'Girtina Reyhan Abdî ne hiqûqî ye'
- 09:01 16 Îlon 2022
- Rojane
Medya Uren
RIHA - Sekretera Navenda Îlticayê ya Penaberan a Rihayê parêzer Bêrîtan Gokkan têkildarî binpêkirina mafên penaberan û girtina Reyhan Abdî bertekên xwe nîşan da û got: "Îktidar û siyasetmedar penaberan dikin lîstoka polîtîkayên xwe. Herçiqas jimara penaberan zêde be jî binpêkirinên mafên wan di asta herî jor de ye. Dema tecawiz li jinekê bê kirin an jî neçarî fuhuşê were kirin ew jin nikare serlêdana dozgeriyê bike. Ji ber ew ê ji Tirkiyeyê werin derxistin. Her wiha girtina penaber Reyhan Abdî jî ne hiqûqî ye."
Penabera bi navê Reyhan Abdî ya di 26’ê Tebaxê de li Stenbolê hat binçavkirin di 29’ê tebaxê de hate girtin. Reyhan Abdî ya bi hinceta wêneyek hatiye girtin bi zaroka xwe ya 2 mehî re şandin girtîgehê. Li gorî agahiyên hatine girtin zaroka 2 mehî rastî lêgerîna tazî hatiye. Reyhan yek ji mînaka pirsgirêkên penaberên Sûriyeyî dijîn e. Sekretera Navenda Îlticayê ya Penaberan a Rihayê parêzer Bêrîtan Gokkan têkildarî mafên penaberan û girtina Reyhan Abdî ji ajansa me re axivî.
'Îqtidar li gorî siyaseta xwe bi kar tîne'
Bêrîtanê bi van gotinan dest bi axaftinê kir: "Êdî li Tirkiyeyê pirsgirêka penaberan bûye yek ji mijarên sereke. Ji ber Tirkiye yek ji welatên herî zêde penaberan di nav xwe de dihewîne ye. Zêdebûna penaberan a li welatekî nayê wê wateyê ew welat ji bo penaberan gelek baş e. Di serî de pêwîst e şert û mercên penaberan berçav werin girtin. Di peymana Cenevreyê de hemû penaber xwedî heman statu ne. Tirkiye bêyî ku rewşa şer û mexdûryetê berçavan bigire sînordarkirinek li gorî erdnîgariyê datîne pêşiya penaberan. Kesek ji Sûriyeyê hatiye û kesek ji cihekî din koçberî Tirkiyeyê bûye bi heman rengî nayê destgirtin. Ango li herduyan jî statuyek cuda bar dikin. Ji salên 2011’an vir ve jimara koçberan qat bi qat zêdetir dibe. Ji salên 2021’ê şûnve jî koçberên Afgan û Îranî ber bi Tirkiyeyê ve hatin. Niha jî bi giranî Sûriyeyî û Îranî li Tirkiyeyê bi cih bûne. Ji ber vê atmosferê her partiya tê ser îktidarê yan jî siyasetmedar li ser penaberan siyaseta xwe didin meşandin. Yan jî ji ber zimanê wan yê nîjadperest weke Umît Ozdag dibêje 'Em ê wan nehewînin', nêzîkatiya şaredariya Boluyê ya buhakirina ceyrana Sûriyeyîyan dibin sedem êriş li koçberan werin kirin. Koçber ji ber êrişên penaberbûnê cara duyem di metirsiyê de dijîn. Ger em li vê yekê temaşe bikin em ê bibînin ka mafê penaberan çiqas tê binpêkirin."
'Zêdetirî 100 taxî hatine qedexekirin'
Bêrîtanê da zanîn ku yek ji pirsgirêkên din ên Sûriyeyîyan tendirustî û derfetên cihwarbûnê ne û wiha berdewamkir: "Li Rihayê tenê zêdetirînê 100 taxan ji ketina Sûriyeyîyan hatine qedexekirin. Ango êdî penaber nikarin li wan deveran bi cih bibin. Tu aliyê vê yê hiqûqî nîne. Jixwe politikaya sîstemê ya penaberan şaş e. Li gorî mirovatiyê jî îltîcakirin maf e. Li cihê sedemê hatina wan were nîqaşkirin divê polîtîkayên penaberan werin nîqaşkirin. Mixabin ev li gel me tune ye. Ji ber vê jî penaber di derbarê mafên xwe de pirsgirêkên girîng dijîn. Dema pirsgirêgên xwe bi parêzerekî re parve dikin jî di nava tirsekê de ne. Ka gelo dema pirsgirêkên xwe anîn ziman wê tiştek bi serê wan were. Dibêjin yan wê me bigirin yan wê me şûn ve vegerînin. Di heman demê de di bin navê dildariyê de raporan bi wan didin îmzekirin û dixwazin wan bişînin. Lewra dildariya van penaberan tune ye. Penaber naxwazin vegerin qada şer û car din di nav wan şert û mercan de bijîn. Vegerandina wan a bi vî rengî ne hiqûqî ye. Di van şert û mercan de bi qasî milyonek kes hatine şandin. Wezîrê Karê Hundir ev jimar parve nekir. Lê belê çiqas bi daxwaza xwe çûn ne diyar e."
'Mexdûr herî zêde jin in'
Bêrîtanê diyar kir ku herî zêde mexdûr jin in û wiha berdewamkir: "Mexdûrên şer her tim jin û zarok in. Niha jî li gorî agahiyên em digirin jinên Sûriyeyî yên li Rihayê dikevin xefika çeteyên fihuşê. Jimara van jî li gorî tê texmînkirin zêdetir e. Yan jî tecawizî zarokên hîna 14-15 salî ne. Gelek ji van jinan jî weke hewî tên zewicandin an jî bi awayekî gelek qirêj neçarî zewacê tên kirin. Ji ber vê sedemê dema em mexdûriyeta şer binirxînin divê em van tiştan berbiçav bigirin. Tê zanîn Peymana Stenbolê ya di vê mijarê de weke parastvan jî bû hate feshkirin. Ji ber tirsa vegerandinê bûyerek biqewime jî di aliye gilîdariyê de ew penaber piştve diçin. Di aliyê azadiya aborî de jî pirsgirêkên wan hene. Ew weke quweta sivik a kar tên xebitandin. Bi mûçeyek kêmtirîn karên herî giran dikin. Gelek ji wan ji ber gumanên debara xwe neçarî xebatê dibin. Jixwe di aliyê dîtina kar û girtina destûra xebatê de jî pirsgirêkan dijîn. Ev qat bi qat ji bo jinan zehmet e. Ger penaber bî û jin bî astengiyên te zêde dibin. Êdî çareya wan a dawî dibe fihuş. Jin ji neçarî van karan dikin. Ji bo paşde neçin jî ji aliyekî ditirsin serî li dozê bidin."
'Girtina Reyhan ne hiqûqî ye'
Bêrîtanê herî dawî anî ziman ku girtina Reyhan Abdî ne hiqûqî ye û wiha got:"Reyhan Abdî bêyî ku delîlek hebe hate girtin. Tenê weke delîl wêneyek hebû. Ev jî ji bo girtinê nikare bibe hincetek. Girtina zarokekê ya li girtîgehê jî ne li gorî qanûnên navneteweyî ye. Di demên dawî de jî ev rewş zêde dibe. Jinek bi zarok pêwîst e herî kêm bi şertê kontrola edlî were berdan. Lê mixabin ew hatin girtin.Ev binpêkirinên mafan e."