînin’ doz lê hat vekirin. Doza ku Edîbe jê dihat darizandin, wê polîsên ku serê wê dan erdê wek şahid bên guhdarkirin. BID DÎMEN