Jinan ji bo Jîna Mahsa Emînî çalakî li dar xistin
- 08:17 21 Îlon 2022
- Rojane
AMED - Jinan bi duçerxê pedal ji bo Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin ba dan. Jinan ji bo şermezarkirina qetlîamê porê xwe jê kirin û wêneyên Mehsa hildan.
Koma Duçerxê ya Jinên Amedê bi dirûşma "Porê me ne namûsa me azadiya me ye" lpedalên xwe ji bo Mahsa Emînî ya bi hinceta laçika xwe baş nedaye serê xwe, ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, ba dan. Jinan bi duçerxên xwe ji kolana li ser riya Rihayê dest pê kirin heya riya taxa 75'an rawestiyan. Li cihê kombûne jinan porê xwe jêkirin û bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" qetilkirina Mahsa Emînî şermezar kirin.
Çalakiya jinan bi dirûşm û tilîliyan re bi dawî bû.